Berovajî fikirîn û sernavên tirkmancî
Kêşeya bandora zimanên serdest, kêşeyeke aloz e ku mirov nikare bi hêsanî ji nav derkeve, ji ber ku wisa li ser zimanê mirovî rûdinê û cih di hişê wî de digire ku dike nake nikare xwe jê xelas bike.
Sedemeke din a alozî û giraniya vê bandora neyênî jî ew e ku tu çiqasî ji mirovî re bibêje, mirov çiqasî bixwîne jî û çiqasî qebûl bike jî ku tiştê ew dike şaş e û encama bandora zimanê serdest e jî lê belê dev ji wê şaşiyê bernade ji ber ku pê xweştir tê, pê suriştî û herikbartir tê.
Helbet ev bandorê zimanên serdest bi gelek awayên cuda çêdibe lê ez ê îro li ser diyardeyeke rawestim ku dizanim, berê nîqaş li ser çêbûne lê nizanim gelo ka çiqas nivîsên û lêkolînên berfireh li ser çêbûne yan na. Mijara me, çawaniya nivîsîna sernavan e.
Berî nêzîkî 8-9 salan li saziyeke nûçeyan dixebitîm ku weşana xwe bi kurdî dikir. Jinek -zêde jixwerazî û bixwebawer - hat û dest bi karî kir. Min dît ji nişkê ve dikene û dibêje, yekî li vir çi sernavekî seyr û ecêb “avêtiye”. Ji xwe normal e ku mirov şaşiyan bike lewra min pirsî ka çi ye. Gelo me çi şaşî kiriye. Wê got, yekî “Teqîn li Amedê” nivîsiye. Min got, “ê!??” Wê got, “Ma ne divê “Li Amedê teqîn be.” Min got, sedem? Sedema wê tine lê ji ber ku di tirkî de wisa ye. Welhasil min jê re vegot bê çima di kurdî de sernavên wisa nabe bi daçekên dest pê bikin lê vala bû û her bi ya tirkiya xwe kir.
Lê niha piştî ewqas sal, ez hîn jî dibînim, ew şêwaza nivîsê di gelek sernavan de tê dîtin. Dizanim dê hinek bibêjin em bixwazin teqeziyê deynin ser çiyê hevokê, em wê derdixin pêş. Ev ne wisa ye jî. Ev sernav e; mirov di tirkî de jî, dierebî de jî, di ingilîzî de jî û texmînen di gelek zimanên din de jî, nikare wê bike.
Mirov nikare bibêje “ Patlama Amed'de” û nikare bibêje “In Amed an Explosion” an jî bi erebî bibêje “ في آمد انفجار”.
Wek mînak Rudawê jî sernavekî wisa nivîsîbû “ Ji bo aboriyê çavkaniyeke girîng” ku ev jî şêwazeke tirkmancî ye.
Ev şaşiya tirkmancî heta li ban nivîskar û zimannasên kurmancî yên bakurê jî peyda dibe. Li vir hinek mînakan bidin:
Pirtûk Halil Aktug (Kürtçe Gramer)
Di navderan de qertaf “yek”
Di wateya navdêran de piçûkkirin
Li gorî peyvsaziyê navdêr
Dibe ku hinek bibêjin, ê ma ne va zimannasan jî wisa nivîsiye, nexwe rast e. Lê gelo çima hinekên din wisa nivîsiye. Hinek mînakên cuda.
Samî Tan (Analîza du xebatên destpêkî yên rêzimana kurmancî)
Fonetika kurdî li gorî Rheayî
Dendêrên kurmancî di xebata Rheayî da
Morfolojiya kurmancî di pirtûka Jardine da
Raboriya xebatên li ser zimanê kurdî
Brehîm Xelîl Taş (Waneyên rêzimanê ya pola mamoestetiyê)
Lêker li gorî sazkirinê
Lêker li gorî kirdeyê
Peyv li gorî mêjer û çawaniyê
Em li van mînakan binerin bê ka di tirkî de çawa ye û di zimanên din çawa ne:
Tirkî: Diyarbakır’da Büyük Patlama
Ingilîzî: Big Explosion in Diyarbakır
Elmanî: Große Explosion in Diyarbakır
Erebî: انفجار كبير في ديار بكر
Erebî: انفجار بزرگ در دیاربکر
Tirkî: İstanbul’da Sel Felaketi
Ingilîzî: Flood Disaster in Istanbul
Elmanî: Flutkatastrophe in Istanbul
Erebî: كارثة فيضان في إسطنبول
Erebî: فاجعه سیل در استانبول
Tirkî: Kayıp Şehrin Gölgesinde
Ingilîzî: In the Shadow of the Lost City
Elmanî: Im Schatten der verlorenen Stadt
Erebî: في ظل المدينة المفقودة
Erebî: در سایه شهر گمشده
Tirkî: Türkiye’de Kentsel Dönüşümün Etkileri
Ingilîzî: The Effects of Urban Transformation in Turkey
Elmanî: Die Auswirkungen der städtebaulichen Umgestaltung in der Türkei
Erebî: آثار التحول الحضري في تركيا
Erebî: اثرات تحول شهری در ترکیه
Tirkî: Yapay Zekanın Eğitimdeki Rolü
Ingilîzî: The Role of Artificial Intelligence in Education
Elmanî: Die Rolle der künstlichen Intelligenz in der Bildung
Erebî: دور الذكاء الاصطناعي في التعليم
Erebî: نقش هوش مصنوعی در آموزش
Gava mirov bala xwe dide van sernavan ku sê ji wan zimanên lêzim ên kurdî ne û du ji wan ji malbatên din in, dê bibîne ku tenê tirkî berovajî wan zimanên din hemûyan e. Herwiha Mirov dibîne ku di van sernavan de daçek hene û ji bilî tirkî her çarên din “ravekera daçekî” li dawî ye. ,
Husein Muhammed di nivîsa xwe ya bi navê “DAÇEK DI ZIMANÊ KURDÎ DE de li ser vê mijarê wisa nivîsiye:
“Di peyvrêziya kurmancî ya eslî de komikên daçekî yên raveker jî li pey peyva yan komika raveber tên.
Bo nimûne:
- kurd di dîrokê de -
Kurdistan piştî cenga cîhanî ya yekem
- daçek di kurdî de
- kitêba li ser maseyê -
ava zelal ji kaniya çiyayên welatê me
- teqîneke bihêz li Enqerê”
Herwisa Muhammed wisa dewam dike:
“Di piraniya zimanên din de jî (bo nimûne, erebî, farisî, inglîzî û fransî de) peyvrêziya komikên daçekî wek vê peyvrêziya resen ya kurdî ye anku peyva raveber li destpêkê ye û komika daçekî ya raveker li pey wê tê…. Lê di tirkî de peyvrêzî berovajî vê ye. “
Helbet gelek kes dê ne bi Husein Muhammed û ne ji bo gotinên min razî nabin. Lewra min got ka ez berifrehitr binerim kê çawa kiriye. Ez ê ji we re wergera wê ya tirkî li jê binivîsim ji bo ku hûn bidin ber hev (bawer nakim ku werger bi peyvrêziyeke din pêkan be)
Lêkolîna Celîlê Celîl “13 rûpelên balkêş ji dîroka gelê kurd”
Tirkî “Kürt halkının tarihinden 13 ilginç sayfa”
Di pirtûka Celadet Alî Bedirxanî de bi navê“Bingehên gramera kurdmancî“: Pronova lêkera negerguhêz di pêşiyê de” û “Pronava lekera gerguhez di peşiye de.
Tirkî Önde geçişsiz fiilin zamiri, önde geçişli fiilin zamiri
Kovara Hawarê: Hêvî ji xwendevanan
Tirkî “Okurlardan rica”
Di pirtûka Ehmedê Xanî “Mem û Zîn”:
- gazîkirin û lavayiya ji xwedê ra (Tirkî Allah’a dua etmek ve onu çağırmak)
- Daxwaza mehderê ji pêximber û daxwaza efwê ji xwedê (Tirkî Peygamberden şefaat ve Allah'tan bağışlanma dileme)
Di pirtûka Derdên min ya Osman Serbî de:
Ziman di jîna milletan de (Tirkî milletlerin yaşamında dil)
Welatparêzî di naverba duh û îro de (Tirkî Dün ile bugün arasında yurtseverlik(
Pirtûka “Kurdên Turkiyê di dema herî nuh da” ku Têmûr Xelîk wergerandiye. “(TirkîSon dönemde Türkiye Kürtleri)
Gelo daçek ticarî di sernav de li pêş nayê? Eger “ravebera”ya wî sernavî tine be yan veşartî be, dibe. Ha va ne çend mînak:
Osman Sebrî di pirtûka xwe ya bi navê Bahoz de, helbestek bi sernavê “ji dest bextê reş û hevalên şaş” nivîsiye. Li vir mirov dikare bibêje “êş/zilm/neheqî hwd ji dest bextê reş”.
Kovara Hawarê, Hejmara yekê: “Di dora dinyayê de”. Dîsa ev jî nûçe/agahî di dora dinyayê de.
Kovara Hawarê, hejmara 6an, nivîskar Cegerxwîn: “Ji bona Hawarê”. Li vir dîsa mebest we e “Helbestek ji bona Hawarê”.
Di dawiyê de, nizanim ew ê çend kes guh bidin vê mijarê û hewl bidin sernavên nûçe, pirtûk û nivîsên xwe serrast bikin. Lê eger bi israr li ser vê dewam bikin, ew tê wateyê ku israr dikin ku berovajî bifikrin û bi tirkmancî binivîsin.
No comments:
Post a Comment