Lê bigere

Monday, November 12, 2018

Gelo çima serxetî vê zilmê li Mezlûmî dikin û wî dikin Mazlûm? Mentiqê vê Mantiqê çi ye?

Çima serxetî vê dikin û çima vê dikin? Hûn dibêjin qey min girê xwe ji serxetiyan girtiye lê mesele ne ew e; binxetî û şaşiyên wan gelekî gelek in ku "can" dikin "jan", "ciwan" dikin "jiwan" encex ferqeke besît heye. Ew bi tîpên latînî nizanin lê serxetî dengên kurdî bi yên tirkî re tev li hev dikin.

Mijara vê carê tevlihev e ji ber ku divê ez baş ji dengnasiya tirkî jî fêm bikim da ku bikarim ji we re rave bikim lê berî wê, em bi hev re li hinek amaran binerin û binerin bê kê çawa û çi gotiye:

Mentiq an Mantiq zêde ye?
(Ez ji mamoste Husein Muhammedî hîn bûm ku ji bo lêgerîna kurdî peyva kurdî + xwe, dê encamên bi piranî kurdî bide, lewra ev lêgerîn dê li ser vê rêbazê werin kirin)
Mantiq: Di googleê de: 2,160 encam hatin bidestxistin ku Cîhan Rojî Meşa Moriyan, Bedran Dere, Siyasetmedarên kurd gunehkar in, Felat Dilgeş Sê dînamîkên tevgera Bakur, Rudaw, Anf, Çiya Mazî Bahol, Bahoz Baran di nav wan de ne.

Mentiq: Di googleê de: 7,810 encam hatin bidestxistin ku Şahîn Bekirê Soreklî , Tirşik, Hesen Qazî,Husein Muhammed di nav wan de ne. 

Welhasil bi giştî serxetî bi Ayê dinivîsin û kesên beşên din bi Eyê dinivîsin. Divê ev jî were gotin ku ev peyv bi eslê xwe erebî ye. 

Helbet em li hinek mînakên medyaya civakî jî binerin: 

Mantiq
Kovan Baqî: "Zimanê go bi saya Heterotopya'yan wesfê xwe wenda kiriye, êdî nikare dinyayê bi nav bike. Vî zimanê heterotopîk, go li dij otorîteya "mantiq" welew "kevneşopê" radibe, wateya peyvan xera dike, wan jê dibe, peyvsazîyê û temamê qûralên gramerê hildiweşîne."
Serhad Mêrdînî: Xelk ji bo berjewendiyên xwe şerê hev dikim em Kurd amadene xwe bidin kuştin, taziya xelkê çêdibe em Kurd şûnê datînin, digrîn û li xwe dixin, xelk daweta xwe dikin em Kurd serê govendê digrin! Ev hereketên me hemû nexweşiya bindestî û koletiyê ye û dûre ji aqil û mantiq



Rêdûr Dijle:  Tê gotin, piştî xwendina destpêkê li medreseya bavê xwe li ber destê Mele Selîm û Mele Mihemed Emîn suxtetî kiriye û perwrdehiya nehw, tefsîr, mantiq û hedîsê standiye. Şehadetnameya xwendinê ji muderîsê navdar ê Kurdistanê Mele Mihemedê Qirmişlûyî wergirtiye.


 Mentiq:
Devlikeb Kelogirî: Min go:
Pirê kurdan, xwe ji asîmlasyonê parastine, lê mentiq û fikirîn asîmle bûne...
Û tenê peyv bi kurdî ne, mixabin!


Peyveke din: Mezlûm yan Mazlûm?
Mazlûm: Di googleê de 52,200 encam hatin bidestxistin ku ti encamên ji nivîskarên naskirî li ber çavên min neketin.
Mezlûm: Di googleê de 11,700 encam hatin bidestxistin ku ti encamên ji nivîskarên naskirî li ber çavên min neketin.
Ka em werin ser medyaya civakî:
Mezlûm:
Zinarê Xamo: Dixwazin kîn, nefret û barbarîya dilê xwe, ne însaniyetiya xwe bi îdamkirina jineke mezlûm rehet bikin.
Lê êdî ne tenê îdama Asya Bîbî dixwazin, dibêjin ew hakimên Asya Bîbî  berdane jî dibê werin îdamkirin.
Vana ji celadên Daîşê jî xerabtir in.+


 Rêdûr Dije: "her nav çiyayekî asê
her nav dastaneke dêrîn
her nav dîrokeke wextbirr
min navek li kurê xwe kir
...
qadî
simko
barzanî...
min navek li kurê xwe kir:
mazlum
gabar
munzir...
min navek li kurê xwe kir:
'Ramîn, Luqman, Zanyar'
yek mir, sedî tol hilanî!"
#RaminHosseinPanahi

Mehmet Sanri:  Berhem Salih bi xwe dînarekê nake, bo dînarekê bide hînek dî... bextereşiya kurdan mirovên weha 5 quruşan nakin, bi  navê mileteke mazlum bûne siyasetmedar.


Helbet di rewşeke wiha de ev mînak û hejmar rastî û şaşiyê nîşanî me nadin tenê tevliheviyê nîşan didin.
Îca ka em werin ser sedemê ku hinek bi A û hinek bi Eyê dinivîsin.

Berî giştikî ev peyv û peyvên wek wan erebî ye û ew dengdêr di erebî de fethe ye ku di kurdî de E ye ne A ye.
Lê di tirkî de ku du A hene, yek dirêj e û yek kin e lê di kurdî de yek tenê heye. Helbet hinek kurd dê bibêjin na, ew A ji tirkî rabûye, lê tenê nivîsîna kumikî li ser rabûye û bilêvkirin û xwendin wek xwe maye anku di pratîkê de heye.

Ew fetheya erebî-helbet ne herdem û ez ne pisporê tirkî me- ku di kurdî wek me got wek dengê Eyê ye, di tirkî de wek Aya kin tê nivîsîn.

Gava em li mînakên TDKya tirkan binerin, ez ê ji we re bi rêzê erebî, kurdî û tirkî binivîsim:

Erebî                     Kurdî                     Tirkî                              Wate:

عدم                         'Edem                    adem                              tinebûn

آدم                           Adem                    Adem                             Adem

عدد                         Eded                      Adet                                Hejmar

عادة                       Adet                          Adet                              Adet/keneşopî

علم                         Elem                       Alem                               ala

عالم                         Alem                      Alem                                 Alem/dinya


Ew tîpa Eynê we şaş neke Celadet Bedirxanî ji serî ve gotiye, gava peyvek bi wê tîpê dest pê bike, dengdêra li dû wê çi be, bi wê dengdêrê tê nivîsîn. Îca em çi ji vê fêm dikin?

Tiştê em fêm dikin ku dibe ti tirkî de awarteyên wê hebin jî lê fetheya erebî bi Aya kin dinivîsin û Aya dirêj anku elifa erebî bi Aya dirêj dinivîsin. Lê ji ber di kurdî de yek a heye û yek e heye. Tiştekî wisa ne pêkan e. Mirov nikare Mezlûmê reben bi Ayê binivîse û mentiqê wê tine ku Mentiqê bi Ayê binivîse.

Gelo di kurdî de awarteyê vê rewşê tine ne? 

Hene yan tine ne, ez nizanim û bi min pêwîst e, lêkolîn were kirin lê çend mînak hene ku mirov baş nikare biryarê bide bê çawa binivîse.

Maqûl an meqûl? Peyv di erebî de معقول e û li gorî rêbaza me ya jorê, divê bi "e"yê be lê xwendina wê ya bêyî "eyn"ê tiştekî ecêb derdixe lê xwendina "Maqûl" hindik be jî wê rewşa ecêb ji holê radike, lewra ez nikarim bibêjim bê divê çawa were nivîsîn lê dikarim bibêjim ku hêjayî nîqaşî ye.


Divê ev jî bê gotin û belkî di bin her nivîsê de jî were gotin:
Hemû antîtez jî rast in û ya giring, mirov ne bi xwe re nakok be, wijdanê wî rehet be û pêşî derewan li xwe û paşê li xelkê neke.

Nîşe: Di van mînakan de yên ku min dane, reng e hinek şaşiyên din jî hebin lê ez li ser wan nesekinîm. Herwiha dibe şaşiyên min jî hebin, asayî ye ji ber em hemû şaşiyan dikin û armanca gotina şaşiyan ne biçûkxistin e lê nîşandana rastiyê ye.

Thursday, November 1, 2018

Gelo hejmara kurdan çiqas e? Ev pirs çiqasî giring e û sedem çi ye?


Gava mirov bindest be, her hewl dide îsbat bike ku tiştên wî ji yê her kesî baştir û zêdetir in. Bi giştî hemû tezên xwe li ser têkbirina îdîayên serdestê xwe ava dike. Ew mirov dibêje qey eger tiştên wî nebaş bin, mafê wî azadiyê tine. Yanî eger kurdî ne baştirîn, resentirîn, xurttirîn zimanê cîhanê be, nexwe mafê kurdan ê serxwebûn û azadiyê tine. Eger kurd ne baştirîn û bi exlaqtirîn mirovên cîhanê bin, ew ê mafê wan tine be ku xwe bi rê ve bibin. Dibêjin qey hejmara wan ne 80 milyon be, mafê wan tine bibin dewlet e. Ji bîr dikin ku hinek dewlet hene ku hejmara wan 100 hezar e. Ew erd a te ye, bila tu tenê lê bijî ya te ye. Bila zimanê te "qelstirîn" zimanê cîhanê be; mafê te ye ku tu bi wî zimanî were perwerdekirin.

Helbet li gel vê tiştekî baş e ku mirov bi awayekî zanistî agahiyan bi dest bixe, binirxîne û eger kêmasiyên civaka wî, zimanê wî û hwd hebin, hewl bide wan fêm bike, rast bike û ji bo xizmeta civaka xwe bixebiten.

Îca Meseleya hejmara kurdan ne ji bo em bibêjin em 50 milyon in û em ji ereban an tirkan an faristan zêdetir e, giring lê tenê ji bo em rewşa xwe fêm bikin, bi min giring e û baş e ku mirov ji dîrokê hîn bibe. Min jî biryara da ku hêdî hêdî vê mijarê vekolim û agahiyan lê zêde bikim:



Pirtûka Kurdistan we dewamet el herb(Kurdistan û avgera şerî)
Nivîskar: Mihemed Ihsan.

Komeleya Neteweyan sala 1925an li ser bingehê berawirdkirinê hejmara kurdan bi qasî 3 milyonan texmîn kir ku nîvê wan li Tirkiyeyê, 700 hezar li Îranê, 500 hezar li Iraqê û 300 hezar li Sûriyeyê ne.



Piştî 20 salan kurdan belge dan Kongreya San Fransicoyê ya damezirandina NYyê ku hejmara wan 9 milyon e.

Lê dîroknasekî bi navê  Willian Lin Westermanî sala 1946an di kovara Foreign Policyê de dibêje ku hejmara kurdan li Îran û Tirkiyeyê 2419000 in, li Iraqê 700 hezar e, li Soviyetê 125 hezar û li Sûriyeyê 100 ne..

Sala 1970yî, Martin van Bruinessen got, 7.5 milyon kurd li Tirkiyeyê, 4-4.5 li Îranê, 2-2.5 li Iraqê milyon li Iraqê, 500 hezar li Sûriyeyê, 60-100 hezar li Sovyetê hene.



Li gorî McDowallî, ku pirtûka xwe di sala 1992an derxistiye, dibêje hejmara kurdan li cîhanê 25-30 milyonî ye. 10.8 milyon ji wan li Tirkiyeyê ne ku ev ji 19% ji nifûsa Tirkiyeyê ye ku wê çaxê 57 milyon bû, 4.1 milyon li Iraqê ne ku ew jî 23% ji nifûsa Iraqê ne ku ew jî 18 milyon bû, 5.5 milyon li Îranê ku ew jî 10% ji nifûsa Îranê ye ku wê çaxê 55 milyon bû, milyonek li Sûriyeyê ye ku 8% ji nifûsa Sûriyeyê ye ku wê çaxê 12.5 bû, 500 hezar jî li Yekîtiya Sovyetê û 700 hezar li Ewropaya Rojavayî û Amerîkaya Bakurî ne.

...

Ev nivîs dê dem bi dem were nûkirin û berfirehkirin.


Nîşe: Eger yek ji min re bibêje bê ez çawa dikarim têbiniyan wek di wordê de bi hejmaran li nivîsê zêde bikim, ez ê hinek tiştên şiroveyan lê zêde bikim.