Bavo! Yadê!
Xwişkê! Birawo
Min ça bêriya we kiriye
Dil bê we dikele
Digirî
Perîşan dibin, Ez û şev
Şevreşiya welêt
kon li dilê min vedide
...
Ez tazî Pêxwas Li penaberiyê Di nêv êgir de Bê we diqefilim Digirîm Ji tenêtiyê Ji bêWEtiyê ... Werin Min têxin dergûşa min Bilorînin
Bilorînin êşên min bêriya min bila bela xwe ji laşê min rebenê xwedê vekin Bila min di tenêtiya min de bitenê bihêlin

No comments:
Post a Comment