Berî çend rojan hevalekê got " bi rastî jiyan gelekî zehmet e", tevî ku sedema hişt zehmet bibe di destê wê de bû û heta radeyekê jî bi xweperestiya wê ve girêdayî bû jî lê ez jî pê re me di gotina wê de.
Ez fêm nakim bê çima em jiyanê wisa zehmet dikin, nizanim hew di çivaka me de wisa ye, an di hemû çivakan de wisa ye, lê dizanim ku bandora çivakê pir e li ser me.
Em gelekî perîşan in, hest, daxwaz, hêvî, kesayet û her tiştên me, mişextbûyî, dabeşbûyî, û polîtîk in.
Du sê çandeyan bi hev re dijîn, ne bi şêweyeke siruştî "pêş ve diçin".
Civaka me winda ye. mixabin em hewl didin wan cihên qetiyayî û biqul perçîn û pîne bikin, lê ne hêsan e, belkî jî ne pêkan e.
Me li ser van torên civakî civakin aşopî ava kirine, me hevbeşiyên xwe peyda kirine, lê me ji bîr kiriye bê çiqasî cudahiyên me hatine pirkirin.
Êdî hestin me ên bingehîn çêbûne ku ew bi xwe divê hestin awarte bin; bêrîkirin, êş, xemgînî, evînên şikestî û gelek tiştin nexweş wek wan.
Em nikarin bibin asayî, em her tiştî zêde tund dijîn.
Helbet aqil dibêje ma çi ye! çima wisa ye! dê derbas bibe, lê ne di destê aqilê reben de ye, Ji ber em nexweş in.
Min gelek caran hewl daye bi kêmanî xwe derman bikim lê bi ser neketime, min hemû şêweyên dermankirinê ceribandine, çi şoreşgerî ku ji bingehê de, çi demkî ku bi demê re yekoyeko çareser bikim lê nebûye, ji ber êdî tiştek di hundirê me de winda ye.
Ev nivîs ne nivîseke xemcivîn e, lê analîzeke şexsî ye ku hewl didim tê de dev ji xwe ber nedim, ji ber dizanim ku çawa bibe jî ji min re xweşbûna jiyanê di hewldan û xebatê de ye.
Ez bala xwe didim hemû ciwanên me rewşeke ji depresyon û êşheziyê li ba wan heye, ev ne karektereke mirovî ye lê taybetmendiyeke ku neçar mane wek rastiyeke jiyanê bipejirînin yana dê nikaribin van êşan rakin.
Ez li stranan kurmancî guhdarî dikim, hemû êşîner in, heta stranên ku em dîlana kurmancî li ber dikin bi xwe hêsrên mirovî dihînin.
Tevî ku wek kurdekî min dixwest bizanim dîlanê bikim lê heger min bizaniya dê rewşeke gelekî kenewer derketa holê ji ber ez ê bibûma yê yekem bi dîlanê re digirî.
Wek Dilyar ez ê çixareya xwe vêxim bi qeheweya xwe re û hewl bidim ku rast bijîm wek ku ez dizanim
Lê demekê dûrî muzîka kurdî, heta strana "jîn û hebûn" ya ku min xwe wek kesekî xurt tê de didît êdî min diêşîne.
Dûrî her tiştî nêzîkî xwe.
Qehwe û çixareya min van çend rojan dê dostên min bin.
Em binerin bê pêşroj çi dide me, yan jî em binerin bê em dikarin çi jê bistînin ji ber qet nade.
Heta demekê dê înterneta min tune be, ka em binerin bê em ê di vê demê de çi bikin.
Niha bi xatirê hemû hevalên hêja...