Lê bigere

Sunday, April 28, 2013

Fermo dilê min



bigire vê xincerê
fermo; ha li vê derê xîne
li cihê dilî xe
Ha jê hebe
tu dilî birîn nekî
ew diyariya min ji te re ye
ne ji ber ji te hez dike
lê ji ber êdî nikare hez bike
fermo diyariya min bo te
dilê min
ne ji ber tu tê de yî
ne ji ber bi bîranînên te dijene
lê ji ber êdî bi kërî min nayê
fermo diyariya min ji te re
dilê min
ne ji bo tishtekî
Ji ber te evîn qelsî hesiband
te jenîna bêrîkirinê
valahî hesiband
fermo ev dila
ji ber buhatirîn tishtê min e
û erzantirîn tisht bo te ye
Fermo hemû tishtê min
hemû buhayiyên min
lê bila bo te erzan be
bila nebe bar bo te
bila tirsa windakirinê
hestên te danegire
fermo dilê min!
Dilyar Amûdî

Thursday, April 25, 2013

Xwe veneşêre: tu ne bêhempa yî

Nereve ji xwe
Xwe di piş nexweyiyê de veneşêre
Xwe bi têlan nexapîne
Bi tixûbên aşopî nexapîne
Xwe bi fişara neyaran xemgîn neke
Giş di hundirê te de ye
Ne çîrok
Ne agirê şewata xaniyan
ne pakrewan
ne goçberî û mişextî
Giş
Ne rastiya te ne
Rastiya te du hundirê te de
Di mejî û ramanan de
dijî
Xwe di piş derewan de veneşêre
behsa çîrokên serkeftin û tekçûnê neke
Ne xeme
Tu ne cuda yî
Lê.. lê
xwe neke ji kesên cudayetiya te difetisînin
Tu ne bêhempa yî
lê .. lê
Bizane kes wek te tune ye
Nereve ji xwe
Netirse
Xwe bi dÎwarên aşopî
Bi çeper û mayinan veneşêre
Çîrok qediyaye
Xwe di paş
Xurtiyeke vala de veneşêre
bibêje: Li xwe mikur were
û bibêje
Ez tirsonek im
Ez nikarin li xwe ji xweperestiyê biaprêzim
Bi wêrekî
Xwe wek rastiya xwe nîşan bide
Bizane
Ne wêneyê te
Ne jî nivîsên te
ne raborî û en nihaya te
Te ji rastiya te rizgar nakin
Peyvên qelew
Rêmanên mezin
Te ji rastiyê biçûk xelas nakin
Tu bindest î
Bêkes î
Bêwar î
Tu ne tu yî
Tu çêkirî yî
Ji ramanên cuda
ramanên zordariyê
pozê xwe bilind neke
tu wek min î
wek her kesî yî
Lê tu ne xwe yî
Xwe di piş derewan de veneşêre..

Wednesday, April 24, 2013

De lorî

De lorî lorî Dergûsha di dilî de Çavên xwe binuximîne bi aramiya vinvina qulopaziyên di beshtê xaniyên axîn de Û birevine min ji min
Min ji mezinahî evîn û lixwegerînê birevîne .. min ji dilê kûr bidize min bi kawikiyê bikuje û di zaroktiya min de veshêre
...
bi axa bîranên germa havînan û soberiya ava bîrên miçiqî min veshêre min ji min bibe

..
Dilyar

Saturday, April 20, 2013

Bertek

bertekeke kimyayî ye
bêhna ku li te digere
di pênasîna lêvên te re diteqîne
lerizîneke çavgirtî li ser xwerista lashê te
Hevsengeke matematîkê ye
axaftina ku hêstirên min
ên bi rondikên te ducanî ne
jê dizê himêzkirineke shil
Ji pevshbûnin tazî
ne
Civaknasiyek e nasîna endamên bedenê te
derûnîzanîn e; hezkirina dilî 
ji te re
yara dilî
zanistek pêwîst e, ji hemû tishtê bigiyan re;
nasîna wan hestên min
tu didî 
dilê

Dilyar Amûdî

Monday, April 15, 2013

Saturday, April 13, 2013

Biçe

Tu ji min dûr î
Di nêv xewnan de dibûrî
....
Ka bibêje
Te îro çi kir??
Te çi xwar
Çi vexwar..
...
Hela bibêje aşopê!
Aşopa rewrewkên litegerîna dilî
Tu çawa yî?
...
Bibêje delalê
Bibêje xunavê
Bibêje kevoka hişîniya asoyane
Bibêje lê, Bibêje!
Bes e, min bêriya te kir..
Min himêz bike
wek cara pêşîn
Li ser textê bievîn
Ji xwe deyne wan cilên reş
Li çavên min binere..
Binere kezeba min
Binere hinavê min
Binere evîna min
Binere li reşika çavên min
...
Aşopê!
ma evîn ev e..
sibehê li ber çavan bî
Di hinasan de biçî kezeban
Bi şev yara xama bî
...
Biçe!
Biçe!
Ta ku tu azad bibî
Ji çîrokên min
Romanên min
Helbestên min
Hestên min
Evîna min.
...
Biçe yana dê felsefeya cîhanê
Li ser nerîna te ava bibe
Dê civakeke nû
Li ser porê te bizê
Di çavên te de
Dê zanista derûniyê
rêbazan biguhere
...
Biçe Biçe!
Ji ber ku tu
hevsengiya jiyanê xera dikî
Dil perçewerçe dikî
..
Biçe
Ji ber ti çîrok
ti roman
wisa bêdawî namîne
...
Biçe!
Ji ber ez dixwazim
Tu azad bijî
bê ku ji te hez bikim
te bi bendên evîneke
koledar girê dim
...
Biçeeeee


Wednesday, April 10, 2013

Disinicire..

Disincire mejî
Li ber tîrojên evînê.
Li ser textê te, şêrînê
Li ber germa  havînê
Digere li destê te, zînê
Ta ku birevînî, vî dilî
Ji vê sînga ku
mirina te dilorîne
Bi agirê kewiçûkên Newrozan
Diheline hinavên zarokê
reviyayî
Ji malê
Ji ber tirsa bavê
Ji nebûna azadiya dayê
Ji hevaliya radestker...
Disinicire.
hemû giyan..
Zînê
Şêrînê..

Monday, April 1, 2013

Tev jiyan be..

Bes! bialêse
Hestên min
Bi girêza devê xwe!
...
Tu çi dikevêjî!
Giyan bi wan ve nemaye..
..
Tu ji kengî ve
Berateyan dixwî
...
Ji kengî ve dilîlînî
Ji bo xwekuştinê
Xwekuştina xwe..
....
Biqeşite
Ji ber xemgînî
Bi raboriya min re
Winda bû
Di zikakên herifî de
...
Bes e... çîrok
Dê paqij û zelal be
Ne wek ya te û mirinê be..
Dê tev jiyan be..

Dilyar Amûdî