Nereve ji xwe
Xwe di piş nexweyiyê de veneşêre
Xwe bi têlan nexapîne
Bi tixûbên aşopî nexapîne
Xwe bi fişara neyaran xemgîn neke
Giş di hundirê te de ye
Ne çîrok
Ne agirê şewata xaniyan
ne pakrewan
ne goçberî û mişextî
Giş
Ne rastiya te ne
Rastiya te du hundirê te de
Di mejî û ramanan de
dijî
Xwe di piş derewan de veneşêre
behsa çîrokên serkeftin û tekçûnê neke
Ne xeme
Tu ne cuda yî
Lê.. lê
xwe neke ji kesên cudayetiya te difetisînin
Tu ne bêhempa yî
lê .. lê
Bizane kes wek te tune ye
Nereve ji xwe
Netirse
Xwe bi dÎwarên aşopî
Bi çeper û mayinan veneşêre
Çîrok qediyaye
Xwe di paş
Xurtiyeke vala de veneşêre
bibêje: Li xwe mikur were
û bibêje
Ez tirsonek im
Ez nikarin li xwe ji xweperestiyê biaprêzim
Bi wêrekî
Xwe wek rastiya xwe nîşan bide
Bizane
Ne wêneyê te
Ne jî nivîsên te
ne raborî û en nihaya te
Te ji rastiya te rizgar nakin
Peyvên qelew
Rêmanên mezin
Te ji rastiyê biçûk xelas nakin
Tu bindest î
Bêkes î
Bêwar î
Tu ne tu yî
Tu çêkirî yî
Ji ramanên cuda
ramanên zordariyê
pozê xwe bilind neke
tu wek min î
wek her kesî yî
Lê tu ne xwe yî
Xwe di piş derewan de veneşêre..
2 comments:
sihet xweş...
rastîyeka tahl wek hemîyan!
Ji xwe ti kes ne bêhempa ye heta xwe bi mertalan biniximîne
Post a Comment