Îroj "International Mother Language Day" e ku bi kurdî "Roja navneteweyî ya zimanê ?" ye. Ew pirsnîşan nîşaneke wisa ye dibêje kurd di ti tiştî de li hev nakin û her kurd dikare di her mijarê de fikira xwe bibêje bê ku bixwîne yan jî pisporê wî karî be.
Ez zêde mijarê tev li hev nekim ji xwe ez ê hewl bidim nivîseke kurt binivîsim ta ku em bigihên encamekê.
Zimanê zikmakî, zimanê dayikê, zimanê dayikî, zimanê dê, zimanê makî û va îro min dêziman jî bihîst.
Her yek ji me tiştekî dibêje û xwedê dizane ez ê jî di dawiya vê nivîsê de tiştekî lê zêde bikim.
Şahîn Soreklî û Lezgîn Çalî (hinin din jî) dibêjin ku zimanê zikmakî şaş e ji ber ku mirov zimanî piştî jidayikbûnê fêr dibe û di zikê maka xwe de anku dêya xwe de ji civak û derdorê fêrî zimanê xwe dibe, lê Şahîn Sorekî dibêje "zimanê Makî" dê gunavtir be.
Husein Muhammed di vê mijarê de wisa dibêje " zimanê dayikî" guncavtir e û sedema wî jî ev e:
zimanê dayikê = mother's language = zimanê ku dayika te pê diaxive
zimanê dayikî = mother tongue = zimanê ku tu pê diaxivî
Ez bi giştî têgehan li têgehên heyî zêde nakim û naxwazim têkevim mijarên wisa ku ne ne hedê min e û bi giştî tiştekî çareser nake lê belê pirsan aloztir dike û tevlihevtir dike. Ez tenê dixwazim pêşniyazekê bikim ji ber van sedeman:
1. Pirraniya Kurdan êdî ji dêya xwe fêrî zimanekî din dibin ku ji kurdî biprestîjtir e lewra zimanê em ji dayikê hîn dibin êdî ne kurdî ye
2. Gelo em neçar in wergera têgeha ingilîzî bikin? Bi qasî min fêm kiriye ev têgeh me ji zimanên biyanî girtiye
3. Wisa bawer dikim ku ziman ew kereste ye ya ku kurdan digihîne hev û giringiya vê têgehê giringiyeke neteweyî ye.
4.Gelo di vê rewşê û di van mercên bindestî û qedexeyên li ser zimanî de, çiqasî asayî ye ku em behsa pêvajoyeke asayî ya têgehdayîn û navlêkirinê bikin? Nizanim lê rewş ne asayî û suriştî ye.
5. Herwiha di ingilîzî bi xwe de jî ev têgeh hene: first language: zimanê pêşîn native language: zimanê xwemalî/niştimanî, mother tongue: zimanê dayikî
Lewra pêşniyaza min ku em jê re bibêjin zimanê neteweyî dê çêtir be û wisa em ê nîşan bidin ku ziman hêmaneke neteweyî ye ku divê her kurd bizane û fêr bibe.
Lê dîsa jî hûn çêtir dizanin û her kesî bixwînin û eger ya ti kesî neket serê we li ya min vegerin lê pêşî di yên heyî de bifikirin.
Xwendevanê nojdariyê, helbestnivîs, wergêr, çîroknivîs, mamoste..(kurdî, ingilîzî, Erebî, Tirkî,1/10 latînî)
Sunday, February 21, 2016
Thursday, February 4, 2016
şiroveya Melayê cizîrî,
Bi remza qabê qewseyni, ji wan birhan xeberdar în
Fe atil qewse biarîha ela ya ramiyel qewseyn
Şirove: êdî hingî ku em nêzîkî birûyên yarê (yên wek kevanî ne) bûne, em têra xwe tiştan derbarê wan de dizanin, lewra yara ku wan tîran ji wan kevana diavêjî û dil û hinavî birîndar dikî, wan kevanan li hunermendê ku ew çêkirine, vegerîne, li min vegerîne ji ber ez im yê ku ji her tiştên wan fêm dikim.
Ziman:
Bi: daçekek e
remz: nîşan, sembol
Qab: nêzîkahî
Qewseyin: herdû aliyên kevanî
qabê qewseyni: bi xwe têgeheke erebî ye ku di quranê de ye û ji bo nêzîkiya zêde tê gotin
ji: daçek
birhan: pirjimariya birh
xeberdar: xwedî agahî û zanîn, hayedar
în: qertafa kesî ya kesê yekem yê pirjimar ku hîn jî li Hekarî û Behdînanê likar e.
beşê mayî giş bi erebî ye û encex mirov bi erebî bizane ta ku tê bigihê
Fe atil qewse biarîha ela ya ramiyel qewseyn
Şirove: êdî hingî ku em nêzîkî birûyên yarê (yên wek kevanî ne) bûne, em têra xwe tiştan derbarê wan de dizanin, lewra yara ku wan tîran ji wan kevana diavêjî û dil û hinavî birîndar dikî, wan kevanan li hunermendê ku ew çêkirine, vegerîne, li min vegerîne ji ber ez im yê ku ji her tiştên wan fêm dikim.
Ziman:
Bi: daçekek e
remz: nîşan, sembol
Qab: nêzîkahî
Qewseyin: herdû aliyên kevanî
qabê qewseyni: bi xwe têgeheke erebî ye ku di quranê de ye û ji bo nêzîkiya zêde tê gotin
ji: daçek
birhan: pirjimariya birh
xeberdar: xwedî agahî û zanîn, hayedar
în: qertafa kesî ya kesê yekem yê pirjimar ku hîn jî li Hekarî û Behdînanê likar e.
beşê mayî giş bi erebî ye û encex mirov bi erebî bizane ta ku tê bigihê
Wednesday, February 3, 2016
Şirovekirina beyteke Melayê Cizîrî
Mela li gerdena dilber ji nû sed bûse mayin deyn
Mecalê dê bixwazim jê dibê deynê te »fewqe l-àeyn«.
Şirove: Mela! dîsa di bi qasî sed maç û ramûsanî, deynê me di gerdena dilber û evînê me çêbûne, lê gava em jê dixwazin, dilê mirovî xweş dike û dibêje, li ser seran û ser çavan
Peyv:
li: daçekek
Gerden: qirik, stû
dilber: yar, evîn
ji nû: dîsan, careke din
sed: hejmara 100
bûse: maç, ramûsan
Mayin: rader û li vir wek lêker e, ku biwêjeke wisa heye "deyn li yekî mayîn/man" îca li vir Mela hinekî bi rêza peyvan lîstiye(belkî bikaranîneke wisa jî hebe) û gotiye "li dilber mayin deyn"
Mecal: bi giştî derfet e, lê belkê li vir di wateya îca, yan gava de ye.
dê bixwazim: ku dema bê ye lê belê di vir de di wateya "dikim bixwazim" yan "dixwazim" de hatiye gotin
Jê: daçek li gel cînavkê ye "ji wê"
Dibê: kurtkirina" dibêje" ku niha jî gelek caran wisa tê gotin.
»fewqe l-àeyn«.: têgeheke erebî ye ku heman têgeh di kurmancÎ de heye, li ser çavan"
..
Subscribe to:
Posts (Atom)