Hin mirov hene di her mijarê de xwedî raman, zanîn û
çîrokekê ne, wek Siwat.û hin mirov jî hene bi her awayî kawik in û nayên
guherîn, wek tê gotin heft salan çû seferê vegeriya kerê berê), wek “ez”.
Beriya ez Çîroka xwe û Siwatî bibêjin ez dibêjim qey divê ez
ji we re behsa Siwatî bikin, Siwat xortek girover, bejna wî qey metr û nîvek e,
tiştê gelekî ecêb di wî mirovî de porê wî yê kurîşkî ku ji weşiya ye, gava
mirovê lê beşa paşê ji porê wî dinere dibêje qey naweşe lê
ji pêşî de weşiyaye, îca gava di axive bi awirên xwe daxwaza pejirand û
çesipînê ji te dike, û bi kenê xwe jî daxwaza beşdariya te li kenê xwe dike.
Çîroka nasîna min û Siwatî jî di rêya hevalekî de çêbû.
Kompûtera min germ dibû lê wekî din tiştek pê ve tune bû, îca hevalê min ê ku
bi navê Welat jî ji vekirin û çêkirina alavên elektronîk dike, em axivîbûn berê
me gotibû em ê demekê li komputera min a ku peywendiyeke hestî û dilînî di nêv
min û wê de heye, binerin heger em bikarin vekin. Em dê vekin û paqij bikin lê
ji xwe nebû jî em bihêlin, ma ne wa ye dixebite û gava ez danynin ser bingeheke
girtî tucarî xera nabe. Îca, xwedê lingê
min bişkenanda û yan jî ez li ser piştê li erdê ketibama û ez neketibama odeya
Welatî gava Siwat li cem bû. Min jî rahijt Komptura xwe û bi kêf û şadî çûm cem
Welatî ji bo ku em binerin bê em dikarin vekin yan na.
Siwat li kêleka Welatî rûniştîbû, ez jî çûm min got ka Welat
em binerin, rebenê Welat jî got Siwat ji komputeran fêm dike. Wî jî got; erê
hetta ku ez diçim bazarê perçeyên komputeran didim hev û ez komputera
çêdikim. Ê ez jî kawik û kurmancê
xwedê, ji xwe min di cî de bawer kir û
got; fermo komputera min li ber te, heger bargiranî û zehmetê çênebe, wî jî got
: ka wan cerbaderan û ketê min dît bi ser cerên komptura reben de çû, û vekir û
vekir, komputera min dike haho û hawar lê ez dilşad dibim û qîrîna bêdeng ji
komuterê tê lê ez ker bûme û deng nayê min.
Du sê saet derbas bûn min dît ku fana wê anîn welleh tije
gemar û toz bû, kêfa min hat û min spasiya wî kir û bextewariya xwe anî
zimanî lê min dît gava siwar kir ku
komptera vênakeve, got ; naxwe ez ê bibim cem hoste, min jî got; pereyên min
tune ne nehewce ye tu bibî, lê wî got; na nasê min e û ne kêşe ye, û destê xwe
li sînga xwe xist û komptera min re çenteyî û bir.
Rojek, dudu, sisê ne pêjna Siwatî hat û ne jî komputera min
hat. Ez jî neçar û bêgav mam ku telefonê jê re vekim îca min geh got; va ye ez
tînim.
Dem bû êvar min dît komputera min û Siwat hatin, danî ber
min. Ez kêfxweş im ku komptera min vegerî lê madê Siwatî hinekî nexweş e. min
jî, ji şerman tev li qiç-qiça dilê min bi ser komptera min de, pêşî spasiya wî kir, wî jî got ew heneka xwe
ya genî û ne licih dikir û digot “ noşîcan be” , jê werê ku pir şêrîn xwînsivik
dibe gava wisa dike, û ez jî neçar ji ber alîkariya me kiriye di riwê wî de
dikenim.
Welhasil min komûtera xwe vekir û di ber ku ez vedikim Siwat jî devê xwe li
hev dibe û tîne û dibêje; cihê RAMê şikestiye û nizanim çi. Ez bi xwe ji
komûterê fêm nakim lê ez dizanim ku ji ber fanê cihê RAMê naşikê, îca got; min
RAMeke tenê siwar kiriye û ya din jî wa di çenteyê de ye, dîsa spas, min bi
xemgînî got, “noşîcan be” dîsa bersivand Siwatî.
Komuter derket ber roniyê ez lê dinerim ku nayê girtin, û ji
paş de şikestî ye, dilê min xemgîn bû lê ez bêgav im ku spasiya wî bikim û min
vêxist. Min dît ji çenteyî fatûrak bi 150 lîreyî derket, min jî jê pirsî te
evqas pere lê daye got; na lê xuya ye ku derewan dike, ê him ez razî me ji
komûter û him pereyên min tune ne. Û min jê re ev tişt gotibû ê ka ez çawa
bikim, min jî derewa wekî rastiyekê pejirand û min deng nebir xwe. Xwedê zane
ne ez razî û dilxweş mam û ne ew.
Îca tiştê ez dixwazim bibêjim ev e, wek min berê got ne ez
dilxweş mam û ne ew, tevî ku rebenê Siwatî xwest alîkariya min bike û kir jî ha
çi baş çi nebaş tiştê ji destê wî hat kir, lê ez û xwe jî dilşad û dilxweş kir?
Na. Naxwe heger tu bixwazî alî yekî bikî pêşî baş wî binase û dû re jî xwe jî
xweşik binase bê tu dikarî bi tekûzî û bê kêmasî alîkariya wî bikî yan na? Heger
bersiv “erê” be, bike, alîkarî baş e, çima na! Lê heger bersiv “na” be, tu ji
ya min dikî neke, ji ber tu yê bibî wek min û Siwatî, ez ji lawikê reben aciz
bûm û ew jî pere ji bêrîka xwe da û çû.