Wisa bifikire ku xwediyê lokanteyeke biçûk heye ku herdem kêşeya wî di nivîsîna peyvên nejirêzê de heye û li ser cama lokantaya xwe kaxezekê datîne ku dibêje “ we have a new SEAGH” anku “ SEAGHekî nû li vir e”. Gava tu wê kaxezê dibînî tu dixwazî bipirsî bê gelo SEAGH çi ye? Gava tu dibihîzî bê çawa wê peyvê dixwîne tu di cih de dizanî ku ew peyv wek “chef” tê nivîsîn. Gelo wî çawa karî bi wî awayê dî binivîse? Baş e! Gelekî hêsan e, wî ji xwe re gotiye tîpa pêşî ji peyva “sure” bibe û herdû tîpên nabverê ji peyva “dead”ê û beşê dawî ji peyva “laugh”ê, ma nebû “seagh”?
Belkî ev çîrok derbarê zimanê ingilîzî de baş be ta ku vî tiştî bîne bîra me ku bi pirranî peyv di ingilîzî de ji awayê bilêvkirinê cuda tên nivîsîn. Eger di zimanekî de mirov nikaribe tîpan bo nimandina dengên ku em derdixin bi kar bîne, gelo em ê çawa bikarin dengên ingilîzî binimînin? Çareyek tenê heye ew jî ku em elifbêyeke dî çêkin ku dengên ku em derdixin binimîne. Wek komeke ji sembolan ku niha heye û em jê re dibêjin “elifbêya fonetîk”. Di vê beşê de em ê binerin bê ev sembol çawa dengdêr û dengdarên kurdî nîşan didin û çi beşên laşî yê alava dengî ya mirovî beşdarî bilêvkirina van dengan dibin.
Denganî
Vekolîna giştî ya li taybetmendî û cudahiyên dengan, denganî ye(in: phonetic). Em ê bêtir li ser denganiya gotinî (Articulatory phonetics)bisekinin ku ew li ser awayê ku deng pê tên çêkirin an gotin. Beşeke dî yê lêkolînê jî denganiya veguhestinî (Acoustic phonetics) ye ku ew li ser taybetmendiyên fîzîkî yên dengan disekine wek pêlên dengan di hewayê re, denganiya bihîstinî (Auditory phonetics) ku li ser têgihiştin û awayê wergirtina dengan ji aliyê guhî ve.
Dengên bilerz û yên bêlerz
Di denganiya gotinî de em hîn dibin bê deng çawa bi bikaranîna beşên devî yên têra xwe kompleks, tên gotin. Pêşî ba ji cegerê derdikeve û ji wir diçe treakya(lûla bayî) û ji wir jî dikeve zengelorkê ku tê de “perdeyên dengî” hene û li wir ew perde bi du awayan dixebitin
- Gava ew perde ji hev cuda bin, deng bê astengî di nava wan re derbas dibe û ji van dengan re “bêlerz” tê gotin.
- Gava ew perde tên girtin û deng bi zehmetî di navbera wan re derbas dibe, wan didehfîne û dibe sedema lerzê ku ji van dengan re jî “bilerz” tê gotin.
Eger mirov serê tiliya xwe bi nazikî deyne ser “sêva Ademî”(Adam’s apple) û wan dengên wek Z-Z-Z-Z- an V-V-V-V derxîne pêwîst e ku bi lerzekê bihese ji ber ev dengên bilerz in. Eger tu destê xwe li heman cihî bihêlî û hewl bidî dengên S-S-S-S an F-F-F-Fê derxîne tê bihisî bê çawa lerz tune. Awayekî dî jî heye ku mirov pê bizane bê deng bilerz e an bêlerz e; ew jî ku tiliyên xwe têxe guhên xwe, ne gelekî zêde, û wan dengan bibêje, eger bi lerzê hisiya naxwe ew bilerz e, eger pê nehise naxwe ew bêlerz e.
Cihê gotinê
Piştî ku deng ji zengelorkê dibuhire, dikeve dev an jî pozî. Pirraniya dengdaran bi rêya guherîna cihê zimanî an jî guvaştin û bikaranîna beşên devî tên gotin an derxistin. Pirraniya têgehên ku dengan dinimînin bi giştî bi beşê devî yê ku beşdarî derxistina wî dengî dibin, tên nîşandan; anku ew cihê ku tê lebitandin an bikaranîn pêk tê ta ku ew deng derkeve.
Wêneyekî devî ku bi awayekî dirêjikî hatibe jêkirin ji me re lazim e ta ku em bizanin bê kîjan beş beşdarî derxistina dengî dibe. Ji bo em awayê hilberandina dengan binimînin
Em dikarin ji pêşiya devî dest pê bikin û bi paş ve biçin lê divê em meseleya lerzê ji bîr nekin û em ê sembolên xwe yên elfibêya fonetîk ji bo dengan bi kar bînin. Ev sembol dê di nava nîşana [ ] de bin.
Dulêvî
Ev deng bi bikarhanîna lêva jor û ya jêr û girtina wan lêvan li ser hev tê gotin. Wek dengên pêşî yên peyvên pat, bat û mat hemû dulêvî ne. [p] ya bêlerz e û [b] û [m] yên bilerz nîşan didin. Em dikarin dengê [w] yê pêşiya peyvên way, walk û world jî wek dulêvî bihesibînin.
Lêvî-didanî
Ew dengên ku bi diranên jorîn û lêva jêrîn tên gotin. Dengên pêşî yên peyvên far û vat û dengên dawî yên peyvên safe û save lêvî-didanî ne. Sembolên [f] yê bêlerz û [v] yê bilerz van dengan dinimînin. Bala xwe bidê li gel cudahiya nivîsîna tîpên dawî ya peyva cough û yên pêşî di peyva photoyê de jî lê dîsa ew wek [f] tên bilêvkirin.
Didanî
Ew deng bi rêya gihandina serê zimanî bo paşiya diranên jorîn tê drxistin. Dengê pêşî yên peyva thin û yên dawî yê peyva bath herdû jî dengên bêlerz û didanî ne. Sembola ku ji bo vî dengî tê bikaranîn [θ] e ku bi gelemperî jêre “theta.” tê gotin. Ev ew sembol e ya ku ji bo nimandina dengên pêşî û paşî yên fraza three teethê bi kar bînî.
Dengên bilerz yên didanî bi sembola [ð] tên nimandin û jê re “eth.” tê gotin. Ev deng di pêşiyê peyvên wek the, there, then û thusê de tên dîtin. herwiha dengê navîn yê peyva featherê ye û yê dawî yê batheê ye jî.
Têgiha navdidanî carinan ji dengên ku bi xistina serê zimanî navbera diranên jor û jêr re tê gotin
Pidûyî
Ev deng bi dana beşê pêşî yê zimanî li pidûya jorîn ya hişk tê derxistin. Ew cihê hestî yê di cih de li piş diranên jorîn e. Dengê pêşî yê peyvên top, dip, sit, zoo û nût dengên pidûyî ne. Sembolên van dengan jî [t], [d], [s], [z], [n] ne. [t], û [s], bêlerz in lê her sêyên dî bilerz in.
Belkî zelal be ku dengên dawî yên peyvên bus û buzz bi rêzê [s] û [z] ne lê gelo peyva raise dê çawa be? Belkî tîpên wê mirovî şaş bikin ji ber ku tîpa dawî bilerz e lew divê wek [z] bê nimandin. Bala xwe bidê ku li gel cudahiya tîpên peyvên knot û not jî lê dengê pêşî yê herduyan jî [n] ye.
Dengekî pidûyî dî jî heye ku [l] ye û ew jî li pêşiya peyvên lap û lît dibe. Dengê pidûyî yê dî jî [r] ye ku di peyvên write û right de heye.
Paşpidûyî
Eger tu hinekî li paş pidûyê bihesî tê li jora devî bi cihekî hişk bihesî. Jê re bi ingilîzî te gotin palate. Dengên ku bi ziman û paş pidûyê tê derxistin jê re paşpidûyî tê gotin. Mînak li ser dengên paşpidûyî di peyvên shout û child de diyar dibin ku herdû jî bêlerz in. Sembola dengê SHê [ʃ] ye û yê dengê CHyê [ʧ] ye. Nexwe peyvê shoe û brush bi [ʃ] yê bêlerz dest pê dikin û pê bi dawî jî dibin, hew wiha peyva church bi [ʧ] yê bêlerz dest pê dike û bi dawî dibe.
Yek ji dengê paşpidûyî yê bilerz jî bi sembola [ʒ] tê nîşandan. Di ingilîzî de zêde peyda nabe lê dikare di nava peyvên wek treasure û pleasure û li dawiya peyva rouge peyda bibe. Deng dî yê bilerz bi sembola [ʤ] tê nimandin û li pêşiya peyvên wek joker û gem peyda dibe. Peyvên judge û George li gel cudahiya tîpên serî jî dîsa bi dengê [ʤ] dest pê dike.
Dengekî din yê bilerz heye ku wek [j] tê nimandin û li pêşiya peyvên wek you û yetê peyda dibe.
Paşdevî
Ev dengê gava ku ziman zêdetir biçe paşiya devî nêzîkî ew cihê zimanê biçûk yê devî anku deng ji nêzîkkirina zimanî ber bi wî zimanê biçûk ve derdikeve û ji van dengan re paşdevî tê gotin. Sembola dengê bêlerz ya vê tîpê [k] ye ku di pêşiya peyvên kid û kill de herwihda di destpêka peyvên car û cold. Berevajî awayê nivîsînê jî ev deng di destpêk û dawiya peyvên cook, kick û coke de jî heye.
Paşdeviyê bilerz jî di destpêka peyvê go, gun û give de heye û bi [ɡ]yê tê nimandin. Herwiha ev dengê dawî ji peyvên bag û mug e jî û berevajî awayê nivîsînê li dawiya peyva plaque jî heye.
Carinan zimanê biçûk zêdetir dadikeve ta ku bihêle ba here hundirê valahiya bêvilê ta ku dengekî din yê paşdevî derkeve û bi sembola [ŋ] tê nimandin û jê re “angma.” tê gotin. Di ingilîziya nivîskî de bi pirranî ev deng wek ng tê nivîsîn. Lew ev deng li dawiya peyvên sing û sang û berevajî tîpên ku pê hatiye nivîsîn tongue û ji xwe di peyva singingê de dubare dibe.
Qirikî
Dengek tenê heye ku bêyî bikaranîneke çalak ji zimanî an jî beşeke dî ya devî re derdikeve. Ew deng [h] ye ku di pêşiya peyvê have û house de peyda dibe herwiha ji bo piraniya axiveran jî dengên pêşî yê who û whose. Ev deng bi gelemperî wek dengekî bêlerz Qirikî ye. Qirikî ew beşê di navbera gewrî û perdeyên qirikê de ye. Gava zengelork vekirî be wek çawa di dengên din yê bêlerz de û bêyî ku di destwerdan tê de hebe ta ku ew deng derkevin, ha ew deng dengê [h] ye.
Tabloya dengên dengdar
Me awayên gotina dengdarên ingilîzî bi hurgilî rave kirin û em niha dikarin bi tabloyekê wek ya jêrê agahiyên bingehîn bi kurtasî rave bikin. Li jora tabloyê cihên cuda yên ku ziman nêzîkî wan dibe ta ku deng derkeve û li bin her yekê ji wan nîşanên V-(bêlerz) û V+(bilerz) hene. Herwisa li ser destê çepê jî awayê ku ew deng pê tê gotin jî heye ku em ê di beşa bê de li ser bisekinin.
Kêşeyên tabloyê
Ev tablo ne temam e ji ber ku bi pirranî dengdarên ku di bilêvkirina ingilîzî de tên bikaranîn dihewîne. Lew gelek cudahî di navbera sembolên vê tabloyê bingehîn û sembolên tabloya berfireh ya ku ji aliyê Dezgeha phonetîkan ya neteweyî (IPA) de heye. Gelek cudahiyên din jî di tabloya IPAyê de hene.
Em ê biçin tabloya IPAyê ta ku bikarin dengên hemû zimanan rave bikin. wek mînak sembola dengê Berxişok yê paşdevî yê ku belkî te di bilêvkirina almanî de bihîstibe ku wek “ch” wek beşên peyvên bach û achtung. Dengekî din jî tê de heye ku bi paşiya zimanî û zimanê biçûk tê çêkirin ku dengê frensî “r”ê nîşan dide wek di peyvên rouge û letter .Ev dengên zimanî di gelek zimanên Bakur û başûrê Amerîkayê de peyda dibin. Hinek dengên din ku di ingilîzî de tune ne û ji hefikê derdikeve di zimanin din de peyda dibe wek erebî. Gelek dengdarên din di zimanên cîhanê de hene.
Kêmasiyeke dî ya tabloyê jî ku sembolek tenê hatiye nivîsîn bo nimandina dengê “r”ya ingilîzî ku dikare di nav axiveran de bi gelek awayên cuda di destpêka peyvên wek red û raw an jî di nava peyvê de wek very an li dawiya peyvê wek hour û air. Lew gelek sembolên cuda dikarin bên pêşberî me bo nimandina varyantên cuda yên dengê r (mînak: [ɹ], [ʀ]) ta ku ji hev bên vavêrkirin.
Di dawiyê de sembolin cuda hene bo nimandina hin dengan wek [sˇ]bo [ʃ], [zˇ]bo[ʒ], [cˇ]bo[ʧ], [jˇ]bo[ʤ] û [y] bo [j].
Awayên gotinî
Heta niha me li dengdar nerî ji aliyê bê ka bi kû devî ve girêdayî ne û ji kû de tên gotin. Em dikarin heman dengdaran di rêya awayê ku pê tên gotin jî rave bikin. Ta ku em bikarin cudahiyê di navbera dengdarên beşa berî niha yên di heman katagoriyê de cih digirin de bizanin.Wek mînak em dikarin bibêjin ku dengên [t] û [s] di heman katagoriyê de ne ku him bêlerz in û him jî pidûyî ne. Gelo çawa ji hev cuda dibin? Cudahiya wan di awayê gotinê de ye ku ew jî tê ser awayê ku pê tên bilêvkirin. Dengê [t] yekji komek dengan e ku ji wan re sekinî tê gotin lê [s] dengek e ku ji komeke dî ye ku jê re Berxişok tê gotin.
Sekinî
Li gel dengê ku me li jorê diyar kir hew wiha dengên p], [b], [t], [d], [k], [ɡ] di vê komê de ne û hemû bi girtina lêvan û girtina bayî (bo demeke gelekî kurt) û dûre bi awayekî xurt berdana an bi teqandin tê berdan. Ev şêweyê dengan encama girtina bayî li dû lêvan e û bi awayekî xurt berdana wî bayî lew jê re sekinî tê gotin. Anku ravekirina temam bo dengê [t] dulêviya seknî bêlerz e. Di hin nîqaşan de tenê awayê gotinî tê nîşandan wek ku em bibêjin peyva bed bi dengên sekinî yê bilerz dest pê dike û bi dawî dibe jî.
Berxişok
Ev awayê gotinî bo vê koma dengan [f], [v], [θ], [ð], [s], [z],[ʃ], [ʒ] tê gotin.ku hema teqrîben pêşiya bayî tê birrîn û tenê valahiyeke teng dimîne vekirî ku ba bikare tê re here. Çawa ew ba di wir re tê dehfandin xijikandin pêk tê û ji ber wê navê wî bûye Berxişok. Gava ku tu van dengan derdixînî eger tu destê xwe deynî ber devê, bi taybetî [f] û [s], divê tu bi pêleke bayî bihesî. Bilêvkirina asayî ya peyva fish bi dengên bêlerz yên Berxişok [f] û [ʃ] bi dawî dibe. Herwiha peyva those bi dengên [ð] dest pê dike û bi [z] bi dawî dibe ku herdû jî bilerzên Berxişok in.
Dengê [h] wek di Hi û Hello dengekî belerz e û herwiha di koma dengên Berxişok de ye.
Xişok
Eger tu sekneke kurt ya bayî bi bergiriyê dikare bibe sedema xişikînekê û bi vî awayî ev herdû deng [ʧ] û [ʤ] derdikevin. Ev deng dengên xişok,nevizok in ku di destpêka peyvên cheap û jeep. Di van peyvan de [ʧ] bêlerz Xişok e û [ʤ] ya bilerz a Xişok e.
Bêvilî
Piraniya dengan bi devî tên bilêvkirin di rêya bilindkirina zimanê biçûk û rê li ber bayî digire ku têkeve valahiya pozî. Herwiha gava ku zimanê biçûk dadikeve û rê li ber bayî vedibe ku derbasî valahiya pozî bibe dengên [m], [n] û [ŋ] derdikevin. Ev deng wek bêvilî tên nimandin. Ev deng hemû bilerz in. Ev peyv morning,knitting û name giş bi dengên bêvilî dest pê dikin û bi dawî dibin.
Jenok
Dengên pêşî yên peyvên red û led dengên jenok in. Herdû jî dengên bilerz in. Dengê [l] dengekî rexkî jenok e ku tê de ba di kêlekên zimanî re derbas dibe di wê dema ku ziman jî digihê paş pidûyan. Dengê [r] ku di destpêka peyva red de heye ku ziman tê de bilind dibe û digihê nêzîkî jora devî.
Bandevî
Dengên [w] û [j] wek dengên bandevî tên binavkirin. Herdû jî di destpêka peyvên we,wet,you û yes de peyda dibin.Ev deng bi giştî bi vî awayî derdikevin; bi gerîn (an xişikandin)a zimanî ji an ber bi cihên ku dengdêr jê derdikevin. Lew carinan ji wan re “nîv-dengdêr” jî tê gotin.
Di hin nêzîkatiyan de dengên jenok [l], [r] û yên bandevkî [w], [j] dikevin yek katagoriyê ku wek nêz-dengî(bi ingilîzî approximants) tê binavkirin.
Zenglerokî sekinî û vekirî
Du têgeh hene ku bo bilêvkirina dengdaran tên gotin lê di tabloya li jorê nehatine diyarkirin.
Dendgarê zengelorkî yê sekinî bi sembola [ʔ] tê nîşandan û ew di dema ku perdeyên dengî bi temamî girtî be(ji bo demeke kurt) dûre tên vekirin. Hewl bide ku tu biwêja oh oh! bibêjî. Di navbera “oh”a pêşî û duyem de em bi giştî sekneke zengerokî pêk tînin anku perdeyan digirin. Hin kes wê di navbera uh-uhê (N) de jî çêdikin û hinekên dî jî wê dixin şûna “t” gava peyva Batmanî bi lez bi lêv dikin. Herwiha tu dikarî zernerokiya sekinî di peyvên wek butter an bottle derxînî eger tu herdû eger tu herdû “tt”yên navberê bi lêv nekî.Ev deng bi awayekî berbiçav di axaftina Cockney(London)ê diyar dibe. (Hewl bide ku tı navê Harry Potterî bibêjî lê wek H û TT tune bin). Herwisa mirov dikare di axiftina Zengelorkiya sekinî di nav hinek Skotlendiyan de û hin kesên New Yorkî de jî bibihîzî.
Lê eger tu kesekî ku peyva “butter” wek budderî bi lêv dikî, naxwe tu dengekî vekirî derdixî ku bi nîşana [D] û carinan [ɾ] tê diyarkirin. Ev den di gihandina zimanî bo demeke kin bo bana devî tê derxistin. Gelek Amerîkayî meyla wan bi ser derxistina dengên vekirî de heye, wek di peyvan û di navbera dengdêran de wisadikin di tîpên [t] û [d] e.
Dengdêr
Çawa ku pirraniya dengdaran bi girtin an jî bergirtina perdeyên perde û rêya dengî tên derxistin, dengdêr jî berevajî vê bi derbasbûna azad û bê asteng ya bayî di wir de tên derxistin. Giş ji xwe dengên bilerz in. Bo em dengdêran katagorîze bikin divê em di awayê ku ziman pê bandora li rêya derxistina bayî dike binerin. Bo ku em behsa awayê gotinê bikin divê em di şkefta devî de bifikirin ku bi rêya guhertina cih û teşeya zimanî bandorê li derketina bayî dike. Bo em çêtir cihê gotinê nîşan bidin em ê zimanî bikin çar beş jor û jêr, pêş û baş. Wek di bilêvkirina heat û hit de ku em behsa dengdêrên “pêş û jor”ê dikin ji ber ku ev dengdêr derdikeve gava serê zimanî li jorê be.
Berevajî vê rewşê dengdêr di peyva hat de derdikeve gava ziman li jêrê be û herwiha dengdêrê peyva hot rewşa zimanî “jêr, paş” e. Cara bê gava tu li serşokê li ber eynikê bî hewl bide ku tu peyvên heat,hit, hat û hot bibêjî. Tu yê bibînî ku ji bo herduyên pêşî devê te girtî dimîne lê di herduyên dawî de, ziman dadikeve berjêr û dev têra xwe bi pehnikî vebe.( Dengên kêfxweşiyê û vehesînê bi giştî dengên jêrîn dihewîne).
Ev tabloya li jêrê dengdêrên herî zêde di kurdî de nîşan dide bê çawa derdikeve û herwiha diyar dike bê deng ji kÛ derdikevin.
Dudeng
Ligel dengêrên tekane, em dengekî din derdixin ku ji du dengdêran pêk tê û wek dudeng tê zanîn. Em dudengî derdixin gava ku em zimanê xwe ji cihekî dengî [a] bo cihekî dî [ɪ] wek di dengê [aɪ] di peyvên hi û bye de. Tevger di vî dudengî de ji jêr de ber bi jora li paş ve, ji dengên [a] û [ʊ] pêk tê û dengê [aʊ] hildiberîne ku ew jî dudengek e ku di rahênanên axaftinê de tên dîtin [haʊ naʊ braʊn kaʊ]. Di şirovekirinê de carinan ber bi dengên [j] yan [w] ve diçe û dengên [aɪ] û [aʊ] wek dengên [aj] an [aw] derdikevin. Di hin zimanan de dengên [e], [a] û [o] wek yekdeng derdikevin û hinên din de ji ingilîzî cuda ne lê di ingilîziya Amerîkayî de wek dengê pêşî yê dudengî de dixuyê. Ew tabloya li jêrê nîşan dide bê çawa dudeng tên hilberandin û li dû wê lîsteyek ji dengan li gel mînakên wan tê ta ku hinek cudahiyên van dengan nîşan dide.
Varyanteke hûrik ya takekesî
Dengên dengdêr baş tên zanîn ku di nav hinek ingilîzan de tên guherîn û ji hev cuda tên bilêvkirin û ev sedema sereke ye ya ku dihêle devokên cuda derkevin. Lew dibe ku tu bifikirÎ ku hin dengdêrên ku di lîsteyên jorê de hatine destnîşankirin bi temamî wisa nayên bilêvkirin. Herwisa hin dengên ku li vê derê hatine destnîşankirin belkî di devoka te de bi awayekî birêkûpêk nayên bikaranîn. Wek mînak belkî tu cudahiyê naxî navbera bilêvkirina peyva caught û cot di herduyan de dengê [ɑ] dibêjî. Herwiha belkî tu di ferhengan de bibînî ku peyva pet bi dengê [e] di şûna yê [ɛ]ê de tê nîşandan. Belkî tu cudahiyeke berbiçav di navbera dengê [ə], ku jê re tê gotin “schwa" û [ʌ], yê jê re “wedge." tê gotin de nebînî. Eger tu hewl didî binivîsî hema [ə] bi kar bîne.Ya rast ew e ku em giş di acaftina asayî de dengê “schwa” ji hemû yekdengên dî zêdetir bi kar tînin. Ew dengekî bêkirpandin e di peyvên rojane yên wek afford,collapse,photograph,wanted û zêde di peyvên a û the de. Gelek şêweyên din jî yên gotina dengdêran heye ku me li vir behsa wan kiriye lê wisa diyar e ku her em zêdetir bi ser dengdêran de herin em ê zêdetir nêzîkî komên biçûk bibin an carinan jî biçin dengdên kesan bi xwe jî. Wek guherînin biçûk yên dengên kesan ku dibe sedem em ew kesên dinasin ji dengên wan jî binasin. Lê ev alîkariya me nake bo fêmkirina dengên kesên biyanî yên ku mirov nanase. Em dikarin hemû dengên kesî yên cuda piştguh bikin û dengên sereke wek beşekî ji peyvê ya xwedî wateyeke taybet. Ta ku em bêtir mentiqê wê fêm bikim baştir e ku em li dirûvê dengan zêdetir binerin an jî li dengnasiya zimanî zêdetir binerin.
No comments:
Post a Comment