Bêje lê
Çima ez bêriya te dikim
Wek çawa ez bêriya rêkên zarotiya xwe dikim
Gelo tu ketiyî kîjan malzara mejiyê min
Ez li te digerim wek ez li xwe digerim
Ew roniya dilê min ya biçûk bûyî
Qey hîn bi te vê dikeve
Ez li te digerim wek zarokekî
Di listoka çavgirtînkê de
Çawa Li xweveşêrî digere
Bi dengê çi muzîka evînî
Guhê min li dengê te yê dûr û kûr
Guhdar dike
Laşê min wek
Laşê çivîkekî diperpite
Bi cemeda nebûna te
Tiliyên min bi pênûs digire
Û pêyvên evînê dinvîse
Wek pêşabûna bi du sêvên sînga te
Peyv diherikin
Li ser kaxezê
Wek herkîna çemê şahiya min
Li ser bedena te
Dilê min bi keftûlefta
Nûhatekî dijene
Na diheje û dihejîne
Hemû dîmenên te yê tazî
Wek cara pêşî
........
Êdî tu nayî xewna min
Lê ez dizanim
Te xwe veşartiye
Di navbera qatên dilê min de
.............
Bêje lê … bêje
Tu çi ji min
Rebenî dixwazî
Ne besî te bû
Sal , sersal, newroz û demsalê te birin
Qey têra te nakin ew birînên
Di hestên min de
............
Çima di tenêtiya min de
Tu rewrewkên xwe
Bi ser min de dişînî?
.........
Reşekên te bi şev û rojan
Li hawîrdora pencereya nûjîna min e
...........
Ew çi rextê nediyar e
Ku te pê ez birîndarê xwe kirim
.......
ev çima hûrikên te her û her
li ser textê nivîna min e
.......
bihna te ji bayê ,
çêja lêvên te ji çixara,
êşşahiya te ji êşên
ez dikşînim tê.
Bêje çima
.......
Min azad bike
Rizgar bike
Ji dîlîya evîna xwe
Û bihêle kevokên
Dilê min
Bi şadî
Ji xwe re
Li ferek ne wek te
Ey êşkencekera bê wijdan
( min ev helbest saat 01:31 . 07 tebaxê, 2011-08-07 de li ber muzîka Nîzamettîn arîç nivîst û di navbera xwendina ezmûnê de lewra min navê wê kir ezmûn)