Lê bigere

Tuesday, October 29, 2013

Amûdê

Sor sor bûye
Roja li ber qelaç
Diçe ava
Xatir ji textên
Neraxistî dixwaze
...
Şûv û beyar
Dar û ax
Li dûriyê temaşe dikin
..
Wêneyê hesretê ye
Ew deşta giryok
..
Bi ser xwe wer dike
Reva zarokan
...
Di xwe wer dike
Dilê evîndaran
...
Ji xwe welî dike
Niştîcihên reben
...
Ez ê çîroka vê rojê, wî qelaçî û vê beriyê...
Ez ê behsa zarokên mişextbûyî ji we re bikim
..
Baş lê binerin
Gelek dil li erdê hiştî ne
Ne bûn tov
Ne jî zîl dan
Xwediyê wan
Nedikarîn wan li pişta xwe bikin
Rêya revê dûr bû
Ew dil giran bûn
Tijî evîn û xem bûn
...
Belê!
Çîrok ev e:
Zarok ji day dibe
Tûrikê dilê wî tije
Hezkirin dikin
Di vî wêneyî de
Li vê beriyê
..
Ewqasî tije dikin
Ku dil diteqe û
Zarok di cih de
Li sînema û girtîgehên şewitî
Dixwaze xwe bişewitîne
..
Li vê çola xalî
Gelek giyan digerin
Hin diçin avjeniya di golên çikiyayî de
Hin jî direvin
Ji ber zarokin dî
....
Di vê beriyê de
Xewn her dimînin xewn
Ti car napişkivin!
...
Li vê beriyê
Şerê mezinan
Biçûk pêk dihînin
Tembûr û muzîk
Bi serxweşî newayên
Ne perwerdekirî
Dirêsin
....
Her dem
Ew zarokên mezin
Rûdinên li serê qorzîkan
Dijmêrin rondikên
Hêviyên dilperitî
..
Hêviyên ku dilê wan
Dişewite
..
Hêvî bi xwe dizane
Ku mezinbûna temenî
Biçûkbûna wan dihîne
...
Li vê beriyê û di vî wêneyî de
Em dixwazin
Wek di wê kêlîkê de
rawestin
...
Bila jiyan raweste
Bila xewn her nebin rastî
Bila hêvi bimînin wek xwe biçûk
lê.. lê
Bila wêranî
Ji vê bêtir
me di kendalê wer neke
û wêne me xemgîn neke

...

Dilyar Amûdî



1 comment:

Anonymous said...

Xweş bû dest xweş