Naskirna Rovî
Xemgîn ..
Bila navê lawik Xemgîn be, ji ber ku belkî ji vê dema ku ez dest pê dikim van hevokan dinvîsim û heta berî deh salan jî kêf û şahî nedîtiye, heta jibîr kirye, jiber ku belkî ew tenê di nav nifşê xwe de ku nizane kêfê bike , herdem xema welatê xwe dixwe , di mirovan de dirame û dixwaze tiştekî di vê cîhanê de biguhere .
Ana xwe li ser piştê dirêj kirye , bi çavên tije raman li baniyê odeyê dinere , destê wî di bin serê keça esmer ya ku bila navê wê Gulfiroş be , ew keça ku ne jê hezdike û heta roja doh jî nedxwest dîsa wê bibîne , lê doh êvarî piştî ku ew keça ,ku bila navê wê Hewa be ,dît .heger hûn bêjin çima navê Hewa , ez ê ji we re bêjim ji ber ku Xemgîn wê bingeha mirovatiyê didît ew jibo wî keça ku jê pê ve li cîhanê jin tune bûn , ew daiyka hestan bû û afrînera xiyanet û evînê bû , ew kaniya zarokên Xemgîn gişa bû , bila ne ji we werê ew zarok mirovin ..Na ew êş , têkçûn , nefret , windayî .. ev bûn zarokên Xemgîn yê ku Hewa jê re za bûn û jê re hişt bûn. Ev zarokên ku ketine hinavên wî , xwe bera mejî û dilê wî daye . êşê xwe bera heta bi hestiyê wî daye , têkçûn ketiye mejiyê wî , windayî bûye perçyek ji çavên wî , nefreta ku reh û koka xwe berdaye navenda dilê wî , ev bûn zarokê Xemgîn ê Ku Hewa jê re hişt bûn û çûbû .
Hewa doh jê re telefon lêxist û got “ heger tu vala bî em ê kar bin bipeyvin “ jixwe Xemgîn bi qelsî û lawaziya dilê xwe li himberî Hewayê gote “ Temam “ û derket . tevî ku pere pê re tune bûn ji lîrakê pê ve lê derket ji mal û meşiya heta cihê ku Hewa jêr gotbû ez ê li vir nebêjim bê çi çêbû lê ezê bêjim piştî wê hevdîtinê bi du saetan Xemgîn bi sergêjî dilşkestî û fetsiandî vegeriya malê û di cih de peyamek ji Gulfiroş re şand , Gulfiroşa ku beriya 20 roja wê naskirbû , ew Gulfiroşa ku tê bêje qey xwedawenda zayendiyê ye , ku dihêle Xemgîn bi mêraniya xwe bihese , di peyamê de nivîsand bi gotinên ku ew jî jê nebawer “ min bêriya te kirye “ û gulfiroş hate cem wî roja din , lê mêraniya wî tevî huner û zanîna Gulfiroş jî êdî mirî bû , Gulfiroş li ber neyîniya Xemgîn hîn bêhir hêrs dibû û dixwest ku ji can û rewan ê xwe perçeyek bide mêraniya wî , nedpejirand ku mêrek li vê cîhanê jê re bêje Na .. lê vala vû .. xwedawenda Zayendiyê ;Gulfiroş bi xwe jî êdî nedikarî mêraniya Xemgîn ya mirî.. Na ya kuştî vejîne .. lewra bi acizî lê bi neçarî jî destê xwe danî ser sînga Xemgîn û bêyi ku tiştekî bêjin herdû qederkî wilo man.
Xemgîn diramiya , dilê wî dihat guvaştin , her carê digot: Na, Na. ev xewn e tiştekî wisa tune , diramiya û digot ma ew keça ku min jê hezkir ev bû !! min nêzîka du salan bi keçka wilo bê exlaq , bê hêman ,bê evîn re derbas kir , û ev du sal ez li ser çi digirîm , ma qey ev bû ew keça ku min ê hêviyên xwe pê re mezin bikira û pêkbaniya , ev bû ew keça ku ez jibo wê bi mehan ranezam , ez sibê zû diçûm ber deriyê wan û gurza beybûna dixist destê xwe ta ku derkeve û ez jê re bikim surprîz , mejiyê wî diheliya ji kel û qehra nava wî her ev tişt dihatin bîra wî , lê êdî hêrs jî nedibû , bêdengiyekê kwîr xwe bera ser rûyê wî dabû .
Her carê û her demekê Gulfiroş dîsa hêrs dibû û destê xwe bi laşê Xemgîn tazî dixist , bi hunerî bi zanyarî destê xwe di ber mêraniya wî re dibir , destên xwe dighandê lê nedidayê , dixwest şehwet û daxwaza wî ya zayendiyê rake , wî har bike , lê bê sûde bû , ji nişkêve Gulfiroş xwe avêt ser Mêraniya Xemgîn û hengeşiyeke ku Xemgîn ji wê windayiya di derya ramana de rizgar kir û anî vê de re:
Gulifiroş : ev tu çi zilamî !!??
Xemgîn : Çawa yanî ? bes dilê min naxwaze , biborîne
Gulfiroş : Ev tu bi dîtina keçikan diherqî ? tu keçikan dixwazî ?
Xemgîn : erê lê îşev ji min naye , tu zanî ezmûnê min hene ... ez ne wek te rehet im , ez westiyayî me .
Xemgîn bixwe jî zanîbû ku derewan dike û arîşe ne arîşeya xwendinê ye , ne westebûnê ye , û ne jî ezmûn in lê mesele ew ku dilê wî rawestiyaye , êdî ew doh hate kuştin , mêraniya wî serê xwe raneke , jiber tê xeyalê wî bê çawa pevgihaniya laşê Hewa ê sipî û Rovî ê ku doh navê wÎ bihîstiye û nizane bê kî ye ? ! çi ye ?! doh dema Hewa bang li Xemgîn kir û du saetan axaft û gotin bir û anî , mijar û babetên hevdîtinê li hev herbilandin heta ku mijar anî ser xwe û Rovî..
Li wê derê rehê dilê Xemgîn ji hev qetyan .. riwê wî keniya , jiber fors û fêza wî nedihşt ku bigirî yana wê Xemgîn li wir rûnişta û kûr kûr bigirya , keniya lê xwe negirt û pijiqî , lê ez hebekî din herim bi pêş de û bêjim bê çawa dest pê kir ev sohbeta ku evîna Xemgîn hilweşand
Hewa : divat ez û te heval bimana ..tu wek hevalekî baştir bû ji min re .
Xemgîn : nizanim lê ez dixwazim tiştekî bipirsim .
Telefona Hewa lêdixe di wê nav re , telefonê vedike û bi zimanê biyanî ê ku Xemgîn nizane xweşik pê bipeyive jiber ne zimanê wî ê zikmakiye lê Hewa gelekî bi zanebûn pê dipeyive , jiber ku li gorî ku Hewa ji baz re gotbû hîn ew 10 salî bû bavê wê hatibû surgunkirin vî bajarê mezin ev bajarê ku ezê navê wî bikim bajarê windayan , lewra ew bi zimanê vî bajarê , zimanê biyanî , hîn çêtir ji zimanê xwe ê zikmakî dizane , Hewa telefon vekir û got “ belê rihê min , ez li navenda bajar im , ez û hevalekî ne , hebekî din ezê bêm “ li vir dilê Xemgîn lêxst lê got ma gelo xwestiyê wê çêbûye û di cî de li xwe vegerand û got “na Hewa nabe ku di hundire du sala de Evîna xwe , Xemgînê xwe , jibîr bike , belkî ji hev xeydîne ,belkî nema lê vedgere lê Hewa ne keçek wilqas vala ye heta ku karibe bi hesanî yekî têxe şûna min, ev hebe tunebe yek ji malbata wê ye jêre dibêje rihê min , Hewa telefona xwe girt û berê xwe da Xemgîn û got :
Hewa : fermo pirsa xwe bike
Xemgîn : yekî din piştî min wê çawa çê bibe ?!
Hewa: ( bi kenekî tê bê qey dixwaze pê Xemgîn aciz bike got) ji xwe Heye
Bihna Xemgîn çikiya û got:” ka em rabin” û rabûn ,
Xemgîn : li ser xêrê be ma ez çi bêjîm
Lê hebekî fikirî û got : Na ez nikarim bêjim li ser xêrê be
Hewa dikene û jixwe ne xema wê ye .
Xemgîn : kî ye ? ez wî nas dikim ?
Hewa : çi îşê te pê ye ? ev 6 mehe em bi hev re ne , mala me jî dizanin , û em ê sala bê nîşaniyê jî çêkin .
Xemgîn : yaw ev te çawa wilqas zû ez jibîr kirim , heger tu min naxwazî , ez karim wê fêm bikim , lê te jê re behsa min kir , te got bê çi di navbera me re çêbûye .
Hewa : ma qey ez çi bikim , temenê min bû 25 û ez divê ji xwe re yekî bibînim , lawik baş e .
Xemgîn : te tu carî ji min hez nekir , te hew ji xwe hezkir
Hewa : ma qey te ji min hezkir
Xemgîn : te du sal bi min re derbaskir , te tu carî ji min hezkir
Hewa : ez jî nizanim lê , ez vala bûm , min te dît min valahiya xwe bi te dagirt
Xemgîn : du sala ! !
Hewa : erê
Xemgîn : ji ku ye !! !
Hewa : ji paytextê ye ( paytext ew cihê ku zimanê Xemgîn lê tê axaftin , ew zimanê qedexe kirî , ew zimanê ku Xemgîn alîkariya Hewa digir heta ku hîn çêtir karibe pê biaxive )
Xemgîn : ji paytextê ! ! we li ku hev naskir , min got qey tu pê dizanî ,roja cejnê hevalê te Can me bi hev re dît
Can hevalê xemgîn ê tekaneye li bajarê Windayan e, Can ew kesê ku Xemgîn her tiştê xwe ê windayî li vî bajarî jê re dibêje .
Xemgîn : Na ez nizanim , negotbû ji min re .
Hewa : min nexwest tu ji kesî din bibhîzî .
Xemgîn : ev tu û wî bi zimanê biyanî bi hev re dipeyvin .
Hewa : erê nizane , ez pêş wî dikim, hîn dibe hêdî hêdî .
Xemgîn : ( bi ken ) tê bê qey tu gelekî dizanî îca tew tu nişanî wî dikî .
Hewa : em belkî bi zimanê zikmakî biaxivin , lê wê zarokên me bi zimanê me bipeyvin , ez dizanim .
Xemgîn : ê de başe ez naxwazim .em ji hev bixeydin , kengî tiştek ji te re lazim bû ez amade me ,
Hewa : Na , te ez poşman kirim
Xemgîn : tu zanî , de rabe biçe ...
Û herdu radbin û diçin malê xwe , Xemgîn serxweş , li tirmbêlê siwar bû û vegeriya malê , mirov nema didîtin , hat malê dît kes tune , ew tenê , Can jî ne li mal e , xwe li ser textê xwe dirêj kir û ramiya , ramanekê ew dibir û yekê ew tanî , ew bibû qirşkek li ber bayê peyvên Hewa û wêneyên wê diçûn û dihatin , bê giranî , bi valahî li cîhanê dinere , nedizanî bê wê çi bike , tiştek ji pê vî tolê û heyfe nehat bîra wî , lê çawa ! ka kar çibike ? wê çawa bike ? çû li ber eynikê rawestiya û li xwe nerî , zilamekî lawaz , bê vîn , bê pêşroj , winda , bê armanc, bê hêvî di olana eynikê de dît , zilamekî ku ev 5 sala xwe kişandiye qalikê xwe , ji jiyanê dûr ketiye , zilamekî qermîçokê salan bi kûrahî bandora xwe li ser riwê wî ê27 salî daye xuyakirin , tê bê qey li du mirovan dinere , yek 27 salî û yek jî 77 salî , ne bes nava dilê wî ji hev cuda bûye lê ew cudahî li ser laşê wî bi xwe xuya ye , vegeriya oda xwe û xwe avêt telefonê ta ku bi Gulfiroş re bipeyive û jê re bêje sibe were cem min, Gulfiroşa wî roja din hat , û çûn odeya xwe , Gulfiroş , bi şewat bi agirekî ku pirîskê wê davêtin ser çavê Xemgîn hatibû , xwe xweşik kirbû , ew lêvê xwe sorkirbûn , û bi germahî maçek ji lêvê Xemgîn stend û xwe û bi ew dengê xwe ê ku zilaman li ber xwe dihelîne got “min bêriya te kirye “ Xemgîn bi ew dilê qeşa girtî , bi lêvên qerimî , bi çavê melûl “ min jî “ got bi kurtasî û herdû ketin nav cihan û digel keftûlefta Gulfiroş gişî jî Hespê mêraniya Xemgîn serê xwe ranekir , û Xemgîn û Gulfiroş li hev pêçayî di xew re çûn bêyî ku tiştek bibe wek min ji we re di pêşiya çîrokê de gotbû , çend saet di ser re derbas bûn Xemgîn dît ku Gulfiroş bi ramûsan wî şiyar dike , û bi maçan maçî guhê wî dike û xwe bera ser riya wî dide , hêdî hêdî lê bi zanîn daket sînga wî û geh gez dike geh maç dike heta giha nêzîkî mêraniya wî geh xwe nêzîk bû geh dûr , geh zimanê xwe gihandê geh maçî dikirê , û dûre ew alast û li wir mêraniya Xemgîn serê xwe rakir û bang kir , Xemgîn bi hêrs rabû û Gulfiroş avêt bin xwe û hespê xwe derbasî qesra kêf û şahiyê kir bi gezan û maçan ket ser memik û sînga Gulfiroş , û gulfiroş bi neynûkê xwe him qeramûşka dide Xemgîn û geh wî bi ser xwe dikşîne , Xemgîn li riwê gulfiroş dinere , na ev ne gulfiroşe ev Hewa ye , çavê xwe digre û vedike dibîne jinek bi du riwan , geh Gulfiroş geh Hewa , heta ku xwe gişî vala dike û li wir nasdike ku Hewa jî jê re bû gulfiroşek , bû kaniya kêfekê jê re , ji xwe re kêfa xwe pê dikir , ji xwe re pê serê hespê xwe dadixist , pê agirê mêraniya xwe vedimrand . û xwe avêt ser piştê li kêleka Gulfşiroşa xwe ya nû .