Gelo kesek dikare
Dîrokê bişewtîne
Her tiştê hatiye kirin bertelef bike
Jiyanekê bikuje
Dilekî ku jenîna xwe
Ji bêhna te
Bêhna beybûnê
Distîne, Rawestîne
Xewnê ku li ser gulîstana dêmê te
Dihatin avakirin,
Bi tariya şevê reş biki
Kesek dikare
Kêrekê li zimanê min bixe
û pûç biki
Ta ku ji vê bendestiya gotinan derbikeve
Ta ku hewil nede
Evîna min ji tere bipesinîne
Ji ber ti gotin nikarin
Wî kenê te yi şêrîn
Wan çavên te yê reş
Bipesinîne
Tu kes dikare
Min bikuje
Kesek dikare mirovekî mirî
bi hestên dilsoziya te, bikuje
Na na
Ma kesek dikare nefesê bide
Ew kesê ku nefesa wî tu yî
Ma qey kes heye dikare
Ji min fêm bike
Ku ez nikarim bêyi te bijîm
Ma qey ev tişt giş dijî min in
Ma çima ev gotin têra wesfê evîna min nake
Ma gotineke
Ji ez ji te hezdikim mezintir
Xurttir tunne
watedartir tunne
Ku ez pê bêjim
Ez ji te hez dikim
Keçê tu dilê min î
Tu xewna min î
Tu hêviya min î
Tu temenê min î
Tu cejna min î
Tu ola min î
Tu ronahîya min î
Tu evîna min î
Pêşeroja min î
Paşeroja min î
Serkeftin û azadiya min î
Tu welatê min î
Tu ala min î
Tu kenê min, kêfa min î
Rewşa min î
Canê min î
Şeva min î
Heyva min î
Roja min î
Siruşta min î
Xorsta min î
ka ew gotina
ku rahêj van wateyan û pesnê hestê min bide
ka ew ku sinorê evînê derbasbike
Û derbasî tixûbên
Ne ehmedê xanê
Ne seydayê cegerxwîn
nedîtine
ne jibo tiştek î
bes jibo ku tu fêm bikî
bê ez ji te ji her tiştî
bêtir hez dikim
jibo ez ji ter bêjim ez jibo te amede me
cîhanê jinû ve biafirînim
jibo te ez karim ramana ji nû çêkim
ez renga ji nû ve çêkim
ez jibo te her tiştî
heta xwe jî biguherim
bes tu bêje erê
Dilyar Amûdê