Lê bigere

Saturday, June 29, 2013

Watedarî

Watedarî di te de winda dibe
Ji ber evîna me mirin e
çîroka me xwekuştin
nasnameya me azadîxwestin e
Jiyan tenê dilsotin e
Biçe! nesoje!

Cigare

Bi çigareyê
ne xwe dikujim
Belê te dikujim
te difetisînim
Ey jiyan!

mirin

Tiştê watedar tenê mirin e
Ku me vedijîne
Ji mirina me
Ne seyr e
Ku em bi mirinê 
vedijîn

Dilyar

Monday, June 24, 2013

Peyam

Tiştin hene bê çare ne, lê ne ji bo min. Ji bo min her tişt bi çare ye..

Bêrîkirin

Mirov timî ji bîr dike
ku li dû havînê
Zivistan tê
Li dû her hêzekê
Bêrîkirin tê
Û dibe bi xwe re
her tiştî

Saturday, June 22, 2013

Dilê te

Dilê te
Li biyanê qeşa girtiye
Di kaniya çavên te de
Hêsir hişk bûne
Daristana rûyê de
Min di winda dike
Porê te
Tundiya te berfê dibarîne..
Hemû tevgerên te
Min dikujin
Bêdengiya te
Û dengdêriya te
Mirinê tînin bîra min
..
Di zaroktiya xwe de
dijîm li ber evîna te..

Wednesday, June 19, 2013

Evîn

Evîn çîrokeke têkçûnê ye.
Qels pê helbestan dinivîsin
Evîndar pê serpêhatiya mazoşîzmê dijî
û Dilber sadîstiya xwe di laşî de hênik dike


Tuesday, June 18, 2013

derdzêyanî

derdzêyanî ye, rewşa me.
derûniya me bi hûrjîneweran 
kul bûye
Gotinên me
xerizîne
bi televzyon û rojnameyên
ji laşên biyanî

Sunday, June 16, 2013

Kîjan

Kîjan nîgarvan e
Yê ku rengên te tev li hev kirine?
Ew çi peykertiraş e
Yê ku tu afirandiye
Gelo xweda ye
yê ku dara gulyazan di lêva te çandiye?
Na.. dibêjim
Xweda ji ber te girtiye
Rengên siruştê
Ji çavan
afirandiye şev û tê de stêr çandine
Ji hêsrên te
fêrî anîna baranê bûye
Ji ber te girtiye
Kenê rûyên mirovan
Ji bo porê te
daxwaz çêkirine
ji bo dilê te
Dil çêkirin
Ji bo êşê
yar çêkirine
Li te neriye
û ez çêkirime

Friday, June 14, 2013

evîn

Destê min li gotinan nagere Ku bi hestan li wan xînim Delalî ne wek te Hemû helbestên min Difûre ji wan Evîna bi xezebê strayî