ez li cihekî çêbûm xaka wê ya min bû lê xakek lal bû . welatek xwîna min ji ax û ava wê bû lê ne welatê min bû ez bi zimanekî peyvîm lê ez fêrî yekî biyanî bûm . paytexta wê xakê li derveyî sînorên jiyîna min bû . ez çêbûm girêdayî bi hinek zagonên ku bi agir û tirsê hatine nivîsandin ez bûm karkirê wêjeyekê nediyar . Ez li xwe geriyam min biryarin mezin dan ez ketim û rabûm ez hîn mezintir ramiyam . ez rastî taht û dîwaran hatim lê min got : bila! min ji xaka xwe hez kir min ji kesê ku bi agir û jan û av û ax xaka min hatine hûnandin hezkir , min dilê xwe ê biçûk û jena wî da koçberekê ku ji vê xaka dabeşkirî hatiye surgun kirin lê dilê min xist navbera 4 dîwarên pola û ez dîl kirim , min xwe lehengê dîrok û efsaneyan didît . min xwe çiya û zinar didît .ji min ez ew kesê ku naşkê me , lê wê koçberê min ji wijdan , ji raman , ji rewan dûr xist. min ji min dûr xist nefret çand di dilê min yê reben de û da min û çû bêyî ku li paş xwe binere çû û pêl ew beybûna ku min dabûyê kir û dûr dûr çû.
Dilyar
Dilyar
2 comments:
destète sag bi keko. her hebì
spas xweş
Post a Comment