Dengê banga sibê û dengê Şivan Perwer tevlihev dibûn... Dûmana çixarê ode dagir kiribû.. Xem di nav dûmana çixareyan de winda bûbû. Belkî bi wê dûmanê xemgînya xwe vedişart lê wî jî nedizanî bê ji çi aciz e û ji bo çi aciz e.
Lê tiştek tenê hebû ku ew jê ewle bû, ew jî jiyana wî ya valabû, hêvîyên wî nemabûn, her tişt bertelef bûbû, dilê wî şikestî bû..
Heta wê şevê jî nedizanî û nedikarî çareyekê ji arîşeyên xwe re bibîne, lê biryar dabû ku êdî ew dê çareser bike.
Divê her tiştî çêke, divê jiyana xwe vegerîne, divê hêvîya xwe ya çilmisî dîsa biçîne, divê soza xwe bi cî bîne.
Sozên wî ne ji kesî re bûn û ji nefsa wî re bûn. Divê her tiştî nû bike. Biryar dabû ku êdî ew şev wê ne wek ti şevan be, biryar dabû ku êdî wê xewnan bibîne, wê jiyaneke rengîn bibîne...
Dem hatibû ku şoreşa xwe pêk bîne, biryara xwe dabû ku wê her tişt di wê şevê de bê guhertin.
Wê şevê du caran daketbû wê kolana lê meşiyayîbû.
Ramanên xwe yên belawela rêşkiribûn û giş li ser maseya xwe raxistibûn. Li wan dimeyzand, bi destên xwe sînga xwe çirand û dilê xwe jî derxst. Danî nava wan ramanan. Xwest ku hestên xwe tev li mejîyê xwe bike, tev li bawerîyên xwe bike...
Dixwest evîneke rast ji xwe re çêke, evîneke bêderew...
Evîneke him bimentiq û bi hestyarî dixwest xwe nû bike. Ji xwe re digot ev şev wê ne wek gelek şevên çûyî be, ev şeva man û nemanê ye. Tiştê pêşî hat bîra wî evîna wî ya windabûyî.
Got:
— Gelo piştî min hefqasî dilê wê şikenenad ez ê çawa karibim wê dîsa bi dest bixim.
Rabû ji xwe re qehweyek çêkir, li fûrandina qehwê nerî tê de evîna xwe dît. Hat bîra wî, cara pêşîyê dema ku çû bûn mala hevaleke xwe bê çawa nizanîbû qehwê çêke û hat bîra wî bê evîna wî çawa qehweyek bi kef ji wan re çê kir. Hat bîra wî ku evîna wî ji qehwê hez nake, lê qehwa wê tevî wilo jî gelekî xweş bû. Zanîbû ku ji bo karibe rabe ser lingan û şoreşa xwe pêk bîne divê dilê wî bijene. Divê beybûna di dilê wî de çilmsiye ji nû ve bipişkive, lê wî zanîbû ku ew tişta şikenenadiye ti tişt nikari bicebirîne.
Dixwest ku di nav ew tiştên di evînê de kuştiye bi dilovaniya evîna wî tune bibe.
Biryara xwe da ku wê here cara dawî pê re bipeyive, yan wê her tiştî çê bike û yan jî wê bêdil jiyana xwe dewam bike. Wî zanibû ku bêyî dilî xwîn li laşî nagere, rengan nabîne çavê.
Biryar dabû ku wê şerê xwe bibe serî, îşev jê re şeva manê yan nemanê bû...
|| Dawiya beşa yêkê. Di beşa didoyê de; Hûn dê bibînin ka lehengê çîrokê şerê xwe yê bi evînê re çawa dibe serî. |
No comments:
Post a Comment