Lê bigere

Tuesday, June 2, 2015

Awêne 1

Nasîna min û Remezanî vedigere zarokatiya me, sedema nivîsa min ji çîroka wî re ew e; ku jiyana her kurdekî ne ji aliyê xebat û têkoşîna neteweyî yan jî ji aliyê lehengiyeke cîhanî lê ji aliyê serboriyeke kesayetî hêja ye ku bê nivîsîn. Çîroka piraniya kurdan dişibe çîroka Remezanî bi awayekî ji awayan. Her kurdek du kes e, yek ew kesê ku bi demê re gewde û bedena  wî mezin dibe, qermîçokên demê bi lezeke bêhempa bi çermê û bedena wî ve hildikşin, dem bi lezgînî porê serê wî diweşîne û tâyên sipî  di wan derzên rojan de bi bextewarî li ser rûyê  wî derdixîne û kesê din ew awêneya vî kesî ye ku di zagonên zanistî de divê berovajiya rastiyê bide olandan lê di jiyana Remezanî de awêne wêneyê rastiya zanistî dide olan û di cîhana Remezanî de rastî berovajiya zanistiyê ye û wêneya awêneyê ye û olana zanistî ye, loma ez ê çîroka Remezanî wekî çîroka du kesan ku di heman demê de tên vê cîhanê lê bi berovajiyeke tekûz ber bi mirineke rewanî ve diçin.
Çîroka me bi teyîsînên xwe ve dê were rave û şirovekirin,belê kerem bikin em bi hev re li rastî û  teyîsên Remezanî temaşe û guhdarî bikin.

                                                    Rastiya yekem
Rojbûna Remezanî
Elîfeyê bi zikê neh mehîn ku li ber pozî rawestiye û bi ew dengê di nav hev de û nayê fêmkirin wê li wê odeya axî  ew Qurana kevin  û perpitî dixwîne û heşt  zarokên wê yên dî jî ku li televeziyona reş û sipî temaşe dikin û hayên wan ji dengê dayika wan tune ye ku êdî bûye dengekî suriştî li ba wan û êdî rêz û rumeta wan ji wan peyvên yezdanî re jî kêm kiriye. Ji nişkê ve qolincên zayinê xwe dan ser Elîfeya 38 salîn û daxwaza canê di hundirê canî ya azadiya hîn bêtir da ser Elîfeya ducanî, ji qîza xwe re got ta ku biçe bang li Şemê bike ji ber ku ava wê dê bê, lê qîza wê ku di bernameya tvyê de xayiz bûbû deng nebir xwe,û hêdî hêdî bêtir zor da ser heta ku qîz neçar ma biçe û bang li Şemê kir. Şema heftê salê, ku bi zorê û hefte belayan dimeşe heta ku gihişt mala Elîfeyê, ji xwe wî canî xwe ji beden û ayetên Elîfeyê rizgar kiribû û êdî hewl dida ku bi hesên xwe dinyayê fêm bike, bi awayekî cuda bi dinyayê bihese.

No comments: