Welhasil mijara ku zêde bala min dikişîne û dikim nakim, naşêm kurdan rast bikim wek ku ketibe xwîna wan, qalibên tirkî ne. Mirov dibêje, "ev qalib, gotin tirkî ye, binere kurdiya wê ev e û tu wisa binivîsî, dê xweştir, siviktir rewantir be û dê kurdê her derê jê fêm bike." awirekî wiha di çavên wî de derdikeve, mirov fêm nake bê fêm kiriye yan jî ji te aciz bûye û ji xwe re dibêje, "ev çi ehmeq e, hatiye kurdiya min a bi qalibên tirkî xemiliye, bi kurmanciya xwe ya gundikî dilewitîne."
Kêfa min ji dirêjkirinê re tê, ji ber dixwazim xwendevanê nikaribe bixwîne, hîn nebe, xwendevanê naxwaze xwe biwestîne, hîn nebe. Ji ber pêwîstiya me ya herî giring, ne wergirtin û hînbûna agahiyan e lê têgihiştin û sepandina wan agahiyan e û herwiha veguerîna hiş û giyanî ye.
Îca bê ku ti girêdan di navbera destpêkê û mijarê û dûmahîkê de hebe, hema di cih de behsa mijarê bikim. Serxetiyên me. Tiştekî nakirrin, her distînin, bi zorê be, bi fen û fûtan be, distînin.
Çend mînak:
Kurdî: Rayedarê NATOyê di mijara stendina moşekên S-400î de behsa hinek rîskan kir
Tirkî: NATO yetkilisi, Türkiye'nin S-400 alımının İttifak için doğuracağı riskleri açıkladı
Mesele li vir ne werger e lê bikaranîna peyva stendinê ye. Di ingilîzî de “purchase” û herwiha “buy” tê bikaranîn lê kurdên me “almak”a tirkî rasterast werdigerînin “kurdî”.
Zimanê nûçeyan, pirtûkan, wergeran û herwiha axiftina rojane jî wiha bûye ku êdî ti kes ji beqalan jî ti tiştî nakire lê her distînin.
Ka em werin ser hinek mînakên medyaya civakî:
1.
Min bilêta xwe stend, niha walêza xwe didim hev...
Xwelî li serê hevalên ji hatina Keşa bêhay...😂
2.Spas... Min bilêta xwe stend, niha walêza xwe didim hev...— marûf (@mamostemaruf) November 24, 2017
Xwelî li serê hevalên ji hatina Keşa bêhay...😂
-te îro ji bo kurdî çi kir?
+min du kitêb û kovarek stend û şev û roja xwe bi wan bihûrand.
-eferim, wele tu rebbê zilama yî lo!..
3. mamoste @Zxamo min îro fûara pirtûkan a amed ji bo keçika xwe hêlîn pirtûka te stend. spas ji bo keda te:)
4. Qîmeta heval û dostên xwe baş bizanin. Dostanî bi malê dinyayê nayê stendin.
5.Min braziyê xwe hînê axaftina zimanê kurdî kiriye, sibê disba ji wan re defter û qelemê distînim destbî nivisê jî dikim, çi ji destê min hat
6. Ez pirtûkên Kurdî ji pirtûk@Kurdî.com ê distînim.Hûn jî pirtûkên xwe yên Kurdî ji pirtûk Kurdî bistînin@pirtukakurdimamoste @Zxamo min îro fûara pirtûkan a amed ji bo keçika xwe hêlîn pirtûka te stend. spas ji bo keda te:) pic.twitter.com/T28DQxAzsU— Sidar Basut (@sidarbasut) May 13, 2015
7. Mirov pirtûka ji ber ku bixwîne, pê ronî bibe, bîrewer bibe distîne; hûn ji bo ku li vir pê hewa xwe bibavêjin distînin
Nimûneyên rast jî hene ku ew jî “kirrîn” in:
1.
Baş e, piçççiiikî buha ye, lê min bi xwe bi deyn ji Leylanê kirrî û danî pirtûkxaneya xwe. Weşanxaneya Avestayê çap kiriye. Dest xweş.
2.Min ji bo xwe Ahmad Teayek kirrî.Baş e, piçççiiikî buha ye, lê min bi xwe bi deyn ji Leylanê kirrî û danî pirtûkxaneya xwe. Weşanxaneya Avestayê çap kiriye. Dest xweş. pic.twitter.com/pYMpsuM5ZH— Kawa Nemir (@KawaNemir1) October 25, 2017
Min ji bo xwe Ahmad Teayek kirrî. pic.twitter.com/qBXwcPNY84— Ehmed Berojî (@ehmedberoji) November 5, 2015
Li malê jî hevalên min her diçin alavên taştê, pantalon, nanî, pîvan û her tiştî ji wî rebenê beqal û dikandarî distînin û qirûşeke pere nadinê. Bêlome be û neyê serê ti kesî..
Îca ji kerema xwe, dest ji xelkê berdin û tiştekî bi zorê ji wan nestînin, eger hûn ê île tiştekî bi ji kesî bistînin, herin welat, azadî û serxwebûna xwe bistînin ne qalibên zimanê wan ê ku ruhê min diêşînin.
Nizanim çiqasî hat fêmkirin an jî fêmbû bê ez dixwazim çi bibêjim lê mesele hêsan e, ger mirov bi kurdî bijî.
Gelek kes hene, jiyana bi kurdî û zanîna bi kurdî tev li hev dikin û jixwe vê dema dawî modeyeke nû derketiye; zanîna nivîsîna bi kurdî tenê bê ku bizane biaxive. Roj bi roj bê ku haya we ji we hebe, hûn xwe wenda dikin, ji xwe didin, ruhê xwe didin di bin navên cuda, ji bo tiştên cuda û bi armancên cuda.
….
Divê ev jî bê gotin û belkî di bin her nivîsê de jî were gotin:
Hemû antîtez jî rast in û ya giring, mirov ne bi xwe re nakok be, wijdanê wî rehet be û pêşî derewan li xwe û paşê li xelkê neke.
Nîşe: Dibe şaşiyên din di mînakan min dabin de hebin, ez li ser wan nesekinîm. Herwiha dibe şaşiyên min jî hebin, asayî ye ji ber em hemû şaşiyan dikin û armanca gotina şaşiyan ne biçûkxistin e lê nîşandana rastiyê ye.
No comments:
Post a Comment