Gulan neçîne û neçine
bihêle bila ew biryarê bidin
bi roniyê jî , mirovan ji mirinê neparêze
hiş û mejîyî bi rêbazan piçûk nekin
bila ew biramin
xewnên wan bi dirûvên derûnî reş neke
xewnbîner keskesoran dixwaze
kabloyan di malzarên serên wan de nekişîne
bi xwezayî dixwazin biherikin
ramanên wan
navan li rengan
çêjayê
gulan
dilan
çavan
nekin
navan li
derew
zikreşî
û pîsiyê bikin
ji bo tav ji wan nefretê bike
û bi viyanî
wan bê ronî bihêle
Dilyar Amûdê
No comments:
Post a Comment