bertekeke kimyayî ye
bêhna ku li te digere
di pênasîna lêvên te re diteqîne
lerizîneke çavgirtî li ser xwerista lashê te
Hevsengeke matematîkê ye
axaftina ku hêstirên min
ên bi rondikên te ducanî ne
jê dizê himêzkirineke shil
Ji pevshbûnin tazî
ne
Civaknasiyek e nasîna endamên bedenê te
derûnîzanîn e; hezkirina dilî
ji te re
yara dilî
zanistek pêwîst e, ji hemû tishtê bigiyan re;
nasîna wan hestên min
tu didî
dilê
Dilyar Amûdî
Xwendevanê nojdariyê, helbestnivîs, wergêr, çîroknivîs, mamoste..(kurdî, ingilîzî, Erebî, Tirkî,1/10 latînî)
Saturday, April 20, 2013
Monday, April 15, 2013
Saturday, April 13, 2013
Biçe
Tu ji min dûr î
Di nêv xewnan de dibûrî
....
Ka bibêje
Te îro çi kir??
Te çi xwar
Çi vexwar..
...
Hela bibêje aşopê!
Aşopa rewrewkên litegerîna dilî
Tu çawa yî?
...
Bibêje delalê
Bibêje xunavê
Bibêje kevoka hişîniya asoyane
Bibêje lê, Bibêje!
Bes e, min bêriya te kir..
Min himêz bike
wek cara pêşîn
Li ser textê bievîn
Ji xwe deyne wan cilên reş
Li çavên min binere..
Binere kezeba min
Binere hinavê min
Binere evîna min
Binere li reşika çavên min
...
Aşopê!
ma evîn ev e..
sibehê li ber çavan bî
Di hinasan de biçî kezeban
Bi şev yara xama bî
...
Biçe!
Biçe!
Ta ku tu azad bibî
Ji çîrokên min
Romanên min
Helbestên min
Hestên min
Evîna min.
...
Biçe yana dê felsefeya cîhanê
Li ser nerîna te ava bibe
Dê civakeke nû
Li ser porê te bizê
Di çavên te de
Dê zanista derûniyê
rêbazan biguhere
...
Biçe Biçe!
Ji ber ku tu
hevsengiya jiyanê xera dikî
Dil perçewerçe dikî
..
Biçe
Ji ber ti çîrok
ti roman
wisa bêdawî namîne
...
Biçe!
Ji ber ez dixwazim
Tu azad bijî
bê ku ji te hez bikim
te bi bendên evîneke
koledar girê dim
...
Biçeeeee
Di nêv xewnan de dibûrî
....
Ka bibêje
Te îro çi kir??
Te çi xwar
Çi vexwar..
...
Hela bibêje aşopê!
Aşopa rewrewkên litegerîna dilî
Tu çawa yî?
...
Bibêje delalê
Bibêje xunavê
Bibêje kevoka hişîniya asoyane
Bibêje lê, Bibêje!
Bes e, min bêriya te kir..
Min himêz bike
wek cara pêşîn
Li ser textê bievîn
Ji xwe deyne wan cilên reş
Li çavên min binere..
Binere kezeba min
Binere hinavê min
Binere evîna min
Binere li reşika çavên min
...
Aşopê!
ma evîn ev e..
sibehê li ber çavan bî
Di hinasan de biçî kezeban
Bi şev yara xama bî
...
Biçe!
Biçe!
Ta ku tu azad bibî
Ji çîrokên min
Romanên min
Helbestên min
Hestên min
Evîna min.
...
Biçe yana dê felsefeya cîhanê
Li ser nerîna te ava bibe
Dê civakeke nû
Li ser porê te bizê
Di çavên te de
Dê zanista derûniyê
rêbazan biguhere
...
Biçe Biçe!
Ji ber ku tu
hevsengiya jiyanê xera dikî
Dil perçewerçe dikî
..
Biçe
Ji ber ti çîrok
ti roman
wisa bêdawî namîne
...
Biçe!
Ji ber ez dixwazim
Tu azad bijî
bê ku ji te hez bikim
te bi bendên evîneke
koledar girê dim
...
Biçeeeee
Wednesday, April 10, 2013
Disinicire..
Disincire mejî
Li ber tîrojên evînê.
Li ser textê te, şêrînê
Li ber germa havînê
Digere li destê te, zînê
Ta ku birevînî, vî dilî
Ji vê sînga ku
mirina te dilorîne
Bi agirê kewiçûkên Newrozan
Diheline hinavên zarokê
reviyayî
Ji malê
Ji ber tirsa bavê
Ji nebûna azadiya dayê
Ji hevaliya radestker...
Disinicire.
hemû giyan..
Zînê
Şêrînê..
Li ber tîrojên evînê.
Li ser textê te, şêrînê
Li ber germa havînê
Digere li destê te, zînê
Ta ku birevînî, vî dilî
Ji vê sînga ku
mirina te dilorîne
Bi agirê kewiçûkên Newrozan
Diheline hinavên zarokê
reviyayî
Ji malê
Ji ber tirsa bavê
Ji nebûna azadiya dayê
Ji hevaliya radestker...
Disinicire.
hemû giyan..
Zînê
Şêrînê..
Monday, April 1, 2013
Tev jiyan be..
Bes! bialêse
Hestên min
Bi girêza devê xwe!
...
Tu çi dikevêjî!
Giyan bi wan ve nemaye..
..
Tu ji kengî ve
Berateyan dixwî
...
Ji kengî ve dilîlînî
Ji bo xwekuştinê
Xwekuştina xwe..
....
Biqeşite
Ji ber xemgînî
Bi raboriya min re
Winda bû
Di zikakên herifî de
...
Bes e... çîrok
Dê paqij û zelal be
Ne wek ya te û mirinê be..
Dê tev jiyan be..
Dilyar Amûdî
Hestên min
Bi girêza devê xwe!
...
Tu çi dikevêjî!
Giyan bi wan ve nemaye..
..
Tu ji kengî ve
Berateyan dixwî
...
Ji kengî ve dilîlînî
Ji bo xwekuştinê
Xwekuştina xwe..
....
Biqeşite
Ji ber xemgînî
Bi raboriya min re
Winda bû
Di zikakên herifî de
...
Bes e... çîrok
Dê paqij û zelal be
Ne wek ya te û mirinê be..
Dê tev jiyan be..
Dilyar Amûdî
Sunday, February 10, 2013
Xatirxwestin
Biborînin...
Mirin dermanê hemû derdan e...
Mirin afirînera nebûnê ye.
Nebûn dermanê têkçûnê ye
Xewn dimirin
Bi mirinê re..
Mirin mirin e..
Mirin dermanê min e..
Sunday, February 3, 2013
Mirin 2
Demin hene mirov dizane êdî hew divê xwe bikuje ta ku destpêkeke nû bizê...
Çîrokeke nû ji hezkirineke kuştî, ji hevaliyên jidil, ji biratiyên ku kezeban dişewitîn derdikeve ji xwekuştina têkçûn, sedemên wê û kesê ew kir..
Mirirn ne çare ye, lê jiyina wek mirinê kuştina hemû evînan e..
Loma xwekuştin derman e...
Xwekuştinek bêdeng, wisa bidizî..
Xwekuştineke ku bihêle mirovên dî bi te nehisin..
Belkî rojekê ev nivîsê bê xwendin û bê zanîn ez vê rojê mirime...
Min dixwest ez gelek tiştan bibêjim..
Ji xwe re, ji her kesî re..
lê nikarim û nizanim..
Biborînin..
Çîrokeke nû ji hezkirineke kuştî, ji hevaliyên jidil, ji biratiyên ku kezeban dişewitîn derdikeve ji xwekuştina têkçûn, sedemên wê û kesê ew kir..
Mirirn ne çare ye, lê jiyina wek mirinê kuştina hemû evînan e..
Loma xwekuştin derman e...
Xwekuştinek bêdeng, wisa bidizî..
Xwekuştineke ku bihêle mirovên dî bi te nehisin..
Belkî rojekê ev nivîsê bê xwendin û bê zanîn ez vê rojê mirime...
Min dixwest ez gelek tiştan bibêjim..
Ji xwe re, ji her kesî re..
lê nikarim û nizanim..
Biborînin..
Saturday, February 2, 2013
Mirin
Gelek film, roman û çîrok ji dawî de dest pê dikin, ez jî niha pêşiya çîroka xwe bi bûyera dawî dest pê dikim.
Mirin helbet, îşev ez ê xelas bikim. Ji xwe tiştekî zêde tune tê de.
Mirin helbet, îşev ez ê xelas bikim. Ji xwe tiştekî zêde tune tê de.
Çû
Çû
ew keça ciwan
Çû û bar kir ji xewnan
Dil hişt li van kolanan
...
Çû wek demê
Çûn mirin e
vejîn e
nûbûn e..
Lê çûn her ne xweş e
her xembar e..
Hestan dikelîne
Tevliheviya bêrîkirin û hezkirinê
Di meya şevên girînê de diafirîne
Digirîne
Çû rastiyeke jiyanê ya tehl e
...
Biçe
Va ez konê termî vedikim
Qehweyê bi destên xwe digerînim
Dîrokan dibêjim
Tepan bi sînga xwe dikevim
û porê serê xwe vedirşînim
Ne hêsan e
Mirineke ku bi destê mirovî be
kuştin e
lê her mirin e
Dilyar
ew keça ciwan
Çû û bar kir ji xewnan
Dil hişt li van kolanan
...
Çû wek demê
Çûn mirin e
vejîn e
nûbûn e..
Lê çûn her ne xweş e
her xembar e..
Hestan dikelîne
Tevliheviya bêrîkirin û hezkirinê
Di meya şevên girînê de diafirîne
Digirîne
Çû rastiyeke jiyanê ya tehl e
...
Biçe
Va ez konê termî vedikim
Qehweyê bi destên xwe digerînim
Dîrokan dibêjim
Tepan bi sînga xwe dikevim
û porê serê xwe vedirşînim
Ne hêsan e
Mirineke ku bi destê mirovî be
kuştin e
lê her mirin e
Dilyar
Friday, February 1, 2013
Bêrîkirin
Gelek caran mirov dimîne heyirî bê ev hest û ruh ji kû tên û çi ne?
Dizanim ku li gorî zanistê em giş wize ne û ev wize jî madeyên kîmyayî çêdikin û dûra ew jî vê şêweya fîzîkî digirin û wisa em bi dibin ev tiştê ku em dibînin û tê digihên lê gelo hew em ev in..
Ya rastî niha ew ne giring e, ji ber tiştê ji min re giring çareserkirina vê hesta bêrîkirinê wek mirovekî bi vav û zanistê tev digerin ez ê li bingeha wê bikolim
Belê dopamîn û Serotonîn dihêlin tu hez bikî û bixwazî bi yekî/ê re be, lê tiştê nayê şirovekirin gelo çima ew kes û ne kesekî/e dî??
Ev hormon di heman demê de hormonên bextewariyê ne.. gelo kîjan kurdî hez kiriye û bextewar bûye?? ew jî pirseke ez bawer nakin zanista bikare bersiva wê bide!
Welhasil mesele pir tevlihev bû û min fêm kir ku bi rekasyınên kîmyayî nayên çareserkirin loma dev jê berdin ger we bêriya hinekan kir, wek pîr û kalê me dibêjin tê de nefikirin hûn dê ji bîr bikin..
Dizanim ku li gorî zanistê em giş wize ne û ev wize jî madeyên kîmyayî çêdikin û dûra ew jî vê şêweya fîzîkî digirin û wisa em bi dibin ev tiştê ku em dibînin û tê digihên lê gelo hew em ev in..
Ya rastî niha ew ne giring e, ji ber tiştê ji min re giring çareserkirina vê hesta bêrîkirinê wek mirovekî bi vav û zanistê tev digerin ez ê li bingeha wê bikolim
Belê dopamîn û Serotonîn dihêlin tu hez bikî û bixwazî bi yekî/ê re be, lê tiştê nayê şirovekirin gelo çima ew kes û ne kesekî/e dî??
Ev hormon di heman demê de hormonên bextewariyê ne.. gelo kîjan kurdî hez kiriye û bextewar bûye?? ew jî pirseke ez bawer nakin zanista bikare bersiva wê bide!
Welhasil mesele pir tevlihev bû û min fêm kir ku bi rekasyınên kîmyayî nayên çareserkirin loma dev jê berdin ger we bêriya hinekan kir, wek pîr û kalê me dibêjin tê de nefikirin hûn dê ji bîr bikin..
Subscribe to:
Posts (Atom)