Di kurdî de, him di kurmancî de û him jî di soranî de navdêr ji aliyê mêjerê ve di du rewşan de tê dîtin:
Pirhejmar û Yekhejmar.
Em pêşî li ser kurmancî bisekinin
Yekjimarî ew bi xwe ew rewşa xwerû ya navdêr e.
Mînak:
Kur, Keç, Jin...
Pirjimarî di kurmancî de du sê rewşên cuda dikare were dîtin
1. Xwerû: Anku ti cudahî ti guherîn di navdêrê tê çênabe û nayê çemandin jî lê mirov dikare ji hevok û lêkerî bizane bê pijimar e an yekjimar e.
Mînak:
Kur, keç, Jin
Wek ku tê dîtin ti cudahî di navbera pirjimarî û yekjimariya van navdêran de tune lê eger em çend mînakan bin, dê çêtir were fêmkirin.
Mînak:
Keç xweşik e. ( Li vir ji lêkerê diyar dibe ku yek keç e ya ku em qala wê dikin)
Keç xweşik in. ( Li vir ji lêkerê diyar dibe, em qala çend keçikan dikin û ne yek tenê ye)
2. Veqetandî: Ev rewş di girêdan, îzafe an ravekirinê de dixuyê û bi alîkariya " ên" "in" tê diyar kirin.
Mînak:
Destên keçê..
Lingên hespî
Çavin xweşik
Nîşe: "in" di vir de ji bo rewşên nediyar tê bikaranîn.
3. Tewandî: Ku ev rewş di demê tewandina navdêran derdikeve û ew jî bi "an"ê tê diyarkirin.
Mînak:
Zarokan xwar
Hêkên Mirîşkan.
Wek ku dixuyê ev rewşên pirjimariyê li gorî cihên navdêr diyar dibin û em ê demên pêş de li ser wan jî bisekinin.
Komenav: Ew cûreya navdêran e ya ku di nava xwe pirjimariyê dihewîne jî lê dîsa jî wek yekjimar tê hesibandin.
Mînak:
gel, netewe, pez, naxir; şênî, artêş, garan, xelk ...
Rast: Xelk hat..
Şaş: Xelk hatin
Îca eger em bên ser soranî.
Yekjimarî ew bi xwe ew rewşa xwerû ya navdêr e. Di soranî jê re "Tak" tê gotin.
Kiç, kur, jin
Pirjimarî di kurmancî de du sê rewşên cuda dikare were dîtin, Di soranî de wek "Ko" tê binavkirin.
Di soranî paşgira pirjimariyê ya sereke "AN" û ne berevajî kurmancî ji bi diyarkirina pirjimariyê her "AN" pêwîst e.
Kuran, Kiçan, Jinan.
Anku rewşa xwerû tune.
Cudahiyeke soranî ji kurmancî heye ku tê de bavdêr "ekan" digire lê vê derê "ek" ji bo diyarkirinê ye û ev di kurmancî de tune.
Mînak: Kurekan, Jinekan
Çend awarte: hin navdêr di soranî de hene bi awayin cuda tên pirjimarîkirin.
Dê + Hat = dêhat
Sewze + wat = sewzewat
Kur + Gel = kurgel
Nîşe: Mebesta me ji xwerûbûna navdêrê ne xwerûbûna wî ji pêkhatî, pêşgirt û paşgiran e lê negirtina wî ji ti qertafên pirjimariyê ye.

No comments:
Post a Comment