Lê bigere

Monday, February 16, 2015

Ez im

Ez im
tu min nas nakî
dizanim
ez im!
dilekî bitenê
hêviyeke şikestî
ez im xwedayê winda
armancên mezin
xebateke kuştî
şahiyeke xemgîn
ez awazeke şad
bi gotinên jar im
ez dilekî mezin
lê birînek kûr
ez prênsîpên dawirvî me
ramanên bi xakê ve herikî me
û li ber tavê ziwa bûme
ez evîn im 
evîneke bêyar




Wednesday, February 11, 2015

Çend hevokên soranî

1.  له‌ خزمه‌تدام
Bi latînî: le xizmetdam
bi kurmancî: di xizmeta te de me
Ya soranî ji (pêşdaçek + navdêr + cînavk + paşdaçek + "lêkera bûyînê")an pêk dihê
Le: pêşdaçek e, di kurmancî de " di" ye, ku ew carinan şûna "li"ya krumancî jî digire û wate û  peywira wê ji "paşdaçekê" dixuyê. eger "da/de" hebe wê çaxê di wateya "di"ya kurmancî de ye eger tune be wê çaxê "li"ya kurmancî ye.
xizmet: navdêr e wek kurmancî ye
cînavk: ku di vê hevokê de wenda bûye û dibêjim qey ji ber ku "esilê hevokê wisa ye, di xizmetit dam" lê ji ber giraniya xwendin û bilêvkirinê bûye wek" xizmet"
da: paşdaçek e ku di kurmancî de jî heman tişt e.
m: ku min di navbera dunikan de nivîsiye ji ber ku li gorî rêzimana soranî wek cînavk tê gotin lê bi qasî ez dibînim di rêzimana kurmancî de encex bibe lêkera bûyînê.
 
Em li hevoksaziyê binerin em ê bibînin ku wek ya kurmancî ye.

2 داوای  لێبۆردن ده‌که‌م
Bi latînî: daway lêbordin dekem
bi kurmancî: ez lêborînê dixwazim

Saturday, December 27, 2014

Tiştekî kurdo tune, ji bilî bayî

Siberoja kurdo tê bîra wî
Gava ez serdana wî dikim
Bi gezika tozê, siberoja xwe dûr dixe
Û dibêje: "Dev ji min berde"
Ji ber çiya, çiya ne!
Û vodkayê vedixwe
Ta ku aşopê deyne qeraxekê
Ez im, rêwiyê mecazên xwe
Qulingên şûm, birayên min ên ehmeq in

Û pif nasnameya xwe dike
Ta ku siyê ji ser bifirîne, rake!
Nasnameya min zimanê min e
Ez  û ez
ez zimanê xwe me
Ez im, yê di zimanê xwe de mişext bûme
Û dilê min ku piringa kurdo ye,
li ser çiyayên wî yên şîn e.

Wek hemû bajarên din
Nîkosya jî têbiniya helbesta wî ye

Li ser biskilêtekî,
wî hemû alî hilgirtin
Û got:
Aliyê dawî min biavêje kû, ez li wir dijîm

Wisa valahî bijart û nivist
...

Ji roja ku  cin ketin nav gotinên wî
Ti xewn nedîtiye
...

Ji ber ku xewnbîn
duhî diperêsin yan jî
bertîlan didin dergevanê siberoja zêrîn
Ne siberoja min heye, ne jî duhê min!

Tenê ev kêlîk,
Qada min a spî ye.../
...

Mala wî paqij e, wek çavê dîkî.
Jibîrbûyî ye, wek serokê wî gelî
ku wek perîkan belav bûye
..

Kulavekî hiriya kurîşkî
Ferhengeke kevnar
Pirtûkin bi lezgînî hatine cildkirin
Balîfin bi derziya xulamê qehwexaneyê hatine neqişkirin
Kêrin ji bo serjêkirina firinde û berazan hatine tûjkirin
vîdoeyeke pornoyê
gurzin ji bêrîkirinê ku neyariya rewanbêjiyê dikin
Şaneşîneke bo wergirtinê vekirî ye.

Ha li vê derê, tirk û yûnan, bi dorê hev didin ber çêran!
Ha ew kêfa min e û ya wan leşkeran e
ku li ser henekeke reş şevbihêrka xwe dikin

Ev rêwî hema çawa lê were, nabe rêving

Bakur, başûr e
rojhilat di leylanan de rojava ye.
Û tûrikê bayî tine
Ti karê tozê jî tine!!
Tê bibêjî qey, bêriya hinekên dî nake
Vedişêre û nastirê
Nastirê heta ku siya wî têkeve darcêwiyê
yan jî baraneke hûr porê wî şil bike






Werger: Dilyar Amûdî
Helbest: Mehmûd Derwîş




Sunday, December 14, 2014

Que sera sera

Wexta ez keçikek biçûk bûm
Min ji diya xwe pirsî, ez ê bibim çi
Ez ê bibim spehî, ez ê bibim dewlemend?
Ev gotina wê bû, bo min 

Que sera, sera
Çi tişta bibe, dê bibe
Siberoj ne ya me ye ko bibînin
Que sera, sera
Çi bibe, dê bibe
Wexta ez ciwan bûm, ez evîndar bûm
Min ji dildarê xwe pirsî çi li pêşiya me ye
Keskesorên me dê hebin, roj li pey rojê?
Ev gotina dildarê min bû, bo min 

Que sera, sera
Çi tişta bibe, dê bibe
Siberoj ne ya me ye ko bibînin
Que sera, sera
Çi bibe, dê bibe 

Niho zarokên min bi xwe hene
Ji diya xwe dipirsin, ez ê bibim çi
Ez ê bibim xweşlaw, ez ê bibim dewlemend?
Ez ji wan re dibêjim, bi nazikî 

Que sera, sera
Çi tişta bibe, dê bibe
Siberoj ne ya me ye ko bibînin
Que sera, sera
Çi bibe, dê bibe.

Werger: Tewfîq Bayram
Ji strana bi navê 'Que sera sera '

Tuesday, October 14, 2014

Mandî


Ne xem e, Çiqasî mêrxas bî, Mandî bûye giyanê te Ji aşopan Ji xewnên helbestvanan Ji çîrokên çeleng û lehengan Nebêje " dîrokê dinivîsim"
Heyfa te! Rûnê ramûse meya sor giran bike, coşa şahiya ciwaniyê Bijî, wek hemû newêrin û tiralan Ma çima dil û xwîn tenê para te ye?
Bibe bavê zarokin wek me zarokin wek wan Bibe wek me wek wan Bila mêjû vê carê BI RASTÎ jî te nenivîse Nikaribe te binivîse te peyda neke

Ne helbest, ne jî wêje Bila behsa te neke eger bike jî Bila behsa evîneke dilşad di nav nivînin germ de be an jî serxweşiyeke ciwaniyê be

Têkçûn çêtir e Ji Dêrsim, Helebceyan Xwe radestî nexwebûnê bike Dê azadiyeke derewîn sloganan kinûşk jiyana te bixemilînin

bi xembariyeke aşopî bi evînên meygêr û ji bîr neke Ku tu çi bikî jî Em dê te ji bîr bikin û xwe jî wenda bikin .. Dev jê berde giyanê min

Friday, September 12, 2014

dijwar e

Çiqasî dijwar e! hebûneke bêwate Dijwar e, hebûna pênasxwaz Bi pênasînê Pênasîna hest û giyanî .. dev jê berde bira Mirin dawî ye

Friday, August 22, 2014

Tu

Ji te direvim
Di çavên te de werdibim
...
Tu hûrik î
Di kefa destên te de
difetisim
..
Tu dûr î
Lew bêhna te
Ji pozê min dernakeve
..
Ji te direvim
Ji ber pêdiviya min bi te heye
Evîn şanoyeke xwekuştinê ye
Eger lêvên te rola maçîkirin bilîzin
..
Ji şevê direvim
Ta xwe bi laşê te nenixumînim
Li te digerim
Di çiyayên hemû jinên dî
Di newalên hemû rûyên sar de
Di dilê evîndar de
Tenê
ji bo te peyda nekim
û perdeya şanoya evînê
daxînim

Monday, August 18, 2014

Şiroveya du beytên Melayê Cizîrî

Heyata dil meya baqî

Binoşîn da bi muştaqî

Ela ya eyyuhe s-saqî

Edir ke’sen we-nawilha


Wateya peyvan:
Heyat: Jiyan ku peyveke esil-erebî ye belam di kurmanciya nû de jî likar e.
Dil: organê laşî yê ku xwînê li laşî digerîne: ku peyveke hindûewrupî ye anku kurdî ye.
mey: şerab ku ew jî hindûewrupî ye.
Baqî: mayî ku peyveke esil erebî ye tenê di helbestên klasîk de tê dîtin an jî wek nav lê di zimanê nûjen de peyda nabe.
Binoşîn: dema niha ji lêkera "noşîn" ku di wateya vexwarinê de ye, ku reha dema niha "noş" e.
Da: ta, heta, ku di wateya "daku" de ye. eslê ???
Muştaqî: bi bêrîkirin.. peyveke erebî ye di zimanê rojane û nûjen de ne likar e.
herdû beytên dî bi temamî erebî ne.


Nîşe:

1.Heyata dil: ku ravek/îzafe ye û pêdivî bi tewandina peyva "dil"î heye ku divê "heyata dilî" lê Mela ew nekiriye. Lê gelo tenê ji bo wezna helbestî bû an wê çaxê jî tewandina navdêrên nêrzaynd ne ferz bûn??
2. Binoşîn: dîsa wek diyar dibe ku kesê yekem yê pirjimar anku "em" bi qertafa "în"ê tê çêkirin anku nabêjin "binoşin" lê dibêje "binoşîn".


Sunday, August 17, 2014

Min

Di helbestan de Min xwe kuşt ta ku kesê xwestî vejînim Min di gotinan de xwe fetisand ta ku ramanên wek yên te biafirînim

Sunday, August 3, 2014

Kîmyaya min

Hormon in
tiştê ku dihêle
Muzîk
Evîn
Bêrîkirin
bi hev re dîlanê bikin
..
Ne tu yî
ne jî ez
..
Mêranî,
wêrekî
ne ji dilê te tê
Ji mercên derdora te
Ji erdnîgara dayika te
dertên
...
Qelsî û xurtî
tenê ji hejmara
kevirên te rahiştinê
diafirin
..
Bizane
ey dilê biçûk
guleyek dikare
te nehêle
..
Bizane
kindirek 
dikare bêhna te
bifetisîne
...
Jiyan ne ewqasî tevlihev e
tenê 
kîmya ye

lê ez û tu
jê fêm nakin
formulin giran in
..
Her jiyanek
romanek e,
eger nivîskar jêhatî be
...
Her xewnek
pêkan e
ku tu derfetan bidî
...
Firrîn bi xwe pêkan e
..
Tu yê jî
bi qasî min
qels bûya
eger tu ez bûma
..
Xwe di ser
min re nebîne
..
Bizane tenê
kîmya ye
wize ye
ya ku ez û tu
afirandine.