newaya mutrib û çengê
fîxan avête xerçengê
Were saqî heta kengê
neşûyîn(neşoyîn) dil ji vê jengê
Watenasî:
Newa: melodî, dengê muzîkî
Newa: melodî, dengê muzîkî
Peyveke îranî ye.
Mutrib: stranbêj,
Peyveke esil erebî ye
Çeng: amûreke muzîkê ye ku bi navê arpê jî tê nasîn.
Fîxan: hewar, gazî, qîrrîn, feryad
Îranî ye
Îranî ye
Avêt: lêkereke dema borî ye "e" ji bo girêdan e ku ji bo hin lêkerên berpêbûyînê tê bikarhanîn: Ez hate malê
Xerçeng: Kevjal, yan jî burca kevjalî ya li ezmanan e.
Were: raweya fermanî ji lêkera "hatin"ê ye
Saqî: meygêrr, badegêrr, karkerê/a meyxaneyê
heta: ta, heya, heyanî
Kengê: çi demê, çi çaxî, çi wextî, çi gavê
Lê bi pirranî niha wek "kengî" li kar e
Lê bi pirranî niha wek "kengî" li kar e
Neşûyîn: dema bê ji lêkera "şûştin"ê ye ku bê amrza dema bê "ê, dê, wê" hatiye çêkirin
li gorî em niha dizanin di kurmnacî de rader "şûştin" e û reha dema niha "şo" ye. di soranî de "şordin" an "şûştin" e. Lê di hin devokên kurmancî de wek "şiştin, şwiştin, şuştin" jî tê gotin.
Dil: zazakî "zerre" soranî "dill"..
Jeng: jengar, zingar zengar..
No comments:
Post a Comment