Lê bigere

Showing posts with label Dilyar Amûdî. Show all posts
Showing posts with label Dilyar Amûdî. Show all posts

Sunday, July 26, 2020

Tirkî dikare bi kurdî loma ‘em ders dixebitin’



Tirkî dikare bi kurdî û heta pê li serê kurdî jî dike. Ev rastiyek e. Nizanim sedem çi ye lê tirkî zimanekî wisa ye ku xwe vedizne nava mejitê mirovî, hêlîna xwe tê de çêdike û hêkan lê dike û çêlîkên xwe lê xwedî dike. 


Lewra ez naxwazim behsa ziman, giringiya zimanî û bandora zimanî nekim lê ji roja ku min bi serxetiyan re daye û stendiye, gelek qalibên wisa min dîtine ku mejiyê min dike haho û hawar û her mereq dikim gelo çima wisa dikin. Helbet piştî salan min zanî ku sedem ew e ku tirkî dikare bi kurdî û ne sûcê ti kesî ye.


Îca yek ji wan qalibên ku ez dixwazim li ser rawestim jî ev e; bi ingilîzî “study”, bi erebî “دراسة” bi farisî jî herwiha “درس خواندن” e. 


Nebêjin îca ev ji kû derket; min vîdeoyek li ser youtube dît ku bi sernavê “"Resul Bafeyî /Dema Naxwazim Ders Bişixulim.” Wisa nekin wek ku Resûl tenê wisa dibêje. Hemû serxetî bê istisna wisa yan jî qalibekî nêzîkî vê dibêjin. Bi min heta cihekî normal e jî lê…


Ez paşê werim ser “lê”yê. Pêşî ez ji we re bibêjim ku me li binxetê çi digot, me tenê digot “xwendin.” Besî me bû. 

Ez nizanim başûr lê wek di sernavê vîdeoya jorê de jî xuya ye serxetî “ders(an) dişuxilim/dixebitim) dibêjin ku bi temamî wergera tirkî ye Helbet ez nizanim jî ka rojhilatî çi dibêjin û herwiha ez nizanim bê divê em kîjan were gotin jî. 


Heta ez nizanim bê ya em di bin bandora erebî de mane yan zimanê me û erebî li hev hatiye ji ber ya me û ereban bi temamî ne wek hev e. 


Ereb “derese û dirase” bi kar tînin ku bingehê peyva “dersê” ye lê peyveke cuda ya xwendinê ji li ba wan heye lê em peyva “xwendin”ê ji bo herduyan bi kar tînin. 


Eger em binerin ka li medreseyan çi dihat gotin, belkî û ez ne piştrast im em hîn bibin bê divê em çi bibêjim lê niha tiştê herî beloq bi min tê ya ku li serxetê tê gotin..


Ez qet ihtimala ku ez şaş bim ji bîr nakim lewra dibêjim belkî serxetî jî rast bin. Îca ez vegerim ser wê “lê”ya ku min li jorê hiştibû. 

Erê, reng e ku ya li serxetê tê gotin rasttir be lê ka çima hûn natewînin. Gava mirov dibêje “ez ders dixwînim” û ne “ez dersan/dersê/dersa xwe dixwînim” wek ku tu bibêjî, şûjinan di guhê min de radike. 


Ha loma ez dibêjim tirkî dikare bi kurdî, tirkî pê li serê kurdî dike. Mirovên me “ders dixwînin, êk dixwin, mirîşk dikujin…” 



Ez guneh im, hema ji bo xatirê min vê tewanga “pirjimariyê” (binerin ez behsa ya nêr û mê yên yekjimar nakim) nekujin, telef nekin….



Tuesday, May 5, 2020

Bi nazikî nekeve nava şêrîn-şevê

Bi nazikî nekeve nava şêrîn-şevê

Divê pîritî, bişewite û sor bibe dawiya rojê

Hêrs, hêrs bibe li dijî roniya li ber mirinê

Zana bizanin, rastiya dawî şevreşî ye jî,

Ji ber dizanin gotinên wan ti birûsk neçirandin

Bi nazikî neketin nava wê şêrîn-şevê

Mirovên baş, bi pêla dawî, digirîn li ser bê çawa

kiryarên wan ên nermik, dê li tengava şîn govend bigeranda

Hêrs, hêrs bibe li dijî roniya li ber mirinê

Mirovên hov ku wan roja revok girt û pê stran got

Fêr bûn - bi derengî - ku bi rê de şîna wê digirin

Bi nazikî neketin nava wê şêrîn-şevê

 Mirovên micid, ên nêzîkî mirinê, bi awirên korker dinerin

Çavên kor dişên wek rijyarekê bibirqin û bextewar bibin

Hêrs, hêrs bibe li dijî roniya li ber mirinê

 

Û tu, bavo, li wê derê li ser bilindahiya xembar

Min bide ber çêran an jî pîroz bike, bi hêsirên hêrsok, tika dikim

Bi nazikî nekeve nava şêrîn-şevê

Hêrs, hêrs bibe li dijî roniya li ber mirinê

 Helbesta Dylan Thomas

 ..

Zêde ez westandin, ji bo ne derew be ez neçar mam li wergerên erebî û tirkî jî vegerim. Nizanim çima lê min nexwest gelek cihan peyva “man” wek zilam wergerînim lê min ew wek “mirov” wergerand. Ev jî merceke din ê wergera baş e ku mirov baş çandeyê herdu zimanan bizane. Ez baş a ingilîzan nizanim lewra nikarim bibêjim ka sedemeke mentiqî ji vê tercîha min re heye yan tine.


Monday, November 12, 2018

Gelo çima serxetî vê zilmê li Mezlûmî dikin û wî dikin Mazlûm? Mentiqê vê Mantiqê çi ye?

Çima serxetî vê dikin û çima vê dikin? Hûn dibêjin qey min girê xwe ji serxetiyan girtiye lê mesele ne ew e; binxetî û şaşiyên wan gelekî gelek in ku "can" dikin "jan", "ciwan" dikin "jiwan" encex ferqeke besît heye. Ew bi tîpên latînî nizanin lê serxetî dengên kurdî bi yên tirkî re tev li hev dikin.

Mijara vê carê tevlihev e ji ber ku divê ez baş ji dengnasiya tirkî jî fêm bikim da ku bikarim ji we re rave bikim lê berî wê, em bi hev re li hinek amaran binerin û binerin bê kê çawa û çi gotiye:

Mentiq an Mantiq zêde ye?
(Ez ji mamoste Husein Muhammedî hîn bûm ku ji bo lêgerîna kurdî peyva kurdî + xwe, dê encamên bi piranî kurdî bide, lewra ev lêgerîn dê li ser vê rêbazê werin kirin)
Mantiq: Di googleê de: 2,160 encam hatin bidestxistin ku Cîhan Rojî Meşa Moriyan, Bedran Dere, Siyasetmedarên kurd gunehkar in, Felat Dilgeş Sê dînamîkên tevgera Bakur, Rudaw, Anf, Çiya Mazî Bahol, Bahoz Baran di nav wan de ne.

Mentiq: Di googleê de: 7,810 encam hatin bidestxistin ku Şahîn Bekirê Soreklî , Tirşik, Hesen Qazî,Husein Muhammed di nav wan de ne. 

Welhasil bi giştî serxetî bi Ayê dinivîsin û kesên beşên din bi Eyê dinivîsin. Divê ev jî were gotin ku ev peyv bi eslê xwe erebî ye. 

Helbet em li hinek mînakên medyaya civakî jî binerin: 

Mantiq
Kovan Baqî: "Zimanê go bi saya Heterotopya'yan wesfê xwe wenda kiriye, êdî nikare dinyayê bi nav bike. Vî zimanê heterotopîk, go li dij otorîteya "mantiq" welew "kevneşopê" radibe, wateya peyvan xera dike, wan jê dibe, peyvsazîyê û temamê qûralên gramerê hildiweşîne."
Serhad Mêrdînî: Xelk ji bo berjewendiyên xwe şerê hev dikim em Kurd amadene xwe bidin kuştin, taziya xelkê çêdibe em Kurd şûnê datînin, digrîn û li xwe dixin, xelk daweta xwe dikin em Kurd serê govendê digrin! Ev hereketên me hemû nexweşiya bindestî û koletiyê ye û dûre ji aqil û mantiq



Rêdûr Dijle:  Tê gotin, piştî xwendina destpêkê li medreseya bavê xwe li ber destê Mele Selîm û Mele Mihemed Emîn suxtetî kiriye û perwrdehiya nehw, tefsîr, mantiq û hedîsê standiye. Şehadetnameya xwendinê ji muderîsê navdar ê Kurdistanê Mele Mihemedê Qirmişlûyî wergirtiye.


 Mentiq:
Devlikeb Kelogirî: Min go:
Pirê kurdan, xwe ji asîmlasyonê parastine, lê mentiq û fikirîn asîmle bûne...
Û tenê peyv bi kurdî ne, mixabin!


Peyveke din: Mezlûm yan Mazlûm?
Mazlûm: Di googleê de 52,200 encam hatin bidestxistin ku ti encamên ji nivîskarên naskirî li ber çavên min neketin.
Mezlûm: Di googleê de 11,700 encam hatin bidestxistin ku ti encamên ji nivîskarên naskirî li ber çavên min neketin.
Ka em werin ser medyaya civakî:
Mezlûm:
Zinarê Xamo: Dixwazin kîn, nefret û barbarîya dilê xwe, ne însaniyetiya xwe bi îdamkirina jineke mezlûm rehet bikin.
Lê êdî ne tenê îdama Asya Bîbî dixwazin, dibêjin ew hakimên Asya Bîbî  berdane jî dibê werin îdamkirin.
Vana ji celadên Daîşê jî xerabtir in.+


 Rêdûr Dije: "her nav çiyayekî asê
her nav dastaneke dêrîn
her nav dîrokeke wextbirr
min navek li kurê xwe kir
...
qadî
simko
barzanî...
min navek li kurê xwe kir:
mazlum
gabar
munzir...
min navek li kurê xwe kir:
'Ramîn, Luqman, Zanyar'
yek mir, sedî tol hilanî!"
#RaminHosseinPanahi

Mehmet Sanri:  Berhem Salih bi xwe dînarekê nake, bo dînarekê bide hînek dî... bextereşiya kurdan mirovên weha 5 quruşan nakin, bi  navê mileteke mazlum bûne siyasetmedar.


Helbet di rewşeke wiha de ev mînak û hejmar rastî û şaşiyê nîşanî me nadin tenê tevliheviyê nîşan didin.
Îca ka em werin ser sedemê ku hinek bi A û hinek bi Eyê dinivîsin.

Berî giştikî ev peyv û peyvên wek wan erebî ye û ew dengdêr di erebî de fethe ye ku di kurdî de E ye ne A ye.
Lê di tirkî de ku du A hene, yek dirêj e û yek kin e lê di kurdî de yek tenê heye. Helbet hinek kurd dê bibêjin na, ew A ji tirkî rabûye, lê tenê nivîsîna kumikî li ser rabûye û bilêvkirin û xwendin wek xwe maye anku di pratîkê de heye.

Ew fetheya erebî-helbet ne herdem û ez ne pisporê tirkî me- ku di kurdî wek me got wek dengê Eyê ye, di tirkî de wek Aya kin tê nivîsîn.

Gava em li mînakên TDKya tirkan binerin, ez ê ji we re bi rêzê erebî, kurdî û tirkî binivîsim:

Erebî                     Kurdî                     Tirkî                              Wate:

عدم                         'Edem                    adem                              tinebûn

آدم                           Adem                    Adem                             Adem

عدد                         Eded                      Adet                                Hejmar

عادة                       Adet                          Adet                              Adet/keneşopî

علم                         Elem                       Alem                               ala

عالم                         Alem                      Alem                                 Alem/dinya


Ew tîpa Eynê we şaş neke Celadet Bedirxanî ji serî ve gotiye, gava peyvek bi wê tîpê dest pê bike, dengdêra li dû wê çi be, bi wê dengdêrê tê nivîsîn. Îca em çi ji vê fêm dikin?

Tiştê em fêm dikin ku dibe ti tirkî de awarteyên wê hebin jî lê fetheya erebî bi Aya kin dinivîsin û Aya dirêj anku elifa erebî bi Aya dirêj dinivîsin. Lê ji ber di kurdî de yek a heye û yek e heye. Tiştekî wisa ne pêkan e. Mirov nikare Mezlûmê reben bi Ayê binivîse û mentiqê wê tine ku Mentiqê bi Ayê binivîse.

Gelo di kurdî de awarteyê vê rewşê tine ne? 

Hene yan tine ne, ez nizanim û bi min pêwîst e, lêkolîn were kirin lê çend mînak hene ku mirov baş nikare biryarê bide bê çawa binivîse.

Maqûl an meqûl? Peyv di erebî de معقول e û li gorî rêbaza me ya jorê, divê bi "e"yê be lê xwendina wê ya bêyî "eyn"ê tiştekî ecêb derdixe lê xwendina "Maqûl" hindik be jî wê rewşa ecêb ji holê radike, lewra ez nikarim bibêjim bê divê çawa were nivîsîn lê dikarim bibêjim ku hêjayî nîqaşî ye.


Divê ev jî bê gotin û belkî di bin her nivîsê de jî were gotin:
Hemû antîtez jî rast in û ya giring, mirov ne bi xwe re nakok be, wijdanê wî rehet be û pêşî derewan li xwe û paşê li xelkê neke.

Nîşe: Di van mînakan de yên ku min dane, reng e hinek şaşiyên din jî hebin lê ez li ser wan nesekinîm. Herwiha dibe şaşiyên min jî hebin, asayî ye ji ber em hemû şaşiyan dikin û armanca gotina şaşiyan ne biçûkxistin e lê nîşandana rastiyê ye.

Friday, June 7, 2013

Eger em bimana heval

Ewçend ciwan e
eger em bimana heval
Pêdiviya her jinekê
bi destê hevalekî heye
Bimîne hevalê min
Romanên min biçûk in
Balkêşiyên min biçuk in
Û xewna min e
ku bi te re bimeşim, bi saetan
di bin baranê de
Gava xemgînî dibe
Niştîcihê min
...
Çima tu li xweşikiya min dinerî
mejiyê min piştguh dikî
bimîne hevalê min.
Gelekî pêdiviya min
bi keştîgeheke aştiyê heye
û ez westiyam
Ji deng û behsên evînê
Biaxive!
De biaxive! Biaxive
çima gava tu min dibînî
ji bîr dikî nîvê axiftinê
Bimîne hevalê min
Mesele ji zilamiya te kêm nake
..
Lê rojhilatî
ji bilî rola lehengiyê
bi ti rolê qayîl nabe.
..
Suad el-Sebah
Helbestvaneke kiwêtî ye
Min ev sala 2013an wergerandibû û niha hema hema bibêjin qet dest nedaye, Min qêmîş nekir wan şaşiyên xwe serrtast bikim lê tenê di cihekî demin lêkera bûyînê cida kir û peyva "axiftin"ê rast kir. 

Îca sedem baş nayê bîra min lê min ev wek diyarî bo Husein Muhammedî wergerandibû. Piştî wê derketibû ku wî jî ew wergerandiye.

Şaşî û kêmasiyên mirovî xelas nabin lê gava mirov dibînî ku di raboriya xwe de hewl daye tiştekî bike, kêfa wî tê.