Peyva “ceger” li nik me di wateya wêrekiyê de tê gotin ku piraniya serxetiyan ji bo xwarinekê dibêjin ku em jê re dibêjin kezeb. Helbet kurdên li herdû rexan jî dizanin “ceger” navê organekî laşî ye lê meseleya min ne ew e û heta vê bibêjim, peyv bixwe ne ewqasî giring in lê wate û wateya yan jî wateyên li wan hatine barkirin gelekî giring in. Di dawiyê “ceger” be, “wêrekî” be, “ceger kirin” be yan jî “wêrîn” be, peyv in wiha ku diyar dikin, tirs û gefek heye lê li himberî wan jî, serhildanek heye.
Îca ez hewl bidim werim ser meseleyê ku ez dizanim ez ê ê vê monologa xwe jî dirêj bikim. Tirs...