Lê bigere

Sunday, January 19, 2014

Welato

Lorî! lorî!
Welatê min lorî!
Binive vê şevê
Bêşer
bibîne xewna azadiyê
netirse!
Bipirse ji xwedayî
Netirse ji birûskên erdhejîn
Netirse ji bahoza gelemşiya derewîn
Bipirse çi xwedayî!
Çima?
Çima azadî li vê xakê qedexe ye?
Çima mirin dîrok û çîroka me ye?
Welatê min îşev binive
Bila parastin erka me be
Bila xew vê şevê ne ya me be
Binive di azadiyê de


Pakrewan

Min dayikek dît
Zêmar û dîrokan dixwîne
Li ser goreke çandî
Di bejna gulistanekê de
...
Çi bûye dayika xemgîn?
Çi digirî?
Li min zîvirî bi çavên tijî hêstir
Bi rûyê kelaştî, tê de nîşan dibe birîna dil
Got:
Kurê min!
Giran e! êşîner e!
Çûna te!
Mirina te!
Pelçemok û kundan
Xwestin bidizin roja me
Xwestin vemirînin çiraya azadiya me
Hewl dan bixeniqînin
hemû hêviyên min
Kawayê min!
Kurê min!
Rakir ala xwe
Li bejna xwe geran rextê xwe
Tifinga xwe, avêt milê xwe
Dilê xwe kir narincok
û Teqand di kîn û zikreşiya wan de
Felsefeya axê vegot
Strana azadiyê nehwirand
Û giyana xwe di vê axa pîroz de çand
Ta bipişkivin darên azad
Ta pepûle bifirin li ezmanê welêt
Ta bikenin
Hemû rojên bendwar
...



Wednesday, January 15, 2014

Ez zû digirîm .. têkçûnan neyênin bîra min Bila vê carê strana "Ey Silêman Silêman Were mala min mêvan" bi dengekî xurt bê nehwirandin

Monday, January 13, 2014

Hinase

Hinaseya min î Kê tu ji ser kezeba min qut kirî Ez fetisîm Ji nebûna te ji bêTebûnê Çêtir bû Mirin Ji kezebeke reşbûyî bi te

Helbest

Helbesta bêêş dikare watedar be.. Heger êş li dinyayê tune bûya.. Heta êş hebe Helbest ji bo helbest be divê biêşîne..

Kole

Koleyên rojê
Çîrokên şevê
Xwêdana xwe zuha bikin
Hûn genî bûn
Bila pêlên ramanan
We ji zindanê biqewirînin

Friday, January 10, 2014

Nuqitî

Nuqtî dilê min
Ku tu ew î
Golek ji xwînê çêkir
Komkujiyek li dû xwe hişt
Ew çi ken bû
Te nuqitand vî dilî
Te deryayeke derewan çêkir
Ma te negot
Ew jehr e!
Tê bimirî
Dilopek tenê dikare
hemû evîndaran bikuje

Wednesday, January 8, 2014

Xwe nehêle

Xwe li dû xwe nehêle
Tu diçî kû?
Rêya xwe dubare neke
Dîsa bi wê zêmarê nenehwirîne
Sal diherikin
Qey tu natirsî
Tu dîsa xwe li vir
di vê tariyê de bihêlî
û biçî