Çîrokê wiha dest pê dike ;
Du laşên nuxumnadî
Di nav nivînên germ
Li odeya cemidî
Keç dipirse ;
Ez êdî ya te me?
Ta mirinê
Law dibersivîne:
Ez bi te re me
...
Law dibersivîne:
Ez bi te re me
...
Dem derbas dibe,
Çêja pevşabûnê,
Tîna laşên tazî,
Hilkehileka şaddayînê,
Keftûlefta xebata hevdîtinê,
Winda dibin
Êdî herdû laşên nuxumandî
Ne nuxumandî ne
Bê sînor
Hemû sînoran derbas dikin
Şanên li ser çiyayên bilindtirîn
Tên dîtin
Û bayên seqemîn xwe bera nava nivînan didin
...
...
Hûrikên biçûk li ber çavan tên raxistin
Û law êdî bi meya sêvan mest nabe
Gulyazên sor diperçiqin
Keç li laşekî mezintir
Xurttir
Li mejiyekî firehtir digere
.....
.....
Ew siwarê hespê sipî
Kal dibe
Xûz dibe
Û pirsa giring tê
Ka em ê çi bikin?
...
...
Ev pirsa ji navbera lêvan diherke
Bi xwe re keştiyên
Tenêtiyê
Dûrîtiyê
Tîne
...
...
Û keç bilez
Ji nav nivînan derdikeve
bi awayekî nuxumandî
ew zarên ku
bi agirê çêj û şehwtê şewtîne
vedişêre
..
..
ta ku ji nû ve
tev li derewên xwe bifroşe yekî din
...
...
( saet 13 :23 .11.08.2011 min ev nivîsî , bi rastî jî ez di evînnek xwe ya kevin de ramiyam û min nivîsî, têkiliyên din di nav nivînan de dest pê dikin , pêşabûn çiqasî dirêj bike bila bike dê xelas bibe û pê re her tişt jî xelas dibe, ji bo navê helbestê tu têkliya wî bi helbestê re tune hew ji ber ez ê biryareke mezin bidim lewra min kir)
No comments:
Post a Comment