Lê bigere

Tuesday, March 27, 2018

Nizanim çima serxetî bi zorê tiştan ji xelkê distînin?

Yek ji gotinên tirkan ên ku her kurdek ji ber dike û kurdên wek min jî yên ku paşê hînî tirkî dibin ji ber dikin, ew e; "umut fakirin ekmeğidir" anku "hêvî nanê feqîran". û gepa nanê min jî nemaye lê ez hewl didim bi veguherînekê jiyaneke nû ji xwe re biafirîn û rastiyên çewtkirî qebûl bikim.
Welhasil mijara ku zêde bala min dikişîne û dikim nakim, naşêm kurdan rast bikim wek ku ketibe xwîna wan, qalibên tirkî ne. Mirov dibêje, "ev qalib, gotin tirkî ye, binere kurdiya wê ev e û tu wisa binivîsî, dê xweştir, siviktir rewantir be û dê kurdê her derê jê fêm bike." awirekî wiha di çavên wî de derdikeve, mirov fêm nake bê fêm kiriye yan jî ji te aciz bûye û ji xwe re dibêje, "ev çi ehmeq e, hatiye kurdiya min a bi qalibên tirkî xemiliye, bi kurmanciya xwe ya gundikî dilewitîne."

Kêfa min ji dirêjkirinê re tê, ji ber dixwazim xwendevanê nikaribe bixwîne, hîn nebe, xwendevanê naxwaze xwe biwestîne, hîn nebe. Ji ber pêwîstiya me ya herî giring, ne wergirtin û hînbûna agahiyan e lê têgihiştin û sepandina wan agahiyan e û herwiha veguerîna hiş û giyanî ye.
Îca bê ku ti girêdan di navbera destpêkê û mijarê û dûmahîkê de hebe, hema di cih de behsa mijarê bikim. Serxetiyên me. Tiştekî nakirrin, her distînin, bi zorê be, bi fen û fûtan be, distînin.
Çend mînak:
Kurdî: Rayedarê NATOyê di mijara stendina moşekên S-400î de behsa hinek rîskan kir
Tirkî: NATO yetkilisi, Türkiye'nin S-400 alımının İttifak için doğuracağı riskleri açıkladı
Mesele li vir ne werger e lê bikaranîna peyva stendinê ye. Di ingilîzî de “purchase” û herwiha “buy” tê bikaranîn lê kurdên me “almak”a tirkî rasterast werdigerînin “kurdî”.
Zimanê nûçeyan, pirtûkan, wergeran û herwiha axiftina rojane jî wiha bûye ku êdî ti kes ji beqalan jî ti tiştî nakire lê her distînin.
Ka em werin ser hinek mînakên medyaya civakî:
1. 
Min bilêta xwe stend, niha  walêza xwe didim hev...
Xwelî li serê hevalên ji hatina Keşa bêhay...😂
2. 
-te îro ji bo kurdî çi kir?
+min du kitêb û kovarek stend û şev û roja xwe bi wan bihûrand.
-eferim, wele tu rebbê zilama yî lo!..
3. mamoste @Zxamo min îro fûara pirtûkan a amed ji bo keçika xwe hêlîn pirtûka te stend. spas ji bo keda te:) 
4. Qîmeta heval û dostên xwe baş bizanin. Dostanî bi malê dinyayê nayê stendin.
5.Min braziyê xwe hînê axaftina zimanê kurdî kiriye, sibê disba ji wan re defter û qelemê distînim destbî nivisê jî dikim, çi ji destê min hat
6. Ez pirtûkên Kurdî ji pirtûk@Kurdî.com ê distînim.Hûn jî pirtûkên xwe yên Kurdî ji pirtûk Kurdî bistînin@pirtukakurdi 
7. Mirov pirtûka ji ber ku bixwîne, pê ronî bibe, bîrewer bibe distîne; hûn ji bo ku li vir pê hewa xwe bibavêjin distînin 
Nimûneyên rast jî hene ku ew jî “kirrîn” in:
1.
Baş e, piçççiiikî buha ye, lê min bi xwe bi deyn ji Leylanê kirrî û danî pirtûkxaneya xwe. Weşanxaneya Avestayê çap kiriye. Dest xweş.
2.Min ji bo xwe Ahmad Teayek kirrî.  

Li malê jî hevalên min her diçin alavên taştê, pantalon, nanî, pîvan û her tiştî ji wî rebenê beqal û dikandarî distînin û qirûşeke pere nadinê. Bêlome be û neyê serê ti kesî..

Îca ji kerema xwe, dest ji xelkê berdin û tiştekî bi zorê ji wan nestînin, eger hûn ê île tiştekî bi ji kesî bistînin, herin welat, azadî û serxwebûna xwe bistînin ne qalibên zimanê wan ê ku ruhê min diêşînin.
Nizanim çiqasî hat fêmkirin an jî fêmbû bê ez dixwazim çi bibêjim lê mesele hêsan e, ger mirov bi kurdî bijî.
Gelek kes hene, jiyana bi kurdî û zanîna bi kurdî tev li hev dikin û jixwe vê dema dawî modeyeke nû derketiye; zanîna nivîsîna bi kurdî tenê bê ku bizane biaxive. Roj bi roj bê ku haya we ji we hebe, hûn xwe wenda dikin, ji xwe didin, ruhê xwe didin di bin navên cuda, ji bo tiştên cuda û bi armancên cuda.
….
Divê ev jî bê gotin û belkî di bin her nivîsê de jî were gotin:
Hemû antîtez jî rast in û ya giring, mirov ne bi xwe re nakok be, wijdanê wî rehet be û pêşî derewan li xwe û paşê li xelkê neke.

Nîşe: Dibe şaşiyên din di mînakan min dabin de hebin, ez li ser wan nesekinîm. Herwiha dibe şaşiyên min jî hebin, asayî ye ji ber em hemû şaşiyan dikin û armanca gotina şaşiyan ne biçûkxistin e lê nîşandana rastiyê ye.

Monday, March 26, 2018

Vegera li nivîsê

Gelek tişt tên serê mirovî ku neçar dimîne ew jî yek ji wan klîşeyên dubarekirî dubare bike û bibêje, jiyan mirovî fêrî gelek tiştan dike. 
Ev nêzîkî du salan e ku ez li saziyeke medyayê dixebitim û mirov tiştinan dibîne ku mûyê qûna wî jî pê re spî dibin. Ê min jî him porê serê min, him mûyên qûna min spî bûn. Helbet ne tiralî û bêxîretiya min bûya, wek hemû kurdan, gelek tişt û serpêhatiyên hêjayî nivîsînê hebûn diviyabû ku min bernedana. Ne ji bo nivîsînê, ne jî ji ber ku nirxeke wan a wêjeyî hebû lê ji bo wek nîşeyên civakî-siyasî bimînin û rojekê ji rojan ji aliyê pisporan ve hişmedniya me ya çewtkirî were analîzkirin. 
Ji ber ew modeya nivîskaran, nivîskarî, rojnameger, edîtor û gelek tiştên wiha di nav me de zêde bûye bê ku ti kes ji me tiştekî li xwe zêde bike, mirov naxwaze binivîse û helbet sedem ne ew tenê ye; gelek sedemên din jî hene, yek ji wan jî ew e ku mirov fêm dike nivîsîn bêsûd e, lê dîsa jî min biryar da ku dîsa ji xwe re binivîsim. Nivîsên min ji bo min in lê eger kesek bixwîne, helbet nabêjim na lê ticarî wî sînorî derbas nakim û xwe ji bîr nakim ku ez ne nivîskar im. Divê ji bîr nekim.

Wêneyekî min ku Miradê Gundikî girt. Gelekî
nexweşil bûme lê dîsa jî hez dikim kirêtiya xwe
nîşan bidim
Min ev "manîfesto"ya vegera li nivîsê nivîsî ji bo ku ji bîr nekim bê çima ji xwe re dinivîsim ku ew jî notgirtina serpêhatî û bûyeran e, nivîsîna derbarê zimanî de ye ku tiştekî jê hez dikim, dubarekirin û jiberkirinê tiştên hîn dibim û herwiha vehesandin xwe û giyanê xwe ku gelekî westiyane.

Mixabin ji bilî zehmetiya nivîsînê bixwe jî êdî gelek kêşeyên din hene ku nahêlin mirov mirov bi dilê xwe binivîse lewra dibe ku neşêm her tiştî binivîsim lê her dibêjim, çi ji destê mirovî were, bike dê  ji nekirinê baştir be.
Tiştê giring ku divê bibêjim ew e; bêhêvîtî li nik min ji herdem zêdetir bûye. Berê bêhêvîtî û reşbîniya min zêde bûye lê dîsa jî pirîskeke hêviyê hebû ku min digot, qey ew pirîst vêkeve, dê agirekî mezin derxîne û jiyana me ronî bike. Niha dizanim ku ti pirîsk mirîsk tine ne û dizanim ku ev tarîtiya em tê de ne dê me bixwe heta ku tiştek ji me nemîne. Lê dixwazim rojekê dinya bibêje, ev jî hebûn, wisa bûn lewra wisa li wan hat. Zimanê wan wisa bû, hişê wan wisa bû, van kesan wisa li cîhanê û li hev dinerî û wisa dijiyan lewra tarîtiyê ew daqurtandin û neman.
Li gel hemû hewlên me yên îsbatkirina ku me tiştek li vê cîhanê kiriye jî ez êdî baş dizanim ku di dîrokê de em her hebûne, her me bandor kiriye lê me ti tişt li mirovatiyê zêde nekiriye; em her bireser bûn, qet nebûne kirde. Em ê wisa bimînin jî lê bila ev nivîsên me bibin bibîranînek ku cîhan di demên pêş de qala hebûna me bike. 


Thursday, March 8, 2018

Înkara rastiyan dikim...

Rastiyan înkar dikim ji bo ku rast bifikirin...
Înkarkirina rastiyan ji me re her bûye kêşe. Me ticarî nekariye rastiyan bidin qebûlkirin lê ev demeke dirêj bû ku ez rastiyên şaş înkar dikin û red dikim da ku bikarim rast bijîm.
Dinyayeke bermeqlûb û seyr e ku pê li serê mirovî dike.
Ez êdî vê dizanim ku heta ez sax bim, eger ez van rojan ji bîr bikim, nexwe ez ne ti mirov im. Divê ez ji bîr nekim û divê kesek jî ji bîr neke, heta eger hinek kes hebin, bikarin di nav van rastiyên şaş de bijîn û zarokan bînin vê dinyayê, divê ew nehêlin zarokên wan ji bîr bikin..
Helbet rêyeke din jî heye; mirov dikare van rastiyên şaş qebûl bike û bi wan re bijî..
Wê çaxê zarokên wî dê zarokên xelkê bin lê dê bextewar bin.
Ji bîr nakim....