Lê bigere

Sunday, December 18, 2011

Ez li kû me?

Bêje hevalê 


Bêje ez û tu li kû ne? 

Cihê xwe bibêje


Ji xwe ez li wir im.


Bi destê xwe dilê xwe nîşan bide. 


Ez di wir de dijîm. 


Ez li kû me?



Li ser çiyayên xwe binere


Tu şûna tiliyên min bibînî


Destê xwe bixe çemên xwe


Tu dê tovên evîna min bigirî


bihnekê bikşîne


Bihna min ji laşê te tê


Gulyazên te 


Bi ramûsanên hevditînên me sor bûne


bêje hevalê


tu li kû yî


Ji bo ez bizanim 


Ez li kû me?!




Dilyar Amûdî

Sunday, November 20, 2011

Vejîn



îşev û her şev
îroj û her roj
ez dîwarê xwe qul dikim
pencereya jiyaneke nû vedikim
dîwarên min herifîn
lê tava rojê nekete dilê min
...
dîsa darekê diçînim
îsal û her sal
vê demsalê û her demsalê
lê tucarî gulistana min şîn nebû
xunav bi ser rûyê min de neniqutî
hestên min î hişk şil nekir
......
îroj.. îşev
îsal.. û hersal
ez xwe ji nû ve diafirînim
dest û lingên xwe vedijînim
mejiyê xwe dirîsim
lê nikarim dilekî nû biçînim
bi dilîniyeke geş bixemilînim


Dilyar Amûdê

Friday, November 18, 2011

Valahî

Valahî...
Ez westiyam, bila hûn bizanin dê jiyan her dem wisa be, nexweş e. Hema em ji neçarî dijîn. ji ber ko em nizanin  em bimirin dê çi bibe? me zanîba jî emê newêrîbana dev ji jiyana xwe berdin ji ber em ji tiştên ko herkes nake, ditirsin.
Xwezî jiyan ne wisa be. û rastî jî ne ev ba. lê jiyan nexweş e, û em ji neçarî dijîn

Wednesday, November 16, 2011

Dilyar Amûdê: Dara Şikestî

Dilyar Amûdê: Dara Şikestî: Ez dara şikestî me dil birçî û tî me çavê xwe li te digerînim dixwazim xewnên xwe bi te bixemilînim lê çi bikim newêrim Nikarim...

Dara Şikestî

Ez dara şikestî me


dil birçî û tî me


çavê xwe li te digerînim


dixwazim xewnên xwe bi te bixemilînim


lê çi bikim


newêrim


Nikarim! dara şikestî me


di xewnan de


serî li ser milan da tînim


dilê xwe bi kenê te dikenînim


...............


ez ditirisim


ji windakirina te


nikarim


 bê evîna te


dixwazim


te


ji te hez dikim


dilê xwe bi te dadigirim


lê çi bikim


ez jin im


pûç û şikestî me


....
bêje


bi hawarî


bi xurtî


ez ji te hez dikim


destê min bigire


porê min bihûne


serê min deyne


ser dilê xwe


û min bernde




Dilyar Amûdê


Min ev helbest ji bo hevaleke xwe ko evîndar bûye, lê newêre û nikare evîna xwe ji zilamê jê hez dike re bibêje.











Monday, November 14, 2011

Ez Hîn Li Wir Im

Ez hîn Li wir im


Di nav gelemşê de


Difetisim bi dûya çixareyan


Di nav xwîna kuştiyên de


Di nav xwîna xwe de


mejiyê min li jêrzemîn belav bûye


Yan derî û pencereyan bigire


Ta ez rizgar bibim


Ji nîvjîna te li dû xwe hiştiye


Bi mirinê 


Bi te jibîrkirinê


Bi dilê xwe pê li zikê min meke


Ez westiyam ji te


Hîn ez li vir im


Piştî Çend salan


Lê tu 


Pencereyan digirî


Û ne tê û min rizgar dikî




Dilyar Amûdê



Saturday, November 5, 2011

tiştê çû nede dû!

tiştê çû nede dû! gotineke xweş e, gelo mirov dikare çiqasî vê bi cih bihîne! ez bi xwe nizanim li gorî ez dibînim ko raboriya mirov herdem bera dû dide, belkî bera dû nade lê dem di hundirê xelekekê de asê bûye û naçe bi pêş de, her carê bi awayekî derdikeve ber mirov, geh wekî cejnê geh wekî fersendeke nû, geh wekî têkiliyeke nû, geh wek tiştekî ko herdem dûbare dibe, lê jiyana mirov naye guhertin.

Dilyar Amûdê

Thursday, November 3, 2011

Li Derî Nexe

sar e
pir sar e
ez dicemidim
pencereyê bigire
were
li derî nexe
hema derbasî dilê min bibe
bi laşê xwe
rewanê min germ bike
ez qefilîm
hêdî hêdî
xewa min tê
hêdî hêdî
ez dimirim
ma qey ne bes e
dûrî
were
li derî nexe
derbas bibe
deriyê min vekirî ye
ne hewcî tu di pencereyê re
li min temaş bike

Dilyar

Saturday, October 29, 2011

Berbang


Bihna min diçike
Ez dixwazim xwe
Bi agirê dojehê bişewitînim
Belkî agirê nava min vemirîne
Xwe bi ava okyanosan bifetisînim
Belkî jana dilê min ji destlanî bixe
Ez dixwazim êş û derdên xwe biêşînim
Ez dixwazim wan bi pertiandina xwe siza bikim

Dilyar Amûdê

Sunday, October 23, 2011

Xapînok


Xapînok
bazde
bilezîne
ji xwe tu dê biwestî
û li dawiya vê xapînokê têk biçî
lê dîsa jî bazde
ji ber rawestîn bêtir diwestîne
tu ti carî nagihê dawiyê
lê hêviyên xwe biparêze
wek ew kesê ku di bêşbiriyê de
ji bo nîşana zêrîn baz dide,
bazde
lê bizane ko nîşaneyeke wisa tune
li dû xwe nenere ji bo tu nizanbî
tu  bi tenê,
bi xwe re pêşbiriyê dikî
bila ji te werê ku
tu li pêşiyê yî
encex wê çaxê
ev xapînok a
tev hêvî, xeyal, û raman
bi dawî bibe.
lê vê jî ji bîr meke
ku ew dawî tune
hebûn û tunebûna te
ji xapînokê re
wekhev e
ji xwe biryara hebûn û tunebûnê ne di destê te de ye
bizane
çarenûsa xapînokê
ne bi pênûsa te tê nivîsîn
lê xeyal bike
ku heya bi rûplên pêşbirên din jî bi pênûsa te
hatiye nivîsîn
bazde
heta tu bikevî
lê tu carî nekeve
dîsa jî ji bîr meke
ku tê wekî
çinarekê bê xwarê
lê ew jî biryara xapînokê ye
ne ya te ye
bazde
bi xwe re

Dilyar Amûdê

Dawî

hilkehilk e
bejin li ber westandina rêya jiyîn tewandiye
dest li ser çongan
çavên xwe biçûk kiriye
li rêka bê dawî dinere
ji bo dîtina dawiyê


girîngî ne di dawiyê de ye
lê di hatina wê de ye

Sunday, October 2, 2011

Xwedûbarekirin

Ez ji xwedûbarekirinê teqiyam
ji heman jiyanê
ji valahî û nezaniyê
ji wan çar peyvên
ko wateya xwe cûtin
ji pirgotinê
ez ji mirovan aciz bûm
ji nivîs
û xewndîtinê
ji hêviyên bê wate
ji nakokiyên mejî û dilê xwe
ji xwe
ez ji her tiştê vê jiyanê teqiyam
ji gotina çend peyvên evînî
çend peyvên ramyarî
ramîna mirovahî
ez ji her tiştî aciz bûm
ji we û xwe
ji te û xwe

Dilyar Amûdê

Wednesday, September 7, 2011

Tenêtî


Min Û hêviyê min di tariya tenêtiyê de nehêle
Min  bi xwere nebe wê dûriyê
min bi tenê li vir nehêle
Hema xewnên  min jî bi xwe re bibe
Min ji kurma re nehêle
Hiş û mejiyê min dixwin
Hîn dilê min dijene
Ma qey tu nizanî ku
Ez kwîr bûme
Min riya xwe winda kiriye
Min bi xwe re bibe
Ez li vir tenê me
Bêkes im
Dilyar Amûdê

Katjimara Qûmê

Her ku behsa demê dibe ew katjimara qûmê tê bîra min, ew lebata qûmê ku diherike  ji jor ber bi binî ve  bêyî ku tiştek karibe wê rawestîne ji pêvî ku tu wê katjimarê wergerînî , gelo jibo ku ez jî karbim ev jiyana ku ji nav destê min diherike, ji bo ku raweste divê ez jiyanê wergerînim ango ez nerînên xwe li cîhanê biguherim, nizam divê ez çi bikim lê ez dizanim ku divê ez tiştekî bikim yan wê qûma jiyana min giş biherike binî.

Monday, September 5, 2011

TU


Gelo kesek dikare
Dîrokê bişewtîne
Her tiştê hatiye kirin bertelef bike
Jiyanekê bikuje
Dilekî ku jenîna xwe
Ji bêhna te
Bêhna beybûnê
Distîne, Rawestîne
Xewnê ku li ser gulîstana dêmê te
Dihatin avakirin,
Bi tariya şevê reş biki
Kesek dikare
Kêrekê li zimanê min bixe
û pûç biki
Ta ku ji vê bendestiya gotinan derbikeve
Ta ku hewil nede
Evîna min ji tere bipesinîne
Ji ber ti gotin nikarin
Wî kenê te yi şêrîn
Wan çavên te yê reş
Bipesinîne
Tu kes dikare
Min bikuje
Kesek dikare mirovekî mirî
bi hestên dilsoziya te, bikuje
Na na
Ma kesek dikare nefesê bide
Ew kesê ku nefesa wî tu yî
Ma qey kes heye dikare
Ji min fêm bike
Ku ez nikarim bêyi te bijîm
Ma qey ev tişt giş dijî min in
Ma çima ev gotin têra  wesfê evîna min nake
Ma gotineke
Ji ez ji te hezdikim mezintir
Xurttir tunne
watedartir tunne
Ku ez pê bêjim
Ez ji te hez dikim
Keçê tu dilê min î
Tu xewna min î
Tu hêviya min î
Tu temenê min î
Tu cejna min î
Tu ola min î
Tu ronahîya min î
Tu evîna min î
Pêşeroja min î
Paşeroja min î
Serkeftin û azadiya min î
Tu welatê min î
Tu ala min î
Tu kenê min, kêfa min î
Rewşa min î
Canê min î
Şeva min î
Heyva min î
Roja min î
Siruşta min î
Xorsta min î
ka ew gotina
ku rahêj van wateyan û pesnê hestê min  bide
ka ew ku sinorê evînê derbasbike
Û derbasî  tixûbên
Ne ehmedê xanê
Ne seydayê cegerxwîn
nedîtine
ne jibo tiştek î
bes jibo ku tu fêm bikî
bê ez ji te ji her tiştî
bêtir hez dikim
jibo ez ji ter bêjim ez jibo te amede me
cîhanê jinû ve biafirînim
jibo te ez karim ramana ji nû çêkim
ez renga ji nû ve çêkim
ez jibo te her tiştî
heta xwe jî biguherim
bes tu bêje erê


Dilyar Amûdê 

Sunday, September 4, 2011

NAME

NAME
Beybûna min
Ev nameyek vekirî
Ji birîndarê evîna te
Rêza yekemîn
Tê bîra te cara pêşî
Rêza duyemîn
Nêzîka
mi nikarî bû ji ter bigota (ez ji te hezdikim )
Rêza sêryemîn
n me hev dît , tu winda bû li ber panoyê, windaya min şeş meha derbasbibû , Li qiraxa deryaya guherîna min,Şevek reşb
min ji ter got (ez ji ter hezdikim)
min maça xwe ya pê
Rêza çaremîn
Arî
Rêza pêncemîn
Mi di kolanên xerîbiya dilê xwede ,
jiber xezebek ku sedema wê bê ewletî bûnbû
min dev ji te berda
Rêza dawî
Ez po
di serê min de û ez giriyam û ez hîn jî digrîm
Lê êdî tu tunne yî
û min nizanîbû ez ê bibim dîlê te şî ji wan lêvên zuha stendin şeyê me dest pê dikrin , û hayê min jê tunnebû ku ez roj bi roj bêtir di nav evîna te de winda dibimşman bûm li ser wan hêvîyên te çandin

Sunday, August 28, 2011

.........

çima tu tenê ?

ji pêvî jinên cîhanê gişa

endeziyariya jiyana min diguherî

û ahenga rojê min

û pêxwas ,bi dizî derbasî

cîhana karê min ê biçûk dibî

û tu derî li dû xwe digirî

û ez nabêjim NA

( ji helbesteke erebî )

Girî


ez li vê biyaniyê
bêriya xwe dikim
bêriya giyana xwe dikim
dixwazim kûr kûr bigrîm
niqlîkan bidim
û ez wekî zaroktiya xwe bigrîm
û bigrîm
wekî xwe
ez bêriya te jî dikim
erê tu
ez
ez bêriya xwe dikim

Martin Eden

Em exlaqê di xwezayê de red nakin,em gerdûniya( cîhaniya)exlaqan red dikin û gava em zagonekê exlaqî red dikin yan jî dipejirînin em lê dinerin bê jiyanê li pêş dixe yan jî astengiyekê li pêşiya jiyanê çêdike "

Derew


çend gotinê xweş
hinek çanda ji devekî difire devekî
sê çar peyvên felsefî
hinekî îdioljîk
hindirê xwe bi perdeyên reş binuximînin
û derva xwe bi rengan û bi kesekesoran bixemilînin
ha ez hindirê xwe pêş we bikim
hûn ê gelek gemar û qirêjê bibînin
lê  çima 
hûn
?

 çima newêrin li hundirê xwe binerin
çima hûn newêrin ew paçê bi
derewê we
bi ezîtiya we
bi zikreşî we
bi xwedîtina we
gemar bûye
ez ana bêjim
ez ana rastiyê we li riwê we bixim
hûn perda xwe bi nefretê jî gema bikin
ê bihêlin ez rastiya xwe ji xwe re bêjim
û destê xwe navêjin jiyana min
ji jiyana min derkevin

Privacy:

Awerte

Awerteyan nexin jiyana xwe yana wê jiyana we bi xwe bibe awerte

Beybûn

Beybûn!

Tê bîra te!



 Min ji te re digot



wî !





Deng naçe miriyan!



Çima te xwe kuşt




Min ji te hezkirbû




Te çima nefret xist dilê min





Dilyar Amûdî

Dan

min ji te hezkir

min tiştekî biçûk da te

ez ê êdî dilê xwe

hêviyê xwe

xewnê xwe

canê xwe

ez ê xwe bi xwe bidim

ez ê jiyana xwe bidim evîna xwe

....

Dilyar Amûdê

Hova Xwînmij

Wek te ye!

tê ji xwe hez bikîi


 ji peran û zayendê.

Tê bêjî ez ji te hez dikim


heta ku tu valahiya xwe bi derewên xwe dagirî,


û tê biçî! 


Lê pêşî! 

Tê xweşî û vereşîna xwe bi min pêk bînî

Tê bang bikî:


Biqîrî: 

Erê, erê ,ez dixwazim,

te dixwazim di hundirê xwe de.


di hundirê odeya nepenî.


"Bidestûr derbas be",


tê bêjî.

Ez ji te hez dikim


erê erê


êşa te jî xweş e dilê min


û tê serê hespê zilamtiya min maç bikî


û tê biçî asta bilind ya hestên xwe yê dirrinde

tê dirrindeyiya xwe derxî meydanê


û tê xwîna min vexwî û


tê bi ken bêjî


ê bi dû de


te min tê re nekirî


û tê bi hestên xwe yên hovane  min bikujî


Dilyar 

biçe


wek te ye!
tê ji xwe hez bikî
ji peran û zayendiyê
tê bêje ez ji te hez dikim
heta ku tu valayî ya xwe bi derewên xwe dagirî
û tê biçî
Dilyar

Saturday, August 27, 2011

Cejn

Cejn e...

 Wêne û ala hilawestine

Jiyana me dagirtine.


Ma gelo em dikarin bi cejnên xwe, 
şa bibin

Em dikarin dîlan xwe bi ala û wêneyan 
bikin.

ez koleyekî qels im

Rast e,
Qels im! 
Rast e,
Evîn koletî ye
Min koletî pejirandiye
Lewra, ez qels im 
Ez qels im 
Ji ber min hêvîyên xwe par vekirin
.....
Tu rast dibêjî
Min got qey 
Evîn rastiyek e 
Loma  ez qels im 
min bêriya derewkê kir
 ê ji xwe  ez qels im 
xwezî ez wek te bama
 bê dil bijyama
 xwezî min heznekira
 û ez qels neketbama 
lê ez çi bikim
 çavê min girê dan
 û min ji çiyakî avêtin 
avêtin .. newala evînê
 na .. newala derewan
 newala xeyalên xwînkir
 hêvîyên çilmisî
 jiyanên vemirî
 newala derew û windayiyê 
dilê min şikenandin 
 çavê min tirsandin
 ez kuştim 
ez kirim termek
 nîv canî 
ez wek tu dibêjî qels kirim 
erê erê ez qels im
Dilyar .. Qonya

Thursday, August 25, 2011

xwefiroş


xwefiroş

xwefiroşa erzan....
hewldide xwe bi buhayî bifroşe min, lê nizane ku ez êdî rewrewkan
nakirim

 ez êdî bazirganiya perepersetan nakim 
na.. bazirganiya koleyên pereyan nakim
ey xwefiroşa erzan
Cotmeh 17, 2010 at 12:27 lê min 25.08.2011 an de nû kir

Monday, August 15, 2011

lorî lorî

dergûşa min bi hejîne dayê bêje lorî lorî berxê min lorî
lorî lorî berxê min...
bêje bira were xewka şêrîn
çîrokekê ji min re bêj 'hebû tine bû rahma xwedê li dê û bavê min û webû'
bêje bera xwedê rahma xwe li min bike dayê
û bêje 'çîroka min ji wer xweş ka dîfilek şebeş'
ez dîfilek şebeş bidim te ji dilê xwe
ji min re lorî lorî bêj dayê...

Ziya Bagi

min bilorîne

min bilorîne
heya mirinê
ji navbera şevê derkeve
serê min deyne ser çonga xwe
û min bi dengekî xemgîn bilorîne
êşên min bilorîne
bila binivin
ta ku ez çêja hişiyarê bihesim
dilê min di xew rake
ji bo mejiyê min şiyar bibe
(01:22 ,15.08.2011 ez û Ziya li stranaekê li ser lorînê guhdarî dikin )

Friday, August 12, 2011

bexçe


ma qey çend lib dil
divên 
jibo xaka zer şîn bibe
gelo rondik
têra mezinkirina darê nedikir 
heta ku xwîn rijandin
dirûşm û girî
li ser dîwarê tirsê
sînorê bêdengiyê
didirînin
di fikra we de
çewisandin
dermanê

Rojbûn


dem
roj
meh
sal
û çend hûrikên jiyanê
Û ez
xew
xwarin
dîsa xew
dîsa xwarin
û ez
valayî
bêsûd
re
şbînî
û ez
çend keçik
hinek ken
hinek girî
gelek li xwe gerîn
hîn bêtir têkçûn
û ez
temenek windayî
rojbûnên li dû hev hatî
dîsa gelek têkçûn
û ez
salek nû
jiyanek nû
hêviyek nÛ
xewnek nû
hinek ez
û hinek ne ez
gelo ez ê bibim ez

çavên te

di çavên te de cîhan min
tevlihev dibe
firtone di mejiyê min da radbin
bi porê te
şeva min dest pê dike
û pê re bendwariya min
jibo hevdîtna bi kenê te re
kenê sînoran derbas dike
şahiyê dilê min li dar dixe
û şana riwê te
xala dawî di jiyana min de
nîşan dide

Dilyar Amûdê

mirov



gelo pêwndî û danûstendinên xwe em li gorî dilpakî û samimiyetê mirovan dikin an jî li gorî raman û hêmanên xwe dikin ?? heger li gorî samimiyetê be çi ye ew tiştê vê baweriyê dide me? û ma gelo ev nabe dualîtî ?


Êş

ez diêşim, dilê min dilerize , û reliz bi laşê min ve hildikişe heta xwe bera nava mejiyê min, û diguvêşe û wî zuha dike ji şadiyê û bes êş û kulan dihêle , ez jî nizanim bê êş ji ku tê lê heye ..

Evîn


Pirsek: hezkirin dayîn e  an jî  stendin e? 


Gelo! tu dikarî bidî min bêyî tu ji min bistînî!!


Heger tu karibî jî tu dê karibî ehmeqîyên min jî rakî?


Îro min di pirtûkekê xwend


 Li ser evîn û hezkirinê bû,


 Û ez gîham vê encamê: 


ne evîn û ne hezkirin êdî nemane








Dilyar Amûdê

Thursday, August 11, 2011

Mirov

‎"di hindurê her mirovî de derewçînek, dizek, qûndak, kujerk,xweparêzek heye , ya girîng ew e ku di hindurê mirov de çiqas ew kesê rastgo,dirist,exlaqî,û fedakar hene " 

Nakokî

Nakokî û dijayetî rastiyeke wek gellek rastiyên di hiş û mejiyên mirov de, kêşe ne ew e ko mirov di nav nakokiyan de avjeniyê bike lê kêşe ko mirov hayê wî jê tune be ko di nav nakokiyan no dibe.

Biryar


Çîrokê wiha dest pê dike ;
Du laşên nuxumnadî
Di nav nivînên germ
Li odeya cemidî
Keç dipirse ;
Ez êdî ya te me?
Ta mirinê
Law dibersivîne:
Ez bi te re me
...
Dem derbas dibe,
Çêja pevşabûnê,
Tîna laşên tazî,
Hilkehileka şaddayînê,
Keftûlefta xebata hevdîtinê,
Winda dibin
Êdî herdû laşên nuxumandî
Ne nuxumandî ne
Bê sînor
Hemû sînoran derbas dikin
Şanên li ser çiyayên bilindtirîn
Tên dîtin
Û bayên seqemîn xwe bera nava nivînan didin
...
Hûrikên biçûk li ber çavan tên raxistin
Û law êdî bi meya sêvan mest nabe
Gulyazên sor diperçiqin
Keç li laşekî mezintir
Xurttir
Li mejiyekî firehtir digere
.....
Ew siwarê hespê sipî
Kal dibe
Xûz dibe
Û pirsa giring tê
Ka em ê çi bikin?
...
Ev pirsa ji navbera lêvan diherke
Bi xwe re keştiyên
Tenêtiyê
Dûrîtiyê
Tîne
...
Û keç bilez
Ji nav nivînan derdikeve
bi awayekî nuxumandî
ew zarên ku
bi agirê çêj û şehwtê şewtîne
vedişêre
..
ta ku ji nû ve
tev li derewên xwe bifroşe yekî din
...
( saet 13 :23 .11.08.2011  min ev nivîsî , bi rastî jî ez di evînnek xwe ya kevin de ramiyam û min nivîsî, têkiliyên din di nav nivînan de dest pê dikin , pêşabûn çiqasî dirêj bike bila bike dê xelas bibe û pê re her tişt jî xelas dibe, ji bo navê helbestê tu têkliya wî bi helbestê re tune hew ji ber ez ê biryareke mezin bidim lewra min kir)