Ev nêzîkî du salan e ku ez li saziyeke medyayê dixebitim û mirov tiştinan dibîne ku mûyê qûna wî jî pê re spî dibin. Ê min jî him porê serê min, him mûyên qûna min spî bûn. Helbet ne tiralî û bêxîretiya min bûya, wek hemû kurdan, gelek tişt û serpêhatiyên hêjayî nivîsînê hebûn diviyabû ku min bernedana. Ne ji bo nivîsînê, ne jî ji ber ku nirxeke wan a wêjeyî hebû lê ji bo wek nîşeyên civakî-siyasî bimînin û rojekê ji rojan ji aliyê pisporan ve hişmedniya me ya çewtkirî were analîzkirin.
Ji ber ew modeya nivîskaran, nivîskarî, rojnameger, edîtor û gelek tiştên wiha di nav me de zêde bûye bê ku ti kes ji me tiştekî li xwe zêde bike, mirov naxwaze binivîse û helbet sedem ne ew tenê ye; gelek sedemên din jî hene, yek ji wan jî ew e ku mirov fêm dike nivîsîn bêsûd e, lê dîsa jî min biryar da ku dîsa ji xwe re binivîsim. Nivîsên min ji bo min in lê eger kesek bixwîne, helbet nabêjim na lê ticarî wî sînorî derbas nakim û xwe ji bîr nakim ku ez ne nivîskar im. Divê ji bîr nekim.
Wêneyekî min ku Miradê Gundikî girt. Gelekî nexweşil bûme lê dîsa jî hez dikim kirêtiya xwe nîşan bidim |
Min ev "manîfesto"ya vegera li nivîsê nivîsî ji bo ku ji bîr nekim bê çima ji xwe re dinivîsim ku ew jî notgirtina serpêhatî û bûyeran e, nivîsîna derbarê zimanî de ye ku tiştekî jê hez dikim, dubarekirin û jiberkirinê tiştên hîn dibim û herwiha vehesandin xwe û giyanê xwe ku gelekî westiyane.
Mixabin ji bilî zehmetiya nivîsînê bixwe jî êdî gelek kêşeyên din hene ku nahêlin mirov mirov bi dilê xwe binivîse lewra dibe ku neşêm her tiştî binivîsim lê her dibêjim, çi ji destê mirovî were, bike dê ji nekirinê baştir be.
Tiştê giring ku divê bibêjim ew e; bêhêvîtî li nik min ji herdem zêdetir bûye. Berê bêhêvîtî û reşbîniya min zêde bûye lê dîsa jî pirîskeke hêviyê hebû ku min digot, qey ew pirîst vêkeve, dê agirekî mezin derxîne û jiyana me ronî bike. Niha dizanim ku ti pirîsk mirîsk tine ne û dizanim ku ev tarîtiya em tê de ne dê me bixwe heta ku tiştek ji me nemîne. Lê dixwazim rojekê dinya bibêje, ev jî hebûn, wisa bûn lewra wisa li wan hat. Zimanê wan wisa bû, hişê wan wisa bû, van kesan wisa li cîhanê û li hev dinerî û wisa dijiyan lewra tarîtiyê ew daqurtandin û neman.
Li gel hemû hewlên me yên îsbatkirina ku me tiştek li vê cîhanê kiriye jî ez êdî baş dizanim ku di dîrokê de em her hebûne, her me bandor kiriye lê me ti tişt li mirovatiyê zêde nekiriye; em her bireser bûn, qet nebûne kirde. Em ê wisa bimînin jî lê bila ev nivîsên me bibin bibîranînek ku cîhan di demên pêş de qala hebûna me bike.
No comments:
Post a Comment