Lê bigere

Monday, June 9, 2014

Ziman û dîn

Ez ê ji we re çend tiştên balkêş bibêjim derbarê çêbûna zimanan de.. Kê "tekwîn/Genesis xwendiye? Beşê 11an?

Em pêşî behsa"Genesis in the Bible" beşê 11an bikin û bê çawa pêşî li gorî pirtûka pîroz hemû xelkê dinyayê bi yek zimanî diaxivîn û hemû li "Shinar/Şinar"ê dijiyan û ku wan bi hev re hewl da ku birc û qesiran ava bikin ta ku xwe bigihên ezmanan û xwe pê re bigihînin bi xwedayî û ew qesir û birc vê dawiyê bi "baxên hilawestî yên Babilê" tên nasîn ku dibin yek ji derhozeyên cîhanê. Helbet xwedê bi vê reftar û tevgera mirovan dilnexweş dibe û vê helwêstê wek hewldaneke mirovan ya rikberî û reqabetê pê re dihesibîne û dibeje sedema vê bûyer jî ew e ku hemû mirov li heman cihî bi heman zimanî diaxivin. Lew belayekê tîne serê mirovan û zimanê hemûyan wisa ji hev cuda dike ku nikaribin ji hev fêm bikin û wan li seranserê vê cîhanê belav dike. Hêjayî gotinê ye ku wateya "Babel/Babil" bi xwe heytehût, qerebalixî û dengên nefêmkirî ne ku navê wê herêma ku bi navê Şinar dihat nasîn piştî vê bûyerê bûye "Babil".

Em bên ser çîrokeke din ya dînî ku gelekî balkêş e; Êzîdîtî û baweriya wê bi awayê çêbûna zimanan li ser rûyê dinyayê.

Pêşî em hinek tiştan derbarê Êzîditiyê de rave û zelal bikin: Êzîdîtî dîneke "monoteîst" e anku yekxwedayî ye û bi giştî li Kurdistanê dijîn û bi pirranî zimanê wan kurdî zaravaya Kurmancî ye li gel ku hin erebîaxêv( dibêjin em ereb in jî) dînê Êzîdî ji xwe re wek dîn qebûl dikin. 
Ez îca li gorî baweriya Êzîdiyan hin têgehên wan yên dînî bibêjim:
Xwedê: dinya afirandiye û radestî heft melekan kiriye ku bi rê ve bibin û Melekê Tawûs yê herî berbiçav e di nav wan de.
Melekê Tawûs: Şeytanê ku di hemû çîrokên di dînê îslamê û filetiyê de ew kes e yê ku  neçûye  sucdeyê ji mirovî re lê Êzîdê vê helwêstê pîroz dihesibînin. 
Çîroka Êzîdiyan derbarê afirandinê de wisa ye; xwedê ji ronahiya xwe pêşî Melekê Tawûsê adirandiye û paşê hemû melekên dî afirandine û ji wan xwestiye ku ji bilî wî ji kesî re neçin sucdeyê û paşê ji wan dixwaze ku herin axê ji erdê bînin û pê zilam û jin dide afirandin û ruhê wî ji bêhna xwe didê. Lê li dû vê ji melekan dixwaze ku ji zilamî re jî biçin sucdeyê û hemû melek diçin sucdeyê ji bilî Melekê Tawûs û dibêje ez ji roniya te çêbûme ez ê çawa ji yekî ku ji axê çêbûye re herim sucdeyê lew xwedê li wir pesnê wî dide.
Êzîdîtî dibêje ku "başî û xerabî" di hundirê ruhê mirovî de ye dibêje piştî ku xwedê cîhan afirand ew bi temamî radestî Melekê Tawûsî kir. 
Welhasil em vegerin ser çîroka xwe piştî wê ji zilam û jinê re 80 zarok ( li gor hinan 72) zarok çêdibin û ev zilam û jin dikevin qirika hev û dibêjin mirovê îdeal çawa ye? divê çawa be? û ji bo zanîna bersiva vê pirsyarê herdû fikirên xwe dixin du cerikan û dinerin bê çi jê derdikeve. Piştî 40 rojî ji cerika zilamî mirovekî xweşik û baş bi navê " Şehîd bin Car" derdikeve û ji ya "jinê " dûpişk û mar û tiştên nebaş...
Ji ber ku zilam zêde ji Şehîd bin Carî hez dike zarokên xwe yên dî piştguh dike. Ev jî dihêle jinik û zarokên wê ji Şehîd bin Car nefretê bikin û bixwazin ku wî bikujin û jinik paroleyekê datîne ku bi gotina wê paroleyê dê Şehîd bin Carî bikujin lê ji bîr dike ku Melekê Tawûs her tiştî dibihîse û dengê her kesî diçê. Melekê Tawûs car cinan dişîne ku bi şev pif devê 80 zarokî bike ta ku her yek bi zimanekî cuda biaxive û bi vî awayî kes ji kesî fêm neke. Helbet ji ber vê bûyerê  Şehîd bi Car xelas dibe û xwedê melekê Tawûs jê re Melekekê dişîne û pê re dizewice û zarok û neviyên wan Êzîdiyên niha ne û zarokê neviyên zarokên dî hemû miletên din in..

Danberhev:

Êzîdî bi pirranî li herêma Mezopotamyayê ne û Şinar jî anku Babil jî li heman herêmê ye.
Ziman piştî bûyerekê bi destê hêzeke xwedayî tên çêkirin
Armanc ku mirov ji hev fêm nekin û nebin hêzeke li dijî viyana "xwedê"

Fikirinê ecêb:

Niha piştî ku di çîroka behsa heman herêmê(Babil û Şinar li herêmên nêzîkî Mûsilê ne û Êzîdî û laleşa wan bi pirranî li wan herêman in) dikin û dibêjin ku ziman ji wir derketin û berê tenê yek ziman hebû û tenê zarokên Şehîd bin Car pê diaxivin û li gor ku kurd hemû Êzîdî bûn naxwe zimanê kurdî zimanê pêşî ye li vê dinyayê ku ji aliyê xwedê ve hatiye bexişandin.
Naxwe Kurd mirovin qenc û dilpak in ku ji mirovekî pir baş û ji melekekê hatin.
Miletên dî hemû şerê me dikin û ji me hez nakin ji ber ku bavê me mirovekî baş bû lê êdî divê em jî bibin mirovin pîs ta ku bigihên mafê xwe
Wek di Tekwînê de tê gotin jî eger mirov bi heman zimanî biaxivin dê bikarin serê xwedê bi xwe jî biêşînin lew xwedê ziman çêkirine û ji vê ev diyar dibe ku divê kurd bi heman zimanî biaxivin anku bi kurdî bo ku van zaliman ji xaka xwe biqeşitînin
Baweriya min bi van  fikirên ecêb nayên ji bilî ya dawî û ya ku dibêje:

"Wek di Tekwînê de tê gotin jî eger mirov bi heman zimanî biaxivin dê bikarin serê xwedê bi xwe jî biêşînin lew xwedê ziman çêkirine û ji vê ev diyar dibe ku divê kurd bi heman zimanî biaxivin anku bi kurdî bo ku van zaliman ji xaka xwe biqeşitînin"

Armancên vê nivîsê:
1.Balkişandina ser mijar dînê êzîdiyan ku ji aliyê gelek kurdan ve hatiye piştguhkirin
2. Gera li bersiva pirsa "gelo ziman çawa çêbûne"
3. Nîşandayina giringî û hêza zimanan di dînan de jî
4. Hinek agahiyên ku dixwazin ji alî xwendevanan ve werin zengînkirin ku em hemû bi hev re bêtir Êzîdiyê binasin û bêtir jî zimanî fêm bikin..


Di vê nivîsa li jorê de ku ne li ser bingehên zanistî lê berhevkirineka dînî û mîtolojîk e, jêderkên zimên tên diyarkirin û helbet nabe ku mirov baweriya xwe bi wan bîne lê belê ziman tiştekî ewqasî balkêş e ku mirov lê seyr dimîne...

Nîşeyeke dî: Min him bi baldarî guh li zimanê nivîsê nekiriye him jî li agahiyan nekiriye, ji ber ez ne pirsporê meseleyê me lê min xwest tenê van agahiyan ji internetê berhev bikim ku hinek ji min re ya rast bibêjin.



No comments: