Lê bigere

Friday, November 22, 2024

Cahilê 41 salî

 Min xwe şuşt,

Xwe zuha kir

Kir û nekir pak nebûm

Cîhan qirêj bû

Av, hewa... Dîwar jî

Dîsa dawerivîn ji min gotinên bêwate

Ez bûm cahilekî çil û yek salî

Cahilekî rihspî

Qîreqîra ciwanan li dora min

Pêlîstokên aşopî

Aşopên li suriştên Ewropayê

Ez her ez im

Gemartir, wendatir, şaştir


Saturday, January 6, 2024

Aciz bû. Bi hezaran fikirên seyr û bêserûbin di serê min de dile'bitin . Nizanim ka ez çi bikin. Ji xwe re dibêjim 'Elifeyê, rûnê! Dev ji xwe berde! Salar, zilamekî baş e! Biaqil e! Dizane çi dike û di ser her tiştî re dilsoz e û ji min hez dike." Lê tiştekî din heye dev ji min bernade...

Nizanim xweda û şeytan hene yan na, lê çi be ew tiştê dikeve serê min û dev ji min bernade, her ji min re dibêje, "Salar têra te nake. Divê kelecaneke din jiyanê de hene. Tu ne ew kes î ya ku hema biçî karî û vegere, şîvê bixwî û hefteyê carekê yan du caran jî zilamek bê ku li  rûyê te binere xwe bera ser te de û xelas! Tu ne ew î! Kelecan û tiştên cuda ji te re lazim in."