Lê bigere

Thursday, December 26, 2013

tu ne find î

ne yê te me
ne jî di şewqa şevê de
ne di giaynê miriyan de
li bendî vegera te me.
....
ne wenda me
di keleha çavên te de
ne di bajarên rûyên te de
ne jî di hîqhîqa kenê te de
ez ne wenda me
di evîna te de.
...
tu ne finda min î
ne tarîtiya min î
tu serpêhatiyek bûyî
maçek ji dil bûyî
hezkirinek bikul bûyî
xewnek bû
û ez jê şiyar bûm
...
tu tenê
çîrokek bûyî
naveroka çend çîrokan
kulîlka çend helbestan bûyî
û tu çûyî
...
ne tiştekî dî yî
...
min herdem ji gulên çilmisî
ji dilên kevirî
ji mirovên bêgiyan hez kirine
ji ber naêşin
nagirîn
nakenin
û ev jî bûye armanc bo min
...

her gav

tenê bi dengê vê muzîka dilêşîn
ta ku ariya cigareya min xwe 
li ser rûpela helbesta min
biweşîne
li wêneyê te dinerim
....
tenê gava ez bi kişnadina cigareya xwe re
dilê xwe sor dikim
li wêneyê te dinerim
...
tenê gava hestên min
dîlaneke kurmancî 
li ser dîwaran
di şûşeyan de
digire
li wêneyê te dinerim
...
tenê gava bêhêvitî
bask û çengên min
hûrhûrî dike
li wêneyê te dinerim
...
ez destûra didim 
hişê xwe, dilê xwe
ku bo te bigirî
tenê gava ez bêriya te dikim
û herdem bêriya te dikim
...
gava tê bîra min
bê min bi çi rêzê
bi çi rûmetê
maçî te dikir
tu têyî bîra min.
û ti carî ew gav
ji bîra min naçin
...
keçika sipî
porreş
çavreş
di helbestên min
ên bêhempa de
xwe vedişart
ew tu bûyî
û wê çaxê tenê tu 
dihatî bîra min
....
bi dilê xwe yê 
kal û melûl
tu dihêyî bîra min
gava ez hewl didim 
te ji bîr bikim
û herdem hewl didim 
te ji bîr bikim
...
di tirabêlka havînê de
di toza ser bênderan de
di kulîlkên buharî de
di berfa zivistanê de
di qelşên ku bayê
payîzê di destên min de dikole
te dibînim
...
çi dema ez detone dibim
û ji rîtîma jiyanê dikevim
û straneke nexweş dinewhirînim
tu têyî bîra min
mixabin!
ku ez qet nizanim stranan xweş
bibêjim
...
mixabin ku tiliyê te 
hevrêşmîn bûn
û çi cara ez hevrêşmê dibînim
tu dihêyî bîra min
baş e ku ez qet nabînim
lê çi cara ez cawekî zivir dibînim
hevrêşm dihê bîra min
û pê re tu jî dixulxulî 
ber çavên min
...
gotinê hemû
hevwateyan û dijwateyan 
dihînin bîra min
û evîn û nefretê
û tu jî bi wan re dihêyî
...

Monday, December 23, 2013

rûtîn

Navê me
wêneyên me
diruşmên me
nivîsên me
piştî wendabûneke dirêj
di vegera xwe de
heman şewqê didin
û heman tarîtiyê jî
...
lê xuya ye
rûtîn
şêweya jîna me ye
û em jê hez dikim

Saturday, December 14, 2013

min bêriya

Min bêriya .....
xwe kir
ew kesê ku
bêriya ti kesî nake
.......
Min bêriya
dilê xwe kir
ew dilê ku
ji ti kesî hez nake
...
min bêriya
ruhê xwe kir
ew ruhê ku
li ti ruhî nagere
...
min bêriya
mirinê kir
ew mirina ku
min ji min
xelas bike
û çîroka mirina
nebûnekê
binivîse

Sunday, December 8, 2013

Jiyana min

Xwedê, evîn, welat, malbat, êş, şahî û hemû tiştên ku mirovên asayî dijîn ji me re bûne pirsyar!
Nizanim bê çi dixwazim nizanim bê çawa bijîm her li dawiyê nexweşiyê dibînin.
Ne mirovekî dûrbîn belam mişrovekî reşbîn im.
Dizanim! Dizanim!
Lê rastî jî reş e..

Friday, December 6, 2013

Bes

Giyanên xwe
Di eynikan de neteyisînin
Bi xwe
bi herdû çavên xwe
Lê binerin
...
Li miriyên xwe
Di nûçeyên biyanî de
veneşêrin
Di dilê xwe
Di mejiyê xwe de
Veşêrin
....
Ji xwe deynin
Ew masleyên
Hûn pê xwebûna xwe
Vedişêrin
...
Bes
Li we binerin
Di telezyonan de
Di çîrok û rojnameyan de
Li xwe
Di dûrahiyê de negerin
..
Giyanê we
Di dilê we de
Di zimanê we de
Di çavên we de
diçirise
..

Çîrok

Di dilê min de çîrokek veşartî heye..
Bila tê de bimîne..
Ji bo kesî dî
te tazî nebîne
Kesî dî
nebîne serxweşiya ji lêvên te
Bila veşartî be ew çîrok.
Ta ku kes
Hovitiya te
ya di bin kirasê şastaniyê de nebîne
...
Bila di dilî de
bimîne
ew çîroka
şevên bibaran
di bin lihêfên bêziman de,
Bila bimîne
..
Bila bimîne
Ta ku
kes nebêje:
Çawa?
Te ji vê zalimê hez kir?
..
De bila bimîne lê
Ji bo tu nehetikî
û ez jî negirîm

Ez

Di nav xweda
Û cihê tu lê yî
Ez heme
....
Di e'wran
Dilopin
Ji min
dixwazin porê te
Şil bikin,
Hene
...
Di şevê te
bayek digere
Ji dilê min
Dixwaze
rûyê te
tewaf bike
...
Di berfê de
Ez têm
bi lingên qeşagirtî
Bi mijangên sipîbûyî
bi laşê lerizî
Têm
Ta ku
Te ji te bistînim

Wednesday, December 4, 2013

Berf

Pirsî: Tu li vir çi dikî?
Min got: Hatim li berfê û seqema dilê te binerim
Got: Dilê min pûka nebûna te lê kiriye
Min got: De bi xatirê serma di çavên te de

Girav

Min got:
Tu li wir î?
Venebû derî
Deng jê der nebû
..
Rabe! Rabe!
Tu xewnekê dibînî
Dilê te dike
Gurm-gurm
Dijene ji tenê bûn
Girav e.
Lê bê te
xilûxav e.
...
Min gazî kirê
Şêrînkenê
Dil neke bi tenê
Nehêle
Şevê bê çîrokên berê

Tuesday, December 3, 2013

Peresîna min

Civak organîzme ne..
Werarbûna wan wek ya laşên organîzmeyên dî ye.
Mixabin kurdn peresîna xwe bi awayekî ne xweziya "temam" kirine.
Ev teorî ya Herbert Spencerî ye.
Heger em li laşê ajalan binerin em ê bibînin ji sê tiştan pê dihê:
1. Pergala rêvber: di ajalan de "central nervous system" an jî "pergala eseban ya navendî" ku di civakan de: hikûmet e.
2. Pergala berdewamiyê: di ajalan de ew jî xwarin û vexwarin e, di civakan de; kar, xebat, aborî û hwd
3. Pergala beleavkirinê: di ajalan de veîn û  reh û damar in, ku di civakan de; rê, amûrên pêwendiyê û hwd..
Heger em li civaka me ya Kurdistanî binerin em ê bibînin
Kur pergala me ya rêveber ti carî çênebûye, lew peresîna me jî bi awayekî siruştî pêk nehatiye.
Ji xwe herdû endamên dî jî di civaka me de herdem seqet bûn lewra me nekariye em bigihên cihekî ku xwe wek civak biparêzin.
Ji xwe di dîtaneya Spencerî ( ku Darwîn bi xwe jî jê girtiye) ya ku dibêje: yê xurt û guncavtir dê bijî.
Eb bend jî di wê teoriyê de nîaşn dide ku  hemû tiştên ku divêya  hebûna me wek civaka biparêze bûye sedema nebûna me..
Anku Darwînzma civakî ya ku Spencer derxist dibêje bihêlin kesên qels bimirin û yên xurt bijîn.
Em dikarin li dijî rastiya wê derkevin dikarin bêdademendiya wê dest nîşan bikin, lê çawa be jî wek civak divê em xwe xurt bikin û amûrên mayîna xwe biafirînim.
Spencerî bawer dikir ku yê xurt divê bijî û yê dî divê bimire. Ez dizanim ku ev nerîn di hundirê xwe de zêde tund dixuyê lê rastiya me ev e. Di şûna em hewl bidin kesên mirî vejînin em kesên ku hîn dilê wan dijene asayî bikin û xurt bikin dê çêtir be.
Dîsa wek min duh got: civak ji pêkhateyan pêk dihê û her pêkhatiyeke rola xwe dilîze û bi hev re pwyirekê tînin cih. Gava em em yêk ji van pêkahteyan piştguh bikin yên dî jî li paş dimînin. Mînak:
Di rewşa me kurdan de tu çiqasî kurdan ji aliyê rêxistinî û polîtîk ve xurt bikî jî eger tu wan hînî zimanê wan nekî tê bibînî ku "polîtzebûn"a wan fiş û vala ye û bêwate ye.
Yanî di dawiyê de: Civakbûna me bi xurtkirina hemû endamên civakeke serbixwe de ye. Ne bi afirandina kesên ku xwe û yên dî ji hev nanasin.

Monday, December 2, 2013

Civak

Civak komplekseke ji endamên cuda ye ku di hundirê xwe li gorî pergalekê her endamek peywira xwe tîne cih û ev jî şêweyeke ji istiqrarê çêdike. Helbet di her civakekê de nakokî û dubendî di nav hemû endaman de hene û her endameke bi şêweyekî dixwaze yên dî bike wek xwe..
Di civaka me kurdan de, kêşeya mezin ew e: em xwe wek civak nabînin lê em xwe wek endamê civakeke biyanî dibînin..
Em xwe dikin beşek ji nakokiyên civakên dî e. Di her civakê de çep, rast, xwar, gay, lesbiyen, oldar û hwd hene..
Ev beşên civakê ne. Ne civak in heger em wan wek civak bibînin jî ew dibin beşek ji civakeke mezintir.
Di civakak kurdistanî de jî ev endam hene.
Divê em ji vê rewşa ku em kurdayetiyê wek saziyeke civakîbûnê azad bibin.
Anku sedema pirsyara min ya digot: "çima kurd li zanîngehan bi hev re digerin" ev bû
Em bindest in divê em bikarin hemû cudahiyan yên kurdistanî bipejirînin bi awayekî ji her kesî demokrattir, lê divê em kurdbûn wek tiştekî ku dikare bê niqaşkirin nebînin ji ber ew jî tiştekî siruştî ye..
Ne di destê me de ye.
Mînakeke dî:
Femînzm,ku dema dawî gelek jinên me pê girtine
Em hîn li ser bingehê civakeke biyanî dinirxînin.
Femînzma kurdan jî dikare hebe wek çawa ku dijberên wê jî dikarin peyda bibin..
Lê divê ticarî tişt tev li hev nebin..
Tu dikarî di hundirê têkoşîna xwe ya azadiyê de têkoşîna xwe ya ji bo azadkirina zayendê jî bikî..
Helbet mezintirîn civak: mirovayetî ye..
Lê her mirov ne kurd e..
Yekî frensÎ nikare bibe beşek ji civaka mirovan ya kurdan..
Yekî kurd dikare bibe beşek ji civaka kurdan ya femînsitan
Welhasil.. Civaka Kurdistanî...
Wê biafirîne..

Sunday, December 1, 2013

Di navbera me de

Di navbera me de
ne dûrî
lê dil heye
..
Netirse!
Destê min destê te negire jî
Xewnên min her te himêz dikin
...
Belkî nikarim di guhê te de
Bibêjim:
"Dilê min, ji te hez dikim
Lê her dilê min bi navê te
dijene
...
Ne xem e
Tu dibêjî: Na
Tu nanerî
Tu di rûyê min de nakenî
Ez her bi hebûna te
Dikenim
...
Di navbera me de
Tenê dilê min
Ruhê min
Giyanê min
Yê perestê çavên te
Heye