Ne xem e, Çiqasî mêrxas bî, Mandî bûye giyanê te Ji aşopan Ji xewnên helbestvanan Ji çîrokên çeleng û lehengan Nebêje " dîrokê dinivîsim"
Heyfa te!
Rûnê
ramûse meya sor
giran bike, coşa şahiya ciwaniyê
Bijî, wek hemû newêrin û tiralan
Ma çima dil û xwîn tenê para te ye?
Bibe bavê
zarokin wek me
zarokin wek wan
Bibe wek me
wek wan
Bila mêjû vê carê BI RASTÎ jî te nenivîse
Nikaribe te binivîse
te peyda neke
Ne helbest, ne jî wêje
Bila behsa te neke
eger bike jî
Bila behsa evîneke dilşad
di nav nivînin germ de be
an jî
serxweşiyeke ciwaniyê be
Têkçûn çêtir e
Ji Dêrsim, Helebceyan
Xwe radestî nexwebûnê bike
Dê azadiyeke derewîn
sloganan kinûşk
jiyana te bixemilînin
bi xembariyeke aşopî
bi evînên meygêr
û ji bîr neke
Ku tu çi bikî jî
Em dê te ji bîr bikin
û xwe jî wenda bikin
..
Dev jê berde
giyanê min
No comments:
Post a Comment