Min xwe şuşt,
Xwe zuha kir
Kir û nekir pak nebûm
Cîhan qirêj bû
Av, hewa... Dîwar jî
Dîsa dawerivî ji min gotinên bêwate
Ez bûm cahilekî çil û yek salî
Cahilekî rihspî
Qîreqîra ciwanan li dora min
Pêlîstokên aşopî
Aşopên li suriştên Ewropayê
Ez her ez im
Gemartir, wendatir, şaştir