Kuliyan zimanê te xwar?
Biaxive!
êdî temenê te bûye çil sal!
...
Erê, mixabin
kuliyan zimanê vî zarokî xwar
Ez zarokê pênc salî
Kuliyan cegera min xwar, gotina min xwar,
...
Nebû, vê carê jî nebû
temenekî din, em hev bibînin
Li ber perwaneyeke din
An li kampeke din
Belkî li çol an konekî din
..
Vê carê jî nebû
Zarok mezin nabe
Serî li beştan dikeve
Lê kuliyan dîsa zimanê min xwar,
Kuliyan dîsa hiş û mejiyê min xwarin
...
Dîsa nebû!
Zilamekî 3 salî
Fedyok, xeydok
Wan kuliyan dîsa zimanê min xwar
..
Jiyana çardemîn
Lê dîsa nebû
Zarok mezin nebû
Û kuliyan ew ziman dîsa xwar
No comments:
Post a Comment