Lê bigere

Saturday, November 16, 2013

Rih dibe bost dijmin nabe dost..

Rih dibe bost dijmin nabe dost..
Ev gotin êdî bê wate ye! bêwatetiya wê jî ji wê fikira ku di siyasetê de dost û neyar heye tê..
Dijminê kurdan û hevalên wan jî êdî ew bi xwe ne..
Serdana Amedê dikare ji çend aliyan bê nirxandin an jî em dikarin bersiva çend pirsyaran bidin:
1. Çima Barzanî neyê Amedê û bi Teyibî re rûnenê?
Tiştekî asayî ye ne tenê hevdîtina wan lê hebûna têkiliyên aborî û "dostaniyê" jî, evi dîrokê de her hebû û heye û dê bimîne jî..
Ez ê çend mînakan li ser vê bibêjim
Lê mînakên niha zindî bin: PYDê bi rejîma Sûriyeyê re, YNK bi Îranê re, PDKê jî bi Tirkiyeyê re..
Ez yekê ji wan jî şaş nabînim
Xeletî û şaşiya van hevdîtin û têkiliyan tenê di van kiryaran de derdikeve
A) Eger tu berjewendiyên xwe  yê beşekî Kurdistanê di ser hesabê beşê dî re bigirî
B) Eger tu bejewendiyên partî an tevgera xwe ya siyasî di ser yê dî re bifirî
Îca em bên ser hatina Barzaniyî û em binerin bê çawa bû:
Barzanî got ez ê bêm, PDB-PKK got neyê! Lê çima? Ji bo çi? Xwedê û rebila'lemîn dizane..
Lê wan ev derfeta ku xwe di çavên hemû kurdan de û di çavên herkesê dî de mezin bikin wenda kirin, heta vê dawiyê dereng xwe hesiyan lê çûbû...
Ka em binerin bê Barzanî beşek di ser beşê dî re girtiye?
Ya rastî PDKê ti hêza wê li bakurî tune ku bikare tev bandoreke erênî yan neyênî li bakurî bike, yanî belkî li ser ji bo perçeyê ku tê de desthilatdar e kiribe lê ti tehdeya wî li bakurê Kurdistanê tune..
Berjwendiyên xwe yên partiyî ji xwe tiştekî wisa nemaye ne lazim e..
2. Çima BDP-PKKê wisa aciz bû?
Ez jî nizanim ji ber peyamên ku ew dibêjin Barzanî jî dan û wek wan axivî û ti cudahî tune bû:
Bijî biratiya gelan, Bijî aştî.. û hwd
3. Em? Em wek gel! divê em çawa binirxînin..
Serokekî kurd bû hat! ser seran û ser çavan hat belam rûniştina wî li gel Tayibî û ew axaftina wî ya nîvco û ne zelal û bi ti awayî dabeşbûna Kurdistanê nîşan neda, qet nexweş bû..
Ti serok û ti kurd ne xayin e, belam îro ji bo me heta ku encamin baş nehîne dê rojeke nexweş di bîra me de bimîne ji ber ku em pê hisiyan ku em hîn jî bindest in..
4. destkeftiyên kê mezin bûn û yên ki biçûk bûn û yên kê jî têkçûn û wendakirin bû para wî/wê
1emîn.Tayib ji her kesî bêtir bi ser kevt, Tayib îroj jê re zemawendek bû û gava pêşîn avêt ku Kurdistanê di destê xwe de bigire eger em kurd dev ji hesabên biçûk yên li ser partî û rêxistinên xwe ber nedin.
2yemîn. Barzanî kêm zêde hewl da têkeve bakurê Kurdistanê û navê başûrê Kurdistanê bi dewleta tirk da qebûlkirin
3yemîn. gelê Kurd bi hemû partî û rêxistinên xwe û fikirên xwe yên cuda, êdî rastiya başûrê Kurdistanê ji aliyê mezintirîn "neyar"ên xwe ve da qebûkirin û ev ji bo wî destkevtiyek e.
4emîn. PKK îro di nav wendakeran de bû ji ber gelekî dereng ma heta ku bersiva rast bide li ser hatina Barzaniyî lê dîsa jî hîn jî dikare vê wendakirinê ji xwe re bike qezencek..
5. Şivan Perwer hemû ked û xebata xwe bi hatina xwe re di çavên pirraniya kurdan de reş kir, Xwezî ne wisa bûya..
...
Ya giring di vê gişî de: 
Xayin, Sîxur tune ne, herkes ji me bi qasî zanîna xwe xebata xwe dike ta ku em bigihên mafê xwe, tiştê ji me tê ew e ku em piştigirya rêç û metoda ku li gor me rast e bigirin..
û Em kurd miletekî mezin in wek îro li Qoserê hat gotin

"Xwedê çiyayan dibîne û berfê dibarîne..."

No comments: