Lê bigere

Sunday, December 16, 2018

Xebera we hemûyan e û xebera Nadyayê jî

Em hîn di dibistana navîn de bûn anku 13-14 salî bûn, lawikekî êzidî hat dibistana me,  berî wê her me bi navê êzidiyan dibihîst belkî carinan li sûkan ew didîtin lê min ticarî wisa ji nêz ve nedîtibûn. Helbet ew jî wek me mirov bûn, kurdên kurmanc ên bindest bûn. Lê bêdengiyeke wî lawikî hebû ku diyar bû ne bêdengiyeke ji karaktera wî bû lê neçarî bû. Niha navê wî jî nayê bîra min û dizanim ku zû zû ji Amûdê çû yan jî ji dibistana me çû. Êzidiyên Amûdê bi piranî li gundan dijîn û diçin û tên sûkan jî û helbet di danûstendin, dostanî û hwd ya navbera mezinan de ti kêşe jî tune ne lê di mejiyê me zarokan de tiştekî din hebû.

Dizanim ku meseleyan zêde dirêj dikim lê mixabin hingî her tişt ewqasî tevlihev e, mirov neçar e, wiha bike. Welhasil, niha baş sedem nayê bîra min lê ji biçûkanî ve aliyekî min ê birehm hebû û herwiha aliyekî min welatperwer hebû ku ji ya zarokekî zêdetir bû lê dîsa têra parastina wî lawikê êzidî nekir heta her bêdeng dima û dipirsî gelo divê ez çi bikim.

Ez niha werim serê çîrokê, ji kêlîka wî lawikî lingê xwe avêt dibistanê û her zarokan henekê xwe pê kir, êzidiyo û şeytan û nizanim quzilqurt û hwd. Anku zarokan ew lawikê bêdeng bêzar kir û ez hîn meraq dikim gelo ji ber me zarokan ji dibistanê reviya? Gelo xwend? Gelo me çi bandor li siberoa wî kir? Gelo me çima wisa dikir? Li malê kesî ji me re nedigot, "êzidî ne baş in" jî lê her perestina Şeytanî guneh bû. Welhasil meseleya wê ya sosypsîkoljîk meseleyeke din e lê ew êzidî bûn û em misilman bûn. Helbet nabe nasname wisa bên diyarkirin: "Ew êzidî bûn û em jî ne kurd bûn" an jî  "Ew kurd bûn û em misilman bûn" ji ber ev nasnameyên ji hev cuda ne û ne dijberî hev in.

Bi kurtasî nasnameyên me bi rêzê wiha bûn; Em kurdên kurmanc ên misilman ên amûdî bûn û ew jî kurdên kurmanc ên êzidî ên amûdî(ji gundên Amûdê bûn) bûn. Lê me êşkence bi wî lawikî dikir û tiştê balkêş çawa em gihiştîn dibistana bilind(lîse), hejmara hevalên me yên êzidî zêde bûn li dibistanê, dostanî û danûstendin jî pirtir bû û heta armanc, hêvî, xewn û xeyalên me jî wek hev bûn û ti kêşe ji ber nasnameya me ya olî dernediket helbet ji ber ew nasname qels dibû û li nik me amûdiyan bêwate bûbû.


Nalet li vî hişî bê ku piştî 15 salan ji dûrmayîna ji welêt, ne nav, ne çîrok ne jî gelek tişt baş û zelal tên bîra min lê dîsa çîrokeke din jî heye ku divê bi kurtasî bibêjim, dîsa du hevalên min di dibistana navîn de hebûn ku çîroka zewaca dêya wan û bavê wan balkêş bû. Dêya wan êzidî û bavê wan jî misilman bû. Helbet malbatê qîza xwe nedabû û lawik jî ew revandibû. Jin bûbû misilman û malbata êzidî jî xwe ji qîza xwe bêrî kiribû û eger ne şaş bim jî, li gel ku wan tiştekî wiha nekir jî lê her soza kuştina wê jinik û mêrê wê dabûn. Mebest ku êzidiyan qebûl nedikir, keçên wan bi misilmanan re bizwecin ji ber ola wan wisa bû û misilman jî gava bi wan re dizewicîn, ew dikirin misilman.

Nakokiyên nasnameyê di her civakê de hene, eger nebin şer, nebin sedema inkara nasnameyê din(yên bi zorê ferzkirî ne tê de) tiştekî asayî ye lê ji bo miletekî bindest wek kurdan encamên balkêş dide û mirov pê diêşe, ji ber êşa her nasnameyekê ewqasî giran e, mirov nanameyên xwe yên din ji bîr dike û ji bîr dike ku ew jî beşek ji kesayeta wî ne.
Îca sedema ev destpêka dirêj, Nadya Murad e. Ji roja pêşî de, heta ji min hatiye, min xwe ji şirovekirina rewşa Nadyayê dûr girtiye û eger ne şaş bim min gelekî kêm tişt li ser nivîsîne û heta ji min hatiye min ne pesin û ne jî rexne lê girtine.

Dîsa jî ez ê bi xwe şiroveya xwe nebêjim û ez hewl bidim vê ji wan bixwazim; armanca me ku em li welatekî azad, bi hev re hemû bextewar bijîn û divê em hewl bidin ku bihêlin her kesê li wî welatî dijî bextewar be.
Nivîsa min li vir xelas nabe; ji ber ez dixwazim vê bibêjim, axiftina Nadyayê ya bi kurdî jî, rexnegirtina li wê axiftinê jî û her kurdê ku bi dilsozî tiştek got, rast axiviye lê ti kesî ne sedema vê nakokiyê gotiye û ne jî dermanê wê; anku xebera we hemûyan e û xebera Nadyayê jî.
Îca ka em dîsa binerin kê çi gotiye ji bû hûn baştir fêm bikin.

Nivîskar Zekî Ozmenî wiha gotiye, "Nadia Murad di merasima xelata Nobelê de peyama xwe bi zimanê hovên ku jiyan li wê û li êzdiyan kirin dojeh pêşkêş kir. Ti şaşiyê di hilbijartina zimên de nabînim. Peyam bi wî zimanî hat xwendin, ew zimanê ku ew hov jê fêhm dikin."



Ceng Sagnicî jî rexne lê girtin û got, "Ez ê eşkere bibêjim, kê ev pirtûk li ser navê Nadyayê nivîsîbû, ew teşwîq kiriye ku bi erebî jî biaxive".

Îbrahîm Xelîl Baran jî wisa got, "Nadya Mirad, fersendek bû bo PR ya milletê Kurdistanê lê ew jî pûç kirin."


Herwiha Brehîm Şêxo bi tundî dev avêt Nadyayê û got, "Heger Nadya Murad ji xwe fedî bikra, wê bi Kurdî biaxiviya.

Na na, ji xwe ve jî lê ne hêja ye, bi Zimanê Kurdî biaxive. Xebîneta vî zimanî."

Sîrwan Hecî Berko jî pêşî rexne lê girtibûn û tiştekî wek , " Nadyayê biryar da ku bi zimanê wan hovan bi kar anî" gotibû lê paşê gotina xwe bi paş ve kişand û got ne mafê min e lê mixabin min gotina wî ya duyem jî li ser Facebookê nedît, qey li wê jî poşman bûye.
Helbet Zinarê Xamoyî jî li ser mijarê nivîsî û nivîsa wî bi vî sernavî ye Bi zorê em nikanin kesî bikin kurd.

Lorîn Berzencî bi xurtî xwedî li Nadyayê derket û wiha nivîsî:
"Ez îro şerm dikim.

Ez îro ji ber hinek kurdan şerm dikim. Hûn bi çi mafî êrîşî Nadia Murad bi gotinên hov û nerînên çewt dikin? 
Ji we re pirsa ziman ji mebesta vê xelatê bixwe girîngtir e. 
Hûn ti carî nikarin ya Nadia dîtiye, jiyaye û dijî fêhm bikin/têbigihêjin ji ber kesek ji me tê de derbas nebûye û xeyalê me jî nagihêje wê têgihiştinê. 
Bêxwedî, bêmal, sêwî, laşek şikestî, bindesta hovîtiya mêran, tenêtî... xilas nabe.
Û her li ser lingan sekinî û ev çar sal li temamê cîhanê digere û dibêje. Ji bo yê nizanibe bizane û ev hemû di dîrokê de bi heqî û adelat bên tomar kirin. 
Ji bo vê ev xelat wergirt, ji bo xatirê wêrekî û hêza xwe, ji bo her jineke êzîdî ya ev şidet û hovîtiya cinsî dîtiye.
Ziman
Min gelek caran û ji nêzîk ve Nadia dîtiye û bi wê rê peyivîme. Kurmanciya wê zelal e. Lê wek kurdên bakûr û kurdên rojavayê Kurdistanê wê zimanê xwe nexwendiye. 
Di axaftin û civînên çapemenî de ew herdem bi kurdiya xwe diaxive lê di merasîma xelatê de axaftina wê 5 rûpel dirêj bû û zimanê wê yê xwendin û nivîsînê erebî ye. 
Ji bilî vê yekê, ez zanim ku wan astengiyên wergerandinê jî li Osloyê hebûn.

Îca ji hemû mirovên birûmet dixwazim ku barê wê girantir nekin bi pirsên ji we re giring, wekî ziman û nasnameya we. 
Ew beriya hertiştî xwe ÊZÎDÎ dibîne û hewce nake em desbasî pirsên siyasî bibin. 
Ji ber dema Koço, gundê wê, di 2 heftiyan de dorpêç kirî bûn ji aliyê Daêş ve û hewara xwe gihandin hemû kesî û deverê ti kes bi hawara wan ve neçû. 
Divê em îro ji ber wêrekî û hêza wê weke jineke êzîdî serbilind bin."

Arif Zêrevanî jî ya xwe got, "Miletê kurd hewqasê mezin e ko dikare çend miletên dî ji rehma xwe biwelidîne. Vêca @NadiaMuradBasee xwe kurd nebîne jî her weleda miletê kurd e û em jê hez dikin. Bo nimûne zazayekê elewî xwe kurd nebîne jî her weledê miletê kurd e û em jê hez dikin û htdw."


Teqez gelekên din jî li ser mijarê nivîsiye û xebera her kesî ye wek çawa xebera Nadyayê jî. Ya girin ew e ku em bifikirin bê çawa vî welatî bikin ê her kesî û em hîn bibin ku ji hev hez bikin.