Ne bindestî û girêdana dest û lingan e lê nebûna mejî û fikireke azad e.
Baş e ku ez ne feylesûf im û qet naxwînim yana min ê pirtûk li ser vê derûniya balkêş a me binivîsiya bê em çawa û çiqasî kole ne.
Rewş wisa bûye ku pêwîstiya mirovî bi gotina navê bi sedan pirtûk û nivîskaran çêdibe da ku bikare bibêje: Vexwarina avê tiştekî suriştî ye û mafê te ye. Ne mijara nîqaşê ye.
Tiştê herî xerab ê koleyan ew e ku fikirîna wan bi wan sînoran ve hatiye diyarkirin ên ku koledarê wan dane wan. Qet nizane ji wan derkeve; heta gava difikire ku dixwaze ji koletiyê xelas bibe jî ew bixwe tenê hewl dide koledarê xwe biguherîne.
Her hewl dide şexsan diguherîne, hêviyên xwe bi şexsan ve girêdide û qet nikare bifikire ku tiştê xelet, ne ew şexs in lê ew rewş e ya ku tê de ye.
Ne behsa azadiyeke felsefîk dikim lê behsa wê azadiyê dikim a ku wek a her kesî be û sînorên wê bi destê ME hatibe diyarkirin.
Ji bo mirov bikare fêm bike ku kole ye-belkî zehmet be ku mirov vê bike lê dîsa hewl bidin- hewl bide ku çavê kesekî ji derveyî van sînoran li xwe binere, yan jî xwe têxe şûna koledarê xwe û binere bê li ser çi difikire. Gava te ew kir, ji bîr neke ku tiştê ew dike asayî ye lê tiştê tu dikî û jê bawer dikî, ne asayî ye û ne realîst e jî...
Min dixwest ku biwêrim bangî civaknasên me bikim û bibêjim, li ser vê derûnî û hişmendiyê binivîsim lê mejiyekî kole qet nikare behsa van tiştan bike û mixabin, zanîna min jî têra wê nake ku li ser binivîsim.
No comments:
Post a Comment