Kulmek ax e..
Ha li rojhilat ha li rojava..
Dikarî gulekê lê biçînî
Dikarî gorekê lê bikolî
Tu wê tovê biavêjê
bila jiyan bipişkive..
...
Hûmanîzm jehrek e ku mirov pê tiştên dixwazin bifiroşin, didin kirrîn....
Wek wan çend rêzikên li jorê. Nizanim xweş in an na lê hema li hev tînî, gulekê tê de diçînî û dikî jiyan wek ku dinya li bendî me ye ku wê gulê biçînin û piştî wê dê Xwedê - eger xwedayek hebe, eger tine be, sirişt- dê nema bahozan rake û aşîpan biherikîne û dê her evîndarî bigihîne evîna wî...
No comments:
Post a Comment