Lê bigere

Sunday, November 20, 2011

Vejîn



îşev û her şev
îroj û her roj
ez dîwarê xwe qul dikim
pencereya jiyaneke nû vedikim
dîwarên min herifîn
lê tava rojê nekete dilê min
...
dîsa darekê diçînim
îsal û her sal
vê demsalê û her demsalê
lê tucarî gulistana min şîn nebû
xunav bi ser rûyê min de neniqutî
hestên min î hişk şil nekir
......
îroj.. îşev
îsal.. û hersal
ez xwe ji nû ve diafirînim
dest û lingên xwe vedijînim
mejiyê xwe dirîsim
lê nikarim dilekî nû biçînim
bi dilîniyeke geş bixemilînim


Dilyar Amûdê

Friday, November 18, 2011

Valahî

Valahî...
Ez westiyam, bila hûn bizanin dê jiyan her dem wisa be, nexweş e. Hema em ji neçarî dijîn. ji ber ko em nizanin  em bimirin dê çi bibe? me zanîba jî emê newêrîbana dev ji jiyana xwe berdin ji ber em ji tiştên ko herkes nake, ditirsin.
Xwezî jiyan ne wisa be. û rastî jî ne ev ba. lê jiyan nexweş e, û em ji neçarî dijîn

Wednesday, November 16, 2011

Dilyar Amûdê: Dara Şikestî

Dilyar Amûdê: Dara Şikestî: Ez dara şikestî me dil birçî û tî me çavê xwe li te digerînim dixwazim xewnên xwe bi te bixemilînim lê çi bikim newêrim Nikarim...

Dara Şikestî

Ez dara şikestî me


dil birçî û tî me


çavê xwe li te digerînim


dixwazim xewnên xwe bi te bixemilînim


lê çi bikim


newêrim


Nikarim! dara şikestî me


di xewnan de


serî li ser milan da tînim


dilê xwe bi kenê te dikenînim


...............


ez ditirisim


ji windakirina te


nikarim


 bê evîna te


dixwazim


te


ji te hez dikim


dilê xwe bi te dadigirim


lê çi bikim


ez jin im


pûç û şikestî me


....
bêje


bi hawarî


bi xurtî


ez ji te hez dikim


destê min bigire


porê min bihûne


serê min deyne


ser dilê xwe


û min bernde




Dilyar Amûdê


Min ev helbest ji bo hevaleke xwe ko evîndar bûye, lê newêre û nikare evîna xwe ji zilamê jê hez dike re bibêje.











Monday, November 14, 2011

Ez Hîn Li Wir Im

Ez hîn Li wir im


Di nav gelemşê de


Difetisim bi dûya çixareyan


Di nav xwîna kuştiyên de


Di nav xwîna xwe de


mejiyê min li jêrzemîn belav bûye


Yan derî û pencereyan bigire


Ta ez rizgar bibim


Ji nîvjîna te li dû xwe hiştiye


Bi mirinê 


Bi te jibîrkirinê


Bi dilê xwe pê li zikê min meke


Ez westiyam ji te


Hîn ez li vir im


Piştî Çend salan


Lê tu 


Pencereyan digirî


Û ne tê û min rizgar dikî




Dilyar Amûdê



Saturday, November 5, 2011

tiştê çû nede dû!

tiştê çû nede dû! gotineke xweş e, gelo mirov dikare çiqasî vê bi cih bihîne! ez bi xwe nizanim li gorî ez dibînim ko raboriya mirov herdem bera dû dide, belkî bera dû nade lê dem di hundirê xelekekê de asê bûye û naçe bi pêş de, her carê bi awayekî derdikeve ber mirov, geh wekî cejnê geh wekî fersendeke nû, geh wekî têkiliyeke nû, geh wek tiştekî ko herdem dûbare dibe, lê jiyana mirov naye guhertin.

Dilyar Amûdê

Thursday, November 3, 2011

Li Derî Nexe

sar e
pir sar e
ez dicemidim
pencereyê bigire
were
li derî nexe
hema derbasî dilê min bibe
bi laşê xwe
rewanê min germ bike
ez qefilîm
hêdî hêdî
xewa min tê
hêdî hêdî
ez dimirim
ma qey ne bes e
dûrî
were
li derî nexe
derbas bibe
deriyê min vekirî ye
ne hewcî tu di pencereyê re
li min temaş bike

Dilyar

Saturday, October 29, 2011

Berbang


Bihna min diçike
Ez dixwazim xwe
Bi agirê dojehê bişewitînim
Belkî agirê nava min vemirîne
Xwe bi ava okyanosan bifetisînim
Belkî jana dilê min ji destlanî bixe
Ez dixwazim êş û derdên xwe biêşînim
Ez dixwazim wan bi pertiandina xwe siza bikim

Dilyar Amûdê

Sunday, October 23, 2011

Xapînok


Xapînok
bazde
bilezîne
ji xwe tu dê biwestî
û li dawiya vê xapînokê têk biçî
lê dîsa jî bazde
ji ber rawestîn bêtir diwestîne
tu ti carî nagihê dawiyê
lê hêviyên xwe biparêze
wek ew kesê ku di bêşbiriyê de
ji bo nîşana zêrîn baz dide,
bazde
lê bizane ko nîşaneyeke wisa tune
li dû xwe nenere ji bo tu nizanbî
tu  bi tenê,
bi xwe re pêşbiriyê dikî
bila ji te werê ku
tu li pêşiyê yî
encex wê çaxê
ev xapînok a
tev hêvî, xeyal, û raman
bi dawî bibe.
lê vê jî ji bîr meke
ku ew dawî tune
hebûn û tunebûna te
ji xapînokê re
wekhev e
ji xwe biryara hebûn û tunebûnê ne di destê te de ye
bizane
çarenûsa xapînokê
ne bi pênûsa te tê nivîsîn
lê xeyal bike
ku heya bi rûplên pêşbirên din jî bi pênûsa te
hatiye nivîsîn
bazde
heta tu bikevî
lê tu carî nekeve
dîsa jî ji bîr meke
ku tê wekî
çinarekê bê xwarê
lê ew jî biryara xapînokê ye
ne ya te ye
bazde
bi xwe re

Dilyar Amûdê

Dawî

hilkehilk e
bejin li ber westandina rêya jiyîn tewandiye
dest li ser çongan
çavên xwe biçûk kiriye
li rêka bê dawî dinere
ji bo dîtina dawiyê


girîngî ne di dawiyê de ye
lê di hatina wê de ye