Lê bigere

Saturday, October 15, 2016

Dev jê berde û xwe bikuje!

Pênûsa xwe
li gel wî çekî
binax bike,
veşêre
û mejiyê xwe radestî wî xwendeyê hov bike
Bila zanîn, hêz û zikreşiya wî, serê wî bixwin
...
Danûkan bikelîne
Pezê xwe biçêrîne
û mirîşkên xwe xwedî bike
Bila tank, moşek û balafir ji wî re bin
Û bila kabloyên înternetê mejiyê wî bicûn
...
Pirtûkan, nivîskaran û helbestan bispêre hev
Û giştan bi destê xwe
-li hêviya wî nemîne-
bi destê xwe bikuje
û bi dizîka li mala xwe
li dengbêjekî
li çîrokekê
li "Malek Mitêtê" guhdarî bike
û bila ew di nav aforîzmayên felsefeya yûnanî de bixeniqe

Ger pêwîst bû
gundê xwe, malên xwe bişewitîne
û ji vê erdnîgariya qirêjkirî koç bike
Bila wê xweliyê bi ser serê xwe dake
belkî ax çavên wî têr bike

Sunday, September 11, 2016

Dosyaya Barzanî di palisqeyê pola yê Stalînî de

Ev kurtenivîseke Wizîrî Aşo ye ku min di pirtûkeke PDFê de dît û ji aliyê Îsmaîl Hesafî hatiye wergerandin bo zimanê erebî. Min jî xwest wê bikim kurmancî. Min beşek jê wergerand û her ji min were, ez ê wergera wê temam bikim.
Têbiniyên min li ser nivîsê hene ku diyar e ne bi zimanekî objektîv hatiye nivîsîn lê dîsa jî hêja ye mirov bixwîne û bide ber çavkaniyên din ta ku bikare, baştir dîroka sedsala borî ya têkoşîn û berxwedana kurdan bi giştî û ya PDK û Mele Mistefa barzanî bi tayabetî fêm bike.


Dilyar Amûdî

Agahî
Nivîskar: Wizîrî Aşo
Wergêr: Îsmaîl hesaf
Wergêrê Wergerê: Dilyar Amûdî


                              Dosyaya Barzanî di palisqeyê pola yê Stalînî de
                 
                                                                         Diyarî
Ez vî karê xwe diyarî giyanê serokê gelê kurd, wî mêrê ji polayê ku di 50 salî de qet neçemiya, wî kesê ku wek serok û fedakar alaya kurdayetiyê berz kir, serokê nemir, Melle Mistefa Barzanî,her şoreşgerê berra ku li ser rêya wî bi rê ve çû û  giyanê pêşmergeyên leheng dikim.
Dr. Îsmaîl Hesaf

                                                                   Pêşgotina Wegêrî
Serokê kurdî Mele Mistefa Barzanî dihesibe yek ji berbiçavtirîn serokê tevgera azadiya kurdî ya dîroka hevdem, ne tenê ji ber ku dirêjtirîn şoreşa çekdar a gelê kurd bi rê ve bir lê ji ber ku rêya Barzanîzmê kir rêyeke mayinde û dibistaneke berxwedanê ku navê Barzanî û gelê kurd bi hev ve hat bestin ku êdî ji hev naqetin.
Xwendekarên kurd ên ku li zanîngeh û enstîtûyên dewletên biyanî dixwent, bûbûn balyozên gelê xwe li derve. Bi piranî gava ku xwendekarekî hewl dida ku pirsa kurd û dadweriya wê pirsê ji kesekî yan aliyekî biyanî re rave bike, dikir nedikir nedikarî bigihêje armanca xwe û nedikarî ramana xwe bigihîne aliyê din lê çawa navê Barzanî digot, ev mamika aloz dihat çareserkirin. Ez bi xwe di salê xwendina xwe (1975-1986) gelek caran ketime vê rewşê gava ez li bajarê Mosko, Warşova, Vîena yan welatek ji welatên Soviyeta berê bûm.
Divê em balê bikşînin ser hindê ku navê Barzanî di asta navdewletî de, kurd destnîşan dikirin, di wê dema ku dorpêçeke giran li ser şorşea kurd hebû û dezenformasyonek li wê dihat kirin û raya giştî ya cîhanê di dema şerê sar de bi awayekî balkêş, çavên xwe û guhên xwe li ser pirsa kurd digirtin. Ji xwe navgînên ragihandinê yên wek înternet, telefon û entrfon û hwd jî ne berdest bûn. Dengê kurdan carinan di rêya wan rojnamevanên mezin ên serdana Kurdistanê dikir û bi serokê Barzanî re li lanî wî diciviyan re digihişt derve. Herwiha carinan di rêya radyoya Londonê yan jî di rêya radyoya Dengê Kurdistanê ku weşana wê ji aliyê hêzên ewlehiya hikûmeta iraqî ve dihat xera kirin ku muzîka wek “Hanî ... hanî” an jî heytehût li ser heman frekansa Dengê Kurdistanê dihat weşandin. Lê divê em rola nûneriya şoreşê li derve, serdana serokên şoreşê bo derve û rola xwendekarên li derve ji bîr nekin.
Ji aliyekî din ve, divê em diyar bikin ku serok Barzanî dihseibe yek ji berbiçavtirîn serokê şoreşên azadiyê yên sedsala 20an û divê mirov wê têxe rêza serokên mezin ên ku di sedsala borî de derketin wek Mahatma Ghandi[1], Sun Yat Sen[2], Mao Tse Tung[3], Kim Îl Song[4], Ho Chi Minh[5], Patrice Lumumba[6]...hwd ji ber ku rola Barzanî di hişyarkirina gelê xwe de û cihê wî asta navdewletî de qet ne kêmî rola van serokan e.
Berlkî baştir e ku em li ser dema Şerê Cîhanê yê Duyem rawestin ta ku em berjeng û delîlan li ser van gotinên xwe bînin. Di wê dema ku piraniya gelan li bendî encama şerî bûn, Serokê Kurd Mele Mistefa şoreşeke berra li dijî hikûmeta Bexdayê ya sîxur û serokên wê yên birîtanî bi rê ve dibir. Şoreşa Barzanî ya salên 1943-1945an şoreşeke yekta ya wê demê bû bê ku sîwaneke navdewletî jî jê re hebe ku serokên. Di wê demê de dewletên hevalbend li konferansên xwe yên Casablancayê, tehran Yalta û di dawiyê Butisdamê siberoja cîhanê diyar dikir.
Di dawiya sala 1943an de bi serokatiya Mele Mistefa Barzanî serkeftin û destkevtiyên bêhempa bi dest xistin. Gava hikûmeta Nûrî El-Seîd fêm kir ku êdî planên wê yên têkbirina şoreşa kurdî bi ser nakevin, qebûl kir ku gotûbêjan bi aliyê kurdî re bike.




Didome û lêborîn bo kêmasiyan




[1] Mahatma Ghandi sala 1878an di malbateke ji... ji dayik bû ku kasta sêyem a çar kastên hindûyan e. Ew kast li gorî hêmana Ahmisayê tevdigere ku nabe ziyan li ti heyberî bê kirin.Dîplomaya parêzeriyê li Brîtanyayê wergirt û 21 salan li Afrîkaya Başûr xebitî û mafên reşikan parastin. Gava vegeriya Mûmabi(navê berê Bûmbay), xelkê bi coşeke mezin pêşwaziya wî kir û navê “Mahatma” anku “gewretirîn giyan” lê kir. Banşîlyayê* (bêtundûtûjî) damezirand ku berxwedana sivîl û boykotkirina dagirkeriya ingilîz ji xwe re kir metoda berxwedanê. Hindistan sala 1947an serxwebûna xwe bi dest xist û Mahatma sala 1948an li ser destê zilamekî ji Sîxan* hat kuştin.
[2] Sun Yat Sen: (1866-1925) siyasetmedar û serokekî çînî ye û damezirînerê Komara Çînê û serokê wê yê demkî (1911-1912)(wergêr)
[3] Mao Tse Tung: (1893-1976) li bajarê Şawşanê yê Xunanê di malbateke cotyar de ji dayik bû. Di destpêka 1927an de Artêşa Şoreşger damezirand. Di destpêka Cotmeha 1949an de li qada Tîyênê ya Pekînê Komara Çînê ya Gelî ragihand. Mao xwediyê têgeha “şoreşa çandeyî” ye û di sala 1976an li Pekînê mir.(Wergêr)

[4] Kim Îl Sung: Di sala 1912an de ji dayik bû û ji sala 1926an de dest bi siyasetê kir û di Artêşa Soviyetê de xebitî. Stalîn ew bi birêveberiya Koreyê peywirdar kir. Bi xêra wî, bingehên rizgarkirina Koreyê hatin danîn û Partiya Karî ya Koreyî hat damezirandin. Dihesibe yekem serokê cîhanê ku demeke dirêj li ser hukimî ma. Di 8/7/1994an de mir. (Wergêr)
[5] Ho Chi Minh: (1890-1969)Damezirînerê dewleta Vîetnama Bakurî û pêşengê serdema neteweyî li Çîna Hindî bû.. Navê wî ...* lê dûre wek Ho Chi Minh hat nasîn. Di serdema Şerê Cîhanê yê Duyem de li dijî japonan şer kir ta ku wan ji welatê xwe derxîne. Piştî wê li dijî mêtîngehgeriya Fransayê û dûre ya Amerîkayê şer kir. Dihesibe yek ji berbiçavtirîn kesayetên tevgerên azadiyê yên cîhanê. Sala 1969an mir.(Wergêr)
[6] Patrice Lumumba:(1925-1961) Li Kongoyê ji dayik bûye. Sala 1958an Tevgera Niştimanî ya Kongoyê damezirand ta ku li dijî mêtîngeriya Belçîkayê têbikoşe. Di Hezîrana 1960î de serxwebûna welatê xwe bi dest xist. Di heman salê de bû serokê yekem ê hikûmeta serxwebûnê. Piştî derbeya leşkerÎ ya 14ê Îlona 1960î, Lumumba hat girtin û wan ew radestî Chumby yê Kangayê kir ku di 27ê Rêbendanê 1961ê hat bidarvekirin.(Wergêr)

Sunday, July 17, 2016

Ji min nehat ez binivîsim

Bi zelalî binivîsim û hêvîdar im bê fêmkirin:
Min duh jî gotibû, helbet hûn ê şiroveyan bikin, hûn ê behsa rojeva Tirkiyeyê jî bikin û hûn bibêjin xwezî wisa bibûya, an wisa nebûya.
Lê mesele hûn bi çi mentiqî, bi kîjan hişmendiyê û ji bo çi dibêjin!
Roja êrîşa balafirgeha Ataturkê, kurdek derket û got "katilsiniz" nizanim bê ji kê re digot.. Bi rastî jî min fêm nekir.
Piştî wê bi du rojan, li Hesekê 31 kes li Hesekê hatin kuştin lê negot "katilsiniz"..
Du rojan behsa Stembolê bû lê du saetan behsa Hesekê nebû. Sedema wê çi ye?
Welhasil ji bo dûrî mijarê neçim: gelo gava hûn mijarekê dinirxînin hûn li ser çi bingehî dinirxînin?


Îca ez werim ser meseleya hûmanîzmê, ya rastî ne tenê hûmanîzm lê hema hemû îdeolojî û ol bi kurdan nakevin û li wan nakin lê hûn bixwazin, hûn dikarin vê bikin lê dûrî kurdan bikin. Exlaqê wan xera nekin. Ji kurdan re nebêjin. Herin ji tirk, ereb û farisan re bibêjin.

Wednesday, June 29, 2016

Em çi dikin?

Hûn dizanin em çi dikin?
Em tehtan li çongên xwe dixin
Hûn dizanin em çi dikin?
Em li dora xwe dirin û tên
Hûn dizanin em çi dikin?
Em dîsa gornepêşan dikin heval
Hûn dizanin em çi dikim?
Em ti tiştî nakin

..
Dilyar Amûdî

29 Pûşper 2013, 21:40

Monday, May 16, 2016

Kurd û ezmûna wan

Dibêjin ev cîhan ezmûn e. Xwedê me pê test dike . Ez ji we re bibêjim pirsên me kurdan ji yên her kesî dijwartir in û divê em serserî biçin bihuştê...
Kî bîra wê dibe ku em xebat û têkoşînê bikin bo em bi zimanê xwe biaxivin.

Ma ne rewşeke mirovî diajo bi ser kufrê de?!

Neçar mam derkevim dervî welêt, min got, "Baş e, ez dê ji ereban û erebî xelas bibim, min dît ez hatim Tirkiyeyê... ji bin şirikê hat bin mezrîbê."
Sal çûn me xwe ji dînbûnê parast, rabû xwedê erebên Sûriyeyê giş şandin bi ser me. Em li kolanan li tirk û ereban dilukimin. em buhiştî ne bavo!

Qet netirisin.. em kurd bêguneh in.. em ê serserî biçin buhiştê...

Sunday, March 13, 2016

Mirov

"Jiyan helwestek e" yan jî wisa tê gotin lê mirov dikare her tiştî wek helwest bi nav bike, ma ne armanc ew e ku em xwe rast nîşan bidin? Ê ji xwe felsefe û gotinên wêjeyî û heta zanist jî derketine ta ku em pê helwesta xwe wek hewlesteke rast nîşan bidin.

Hinek bi felsefe û mirovpwerweriyê sinorên nav dewletan radikin lê belê wan sînorên ku bindestiyê danîne derdora mejiyê xwe nabînin û naxwazin rakin jî...
Hinek bi gotinên ku li dibistanên dizên welatê xwe, bi gotin û pendên wan dizan welatê xwe azad dikin lê bindestiya mejiyê xwe nabînin...
Hinek çend gotinên wêjeyî hiltirandina ku lê hatiye kirin wek wêje pêşkêş dike û hewl dide bo her kesî bibe nimûne lê belê qulên di mejiyê xwe de nabîne...
Hinek bi qaşo-xwerexnekirin, hemû gunehên xwe dişon bê ku bê bîra wan ku wijdanê wan hebûya, ew guneh dê wisa bi hêsan nehatina şûştin.
Hinek bi navê rastiyê giyanên xelkê di nûçe, nivîs û wêneyan de difiroşin bê ku kêlîkekê rawestin bê ka çi dikin ji xwediyên giyanan
Hinek bi navê azadî, rastbêjî û wêjeheziyê qûna xwe ji derpê derdixin lê naxwazin kesekî dî wisa bike ta ku cudahî ya wan be.
Gelek hinek hene û gelek ji me dikevin nav hinekekê ji hinekan lê mirov hinekî bi wijdan be û hewl nede feslefeyê li ser wijdanî bike jî bike û derewan li xwe bike, dê bibêje madem ez naşêm tiştekî ka ez xera nekim, ka ez ziyanê negihînim, ka ez nekujim, ka û ka...
Helbet eger tu bixwazî tu yê bikarî bersiv, sedem û rastiyekê di her kiryarê de bibînî lê ew wijdanê ku tu bi gotinên qelew, xemilandî û derewan dinivînî, dizane ku tu derewan dikî eger hebe, eger wijdan hebe.
Tine be ji xwe îne lîl-lah û îne îleyh le Racî'u^n.

Wednesday, March 9, 2016

Biêşin

Biêşin
Ji dil biêşin
Gelekî biêşin
Çare ev tenê ye
ta em rê li berê êş û eşîneran bigirin.
Bi êşên XWE biêşin
tenê bi yên xwe
ne yên cîranan


Friday, March 4, 2016

Şirovekirina beytekî Melayê Cizîrî

Dizanî rûd û 'ûd ewel çi tavîtîn surûd ewwel
                                                                      Ki işq asan numûd ewwel welê ufdatê muşkilha


Peyv:
Dizanî: reha dema niha ji lêkera zanînê ye bo kesê yekjimar yê duyem
Rûd: amûreke muzîkê ye
Ûd:  amûreke muzîkê ye
Çi: cînavekî pirsyarê ye ku li tiştan dipirse
tavîtîn: dema niha li gorî devoka Botanê ku ji ber eslê lêkerî "havêtin" e û dûre bûye "avêtin" û li dû wê piştî hatina "di" pêşiya rehê "avît/avêt" bo hêsankirinê bûye  û pêşgirtina li hiyatûsê(hatina du dengdêran pey hev)"tavîtîn
Surûd: Stran e ku di kurmanciya nûjen de bûye  strana neteweyî.
ewwel: pêşî
Ev beş bêtir farisî ye lewra peyvan rave nakim:
şirove:
bila bimîne rojeke din.

Şiroveya beyteke Melayê Cizîrî

               Ko katib dêm cedwel kit                                 şikeste xet muselsel kit
               Ji yek herfan mufesel kit                                  kî ye yê muşkilê hel kit





şirove:Eger ew zana û behremendî û xetat hat û ew dêm nîgar kir û afirand û  bi xetên şikeste û muselsek ew xemiland û xal bi xal, hemû hûrgilî ji hev derxistin, ma ji bilî wî kî heye ku bikare vê nepeniyê çareser bike û safî bike.
KITa melayî şekir e. helbestên wî jiyan in! bikit bûye "kit" rêziman bê kêşe ye, kurtkirin e



Sunday, February 21, 2016

Roja zimanê Mother

Îroj "International Mother Language Day" e ku bi kurdî "Roja navneteweyî ya zimanê ?" ye. Ew pirsnîşan nîşaneke wisa ye dibêje kurd di ti tiştî de li hev nakin û her kurd dikare di her mijarê de fikira xwe bibêje bê ku bixwîne yan jî pisporê wî karî be. Ez zêde mijarê tev li hev nekim ji xwe ez ê hewl bidim nivîseke kurt binivîsim ta ku em bigihên encamekê. Zimanê zikmakî, zimanê dayikê, zimanê dayikî, zimanê dê, zimanê makî û va îro min dêziman jî bihîst. Her yek ji me tiştekî dibêje û xwedê dizane ez ê jî di dawiya vê nivîsê de tiştekî lê zêde bikim. Şahîn Soreklî û Lezgîn Çalî (hinin din jî) dibêjin ku zimanê zikmakî şaş e ji ber ku mirov zimanî piştî jidayikbûnê fêr dibe û di zikê maka xwe de anku dêya xwe de ji civak û derdorê fêrî zimanê xwe dibe, lê Şahîn Sorekî dibêje "zimanê Makî" dê gunavtir be. Husein Muhammed di vê mijarê de wisa dibêje " zimanê dayikî" guncavtir e û sedema wî jî ev e: zimanê dayikê = mother's language = zimanê ku dayika te pê diaxive zimanê dayikî = mother tongue = zimanê ku tu pê diaxivî Ez bi giştî têgehan li têgehên heyî zêde nakim û naxwazim têkevim mijarên wisa ku ne ne hedê min e û bi giştî tiştekî çareser nake lê belê pirsan aloztir dike û tevlihevtir dike. Ez tenê dixwazim pêşniyazekê bikim ji ber van sedeman: 1. Pirraniya Kurdan êdî ji dêya xwe fêrî zimanekî din dibin ku ji kurdî biprestîjtir e lewra zimanê em ji dayikê hîn dibin êdî ne kurdî ye 2. Gelo em neçar in wergera têgeha ingilîzî bikin? Bi qasî min fêm kiriye ev têgeh me ji zimanên biyanî girtiye 3. Wisa bawer dikim ku ziman ew kereste ye ya ku kurdan digihîne hev û giringiya vê têgehê giringiyeke neteweyî ye. 4.Gelo di vê rewşê û di van mercên bindestî û qedexeyên li ser zimanî de, çiqasî asayî ye ku em behsa pêvajoyeke asayî ya têgehdayîn û navlêkirinê bikin? Nizanim lê rewş ne asayî û suriştî ye. 5. Herwiha di ingilîzî bi xwe de jî ev têgeh hene: first language: zimanê pêşîn native language: zimanê xwemalî/niştimanî, mother tongue: zimanê dayikî Lewra pêşniyaza min ku em jê re bibêjin zimanê neteweyî dê çêtir be û wisa em ê nîşan bidin ku ziman hêmaneke neteweyî ye ku divê her kurd bizane û fêr bibe. Lê dîsa jî hûn çêtir dizanin û her kesî bixwînin û eger ya ti kesî neket serê we li ya min vegerin lê pêşî di yên heyî de bifikirin.

Thursday, February 4, 2016

şiroveya Melayê cizîrî,

Bi remza qabê qewseyni, ji wan birhan xeberdar în
Fe atil qewse biarîha ela ya ramiyel qewseyn

Şirove: êdî hingî ku em nêzîkî birûyên yarê (yên wek kevanî ne) bûne, em têra xwe tiştan derbarê wan de dizanin,  lewra yara ku wan tîran ji wan kevana diavêjî û dil û hinavî birîndar dikî, wan kevanan li hunermendê ku ew çêkirine, vegerîne, li min vegerîne ji ber ez im yê ku ji her tiştên wan fêm dikim.

Ziman:
Bi: daçekek e
remz: nîşan, sembol
Qab: nêzîkahî
Qewseyin: herdû aliyên kevanî
qabê qewseyni: bi xwe têgeheke erebî ye ku di quranê de ye û ji bo nêzîkiya zêde tê gotin
ji: daçek
birhan: pirjimariya birh
xeberdar: xwedî agahî û zanîn, hayedar
în: qertafa kesî ya kesê yekem yê pirjimar ku hîn jî li Hekarî û Behdînanê likar e.
beşê mayî giş bi erebî ye û encex mirov bi erebî bizane ta ku tê bigihê

Wednesday, February 3, 2016

Şirovekirina beyteke Melayê Cizîrî

Mela li gerdena dilber ji nû sed bûse mayin deyn
Mecalê dê bixwazim jê dibê deynê te »fewqe l-àeyn«.


Şirove: Mela! dîsa di bi qasî sed maç û ramûsanî, deynê me di gerdena dilber û evînê me çêbûne, lê gava em jê dixwazin, dilê mirovî xweş dike û dibêje, li ser seran û ser çavan

Peyv:
li: daçekek
Gerden: qirik, stû
dilber: yar, evîn
ji nû: dîsan, careke din
sed: hejmara 100
bûse: maç, ramûsan
Mayin: rader û li vir wek lêker e, ku biwêjeke wisa heye "deyn li yekî mayîn/man" îca li vir Mela hinekî bi rêza peyvan lîstiye(belkî bikaranîneke wisa jî hebe) û gotiye "li dilber mayin deyn"
Mecal: bi giştî derfet e, lê belkê li vir di wateya îca, yan gava de ye.
dê bixwazim: ku dema bê ye lê belê di vir de di wateya "dikim bixwazim" yan "dixwazim" de hatiye gotin
Jê: daçek li gel cînavkê ye "ji wê"
Dibê: kurtkirina" dibêje" ku niha jî gelek caran wisa tê gotin.
 »fewqe l-àeyn«.: têgeheke erebî ye ku heman têgeh di kurmancÎ de heye, li ser çavan"
..


Sunday, January 31, 2016

Danberheva du lêkolînên rêjeya tîpên Kurmacî

Ev danberheveke bo du lêkolînan e ku yek jê Celadet Elî Bedrixanî çêkiribû û dî Husein Muhammed:
Ez ê pêşî rêza dengan ji rêjeya bilind ber bi ya nizim ve li gorî ya Husein Muhammedî binivîsim û em binerin bê rêza wan di ya Celadetî de hatiye guhertin yan na:
Husein: E, I, N, A, Ê, R, D, B, Î, K, W, Û, Y, T, M, H, L, J, V, S, X, G,U,Z, Ş, O, P, Ç, C, Q, F
Celadet: E, I, A, N, R, Ê, D, Î, B, K, M, V, Û, L, T, O, H, W, X, S, J, G, Y,Ş, Z, F, Q, Ç, C, P, U

Cudahiyên lêkolînê:
H: hejmara tevahiya tîpan: 52 705
C:hejmara tevahiya tîpnan: 17 680
..
Di ya Celadetî de rêjeyên gelek tîpan wek hev



Tîp
Husein
Celadet
A
8.5
8
B
4.5
3.6
C
0.33
0.7
Ç
0,59
0.8
D
4.6
4.7
E
11.6
12.4
Ê
5.2
5.6
F
0.26
0.8
G
1.3
1.1
H
2.3
2
I
11.2
10.2
Î
4.2
4
J
2
1.7
K
3.8
3.6
L
2.1
2.5
M
2.3
3.1
N
9.4
7.3
O
0.95
2.2
P
0.73
0.7
Q
0.27
0.8
R
5.2
6.2
S
1.6
1.9
Ş
1
0.9
T
2.6
2.2
U
1.3
0.7
Û
2.8
2.5
V
1.7
2.8
W
3.3
2
X
1.5
1.9
Y
2.6
1.1
Z
1.2
0.8

..
Encam: li gel ku cudahî hene jî lê dîsa rêz û rêje heta astekê nêzîkî hev in û eger em derfetan bidin ber hev Celadet li gorî rewş, derfet û serdema xwe karekî balkêş kiriye û ji xwe Husein Muhammed jî di nivîsa xwe de dibêje ku pêdivî heye ku bi milyonan tîp bên kontrolkirin lê belê wek karekî takekesî li gorî dema niha ew jî zehmet e.