Bes
Çirvîtkan di mejiyê min de bide...
Li têliyên bêriyê nexe
Muzîka mirinê
Zêmara kuştinê
Di guhê min de
Nenehwirîne
...
Te Dilê min ji min xist
Te ruhê min ji min xist
....
Pênûsa min ji destê xwe deyne
Di ximava xwîna evîna min de daneke
Pê helbestên têkçûnê nenivîse
...
Ne xem e!
Çi dikî bike
Lê zû bike
û bes tevzînokên bêwatetiyê
Bi laşê min xîne
û biceheme
Çirvîtkan di mejiyê min de bide...
Li têliyên bêriyê nexe
Muzîka mirinê
Zêmara kuştinê
Di guhê min de
Nenehwirîne
...
Te Dilê min ji min xist
Te ruhê min ji min xist
....
Pênûsa min ji destê xwe deyne
Di ximava xwîna evîna min de daneke
Pê helbestên têkçûnê nenivîse
...
Ne xem e!
Çi dikî bike
Lê zû bike
û bes tevzînokên bêwatetiyê
Bi laşê min xîne
û biceheme