Lê bigere

Sunday, January 19, 2014

Pakrewan

Min dayikek dît
Zêmar û dîrokan dixwîne
Li ser goreke çandî
Di bejna gulistanekê de
...
Çi bûye dayika xemgîn?
Çi digirî?
Li min zîvirî bi çavên tijî hêstir
Bi rûyê kelaştî, tê de nîşan dibe birîna dil
Got:
Kurê min!
Giran e! êşîner e!
Çûna te!
Mirina te!
Pelçemok û kundan
Xwestin bidizin roja me
Xwestin vemirînin çiraya azadiya me
Hewl dan bixeniqînin
hemû hêviyên min
Kawayê min!
Kurê min!
Rakir ala xwe
Li bejna xwe geran rextê xwe
Tifinga xwe, avêt milê xwe
Dilê xwe kir narincok
û Teqand di kîn û zikreşiya wan de
Felsefeya axê vegot
Strana azadiyê nehwirand
Û giyana xwe di vê axa pîroz de çand
Ta bipişkivin darên azad
Ta pepûle bifirin li ezmanê welêt
Ta bikenin
Hemû rojên bendwar
...



No comments: