"Ez ji we re rastiyekê bibêjim, heta niha hema hema her kesî ji min re digot "Dilo" û bi min normal dihat lê piştî wê got, ya rast, ez êdî naxwazim kes bibêje, ji ber kes nikare wek wê bibêje, ji ber ez pê dihesim ku ez dil im, dilê wê me.Lê wa ew jî nema dibêje"
Çend gotinên qelew bûn ku min demekê nivîsîbûn lê niha êdî hin kes jê xweştir dibêjin Dilo..
Hûn dizanin ku di gotinên wê de jî tenê ev rast bû: "Piştî min eger yeka dî bê, ez ê ji te re bêwate bibim "..
Bêwate bû, lê ne ji ber yeka din hat..
Ji ber ku wek jin ne evîndar bû..
Ne şoreşger bû
Ne serhildêr bû
Ne azad bû
Ne ne-xwehez bû
..
Jineke wek her jinê bû tenê dizanî çawa dilan bibe û dizanî xweş bibêje "Dilo" ..
Niha ew jî bûye çîrok...