Lê bigere

Saturday, February 11, 2012

Ez zarok im

Ez xemgîn im
Xemgîn
bê reng 
bê stêrk
bêwelat
bêkes
bê evîn
bê tu tişt
ez mezin nebûme
ez hîn biçûk im
hîn li kolanan dibazim
ji bo ez bighêm ser waneya xwe
ji bo ez bighêm ser film kartonan
ez dibezim 
ji bo ez bigêhim ser lizka zarokan
ez hîn zarok im
bawer bikin 
li qelafetê min nenerin
li axaftin û nerînên min nenerin
hîn canê min biçûk e
danûstendina mezinan bi min re nekin
destê xwe di ser serê min re bibin
û bibêjin 
zarokekî pir baş e
gava mezin bibe 
dê bibe 
şêr
dê bibe qehreman
û destê bidin hestên min ên biçûk
ên nerim û nûhatî
û wan bi germahiya mezinahiya xwe germ bikin
û danûstendina mezinan bi min re nekin
ez zarok im
dilê min biçûk e
viyana min nû pişkiviye
xewnên min teze ne
li porê min nenerin weşiyaye
li tilêra zikê min nenerin
li qermîçokên riwê min nenerin
li can
raman
xewn 
û hêviyên min binerin
destê xwe bidin
dil
hest
hinavên min
û danûstendina mezinan min re nekin
ez zarok im
zarokekî 
bêkes
tenê
reben
belengaz
im
ez zarok im
danûstendina mezina bi min re nekin
Dilyar

Wednesday, February 8, 2012

Ez û tu

roj û şev..
xewn û rastî..
ez û tu..
........
tucarî nabin yek laş..
nabin yek dil
nabin yek can
çawa şev û roj
 di kêlîka şeveqê,
çawa xewn û rastî
di kêlîka şiyarbûnê de
dibin yek
encex yebûna min û te
wek wê kêlîkê
kin
wek wê kêlîkê
xweş
wek wê kêlîkê
efsûnî be
.....
lê mixabin
ew kêlîk,
li bedenên me
em pepûleyan,
heram e
ew kêlîka agirê sotina periyên
xewnên me ye
kêlîka mirina me ye
mixabin
ez û tu
nabin yek
dil
yek can
nabin laşek di yek qalikî de
nabin
Dilyar Amûdî

Wednesday, February 1, 2012

Peyvên ku hişmendiya me dagirtine


“doğulu” anku rojhilatî, “ben Kürt değilim Zazayım” anku “ez ne kurd im lê ez zaza me”, “feodalizim, sosyalizim, humanîzim, “ ji xwe ne hewce ye ez van peyvan vebêjim, di her zimanî de heman tişt in, “Türkiyeliyim”  û gellek têgîh û rêmanên wekî van mejiyê me dagirtin, ez ê hewil bidim li ser wan yek bi yek rawestim, min dixwest ez lêkolîneke berfirehtir li ser vê mijarê çêbikim lê min dît ku rêya baş ew e ku ez dest bi nivîsînê bikim û hêvî bikim ji kesên nivîsa min bixwînin ku şirove û ramana xwe binivsîn.
Ez carinan diramim û dibêjim gelo ez zêde giringiyê didim zimanî ma kurdayetî ne bi zimanî tenê ye, lê bi qasî min bala xwe dayê û ez dibînim, zimanê têgihîna me di peyv û ramanên ku peyv dixwazin bigihînin me diguherînin, mînak;  em dibêjin( ben doğuluyum) anku (ez rojhilatî me)  bila tu kes ji min re nebêje peyva ( doğulu)  gelekî cuda, têkoşîner, bi sed hezaran şehîd, û bi sedê salan xebat ji bo azadiyê  kiriye, tîne bîra wan, lê tiştê tîne bîra wan yek, cahil, nexwende, nezan, hov, gemar, qilêr, lîçika wan herikî, û bi hezarê tiştên ku tirkan di serê wan de çandiye dihîne bîra wan.
Binerin! Siyasetmedar çi dibêjin bila bibêjin, ew ji xwe re karê xwe dikin siyasetê dikin, belkî gavin bên em jî neçar bên em têgîh û zimanê dewletê bikar bînin, lê niha di nêv hev du de gelo çima em wisa diştexilin.
Mirov ji me herî ku bi xwe hesiyayî û hişyar, ji bo pirsa (tu çi yî?an tu ji kû yî?) bersia (ez  Tirkiyeyî me) ji niyeteke paqij dibêje, belkî rasitiya siyasî ev e,  lê pejirandina vê rastiyê bi demê re navê Kurdistanê ji bîrê dibe, û dihêlin ku mirov bihese ku ew perçeyek ji civaka tirkan e.
Belayeke din ku ez nizanim bê ji me re ji ku hatiye û ez nizanim bê  çareya wê çi ye! (ben Kürt değilim Zazayım) ev piştî damezirandina komara Tirkiyeyê derketiye holê, ew jî ( Ez ne  kurd  im lê ez zaza me) zaza/kirman/kird/dimil vê dikin, û kurmanc jî ( Kürdüm, Zaza değilim) , tê bêjî qey kurd hew kurmanc in û zaza gelekî din in, binerin ez nakevim gengeşî û tevliheviya Kurmanc û zaza du gel in, û zimanê wan yek yan na, lê heger zaza ne kurd bin, kurmanc jî ne kurd in, zaza zaza ne, û kurmanc kurmanc in, anku du gelê cuda bi navê cuda ne.
Mesele wilo bi du sê xêzikê nivîsan safî û zelal nabe, lê ev peyvên ku bi (izm) gişan nefret dikim, ji ber kurdên me binên wan danagirin û bi kar dihînin, hema dibêjin ( kurd feodal in) ez bi xwe nizanim bê ev “feodalîzm” çi ye, hema çi be, ma qey ev belaya mezin ku sedema wê ne dijimin e, lê çivaka kurd e, ji nav van gelên rojhilata navîn tevan hat û li kurdan xist, em bêjin heger wisa be jî, gelo di şûna em herin û bên em bêjin em feodal in em rabin çend pirtûkan bixwînin û hinekî xwe ji van adet û kevneşopiyan xelas bikin dê ne çêtir be. Va ye saeta we xwe hûn bihêlin ez jî vê peyvê bikar bînim, û bibêjim bawer bikin heger “ feodalizim” hebe yan tune be jî, ev peyva feodalizmê dijmin xisitiye nav me ji bo em pê bi hev bikevin û bi hev re şerî bikin.
Peyveke din ( humanizim), ez dîn dibim gava yek tê û ji min re dibêje tu nijadperest î, tu dijminê gelan î, û tu û tu.. çima? Ez dibêjim ez naxwazim bi tu gelî re bijîm. Ew dixwazin ku di hilbijartin û di anketan de hatiye çesipandin ku nêzîka 80% jê mafê kurdan yê perwerdiyê napejirînin re bijîn û daxwaza biratiyê ji wan dikin, lê ez gava mafekî ku qanûn û peymanên navneteweyî dane her gelî dixwazim ez dibim xwînmij, û nijadperest lê ew gava ku gelê xwe di bin pêyê dijminî û li ber bişaftin û helandina dijminî dihêle dibe humanist û miorvperwer.
Ez tiştekî nabêjim ez bi hêvî me hûn ramanên xwe çi bi tirkî çi bi kurdî li jêrê binivîsin ji bo ez kêmaniyê di fikirên xwe de bibînim yan jî ez bersiva we bidim.
Dilyar

Sunday, January 29, 2012

sernivîsek vala û bê wate

Ev çend sal e ku ez li ser mirovî, sedema jiyana mirov û rastî û şaşiyan di jiyana mirovî de difikirim, ez ê ji we re li vir nebêjim ku min bersivên van pirsan dîtin, lê ji bo xwe min biryara nivîsê da, ez ê binivîsim ji bo ez li xwe ji derveyî de binerim û analîz bikim.

Wednesday, January 25, 2012

Tevliheviya nîvêşevê



Belê min qedeheke meya ku li ser derstan çêbûye dagirt û hinek qidam û dendik danî û min got ka ez binivîsim.
Ez zorê li xwe dikim ji bo binivîsim ez dixwazim bizanim bê ez dikarim ne li ser xwe binivîsim, ji ber heya niha bi awayekî min nivîsên xwe kişandine ser xwe, niha jî hîn li ser min e.
Xuya ye dîsa ev monologa ha ji ser min naçe, loma ez dibêjim ez di vê monologê de bi xwe re li ser mirov biaxivim bi giştî û behsa mirov di nerîna xwe de.
Ji xwe ez ne mirovekî ewqasî jêhatî me loma ez ê vê kurteçîrokê binivîsim.

Şevek ji şevên bindestiyê

Remo mirovekî porê wî nîvco bûye, temenê wî di navbera 30 û 35 salan de ye. Li ser nîvdika di hundirê zindanê de rûniştiye ji jo re hema bi nav sergirtî ye, lê ew bi xwe vekirî ye, û sar e, betaniyeke kevin danê ku kûçik jî bi ser xwe danakin heta sibe dê wî bibin navçeyê ji bo bê dê doz lê vebe yan na. Ji xwe hûn jî difikirin bê tawanê Remoyî çi ye! Remo tawaneke pir giran ku nayê bexişandin ne ji aliyê qanûn û zagonan ve û ne jî ji aliyê çivak û xelkên, tawana wî ramîn e, rast e! Mirov giş diramin lê ew diramin bê çawa bixwin, çawa vexwin, çawa xwarinê bînin, çawa ji morvên din çêtir bibin, çawa wek her kesî bijîn, çawa dûrî keriyên çivakên xwe nekevin, û çawa li gorî rêbaz û adetên heyî  jiyanê bidomînin. Ha ha hûn dibêjin ê ka Remo ji van cuda çi kir? Remoyî di ramî bê çawa cîhaneke xweştir ji mirovan re pêşkêş bike, ramî bê çawa newekheviyê ji nav mirovan rake, çawa bikare azadiyekê bê sînro bide mirovan, heta vir jî hîn tawana wî neketibû warê ku ji bo bê dadgeh kirin, ji ber mejiyê bilind ê ku rêgezên jiyîna mirovan afirandiye û çêkiriye, dizane ku her mirovek di hundirê xwe de bi awayekî xeyalekî wî wisa heye, ew xeyal jî ji kêmasiya wekhevî û azadiya giştî tê, loma kes bi vê vî xeyalî nayê tawanbarkirin, lê gava mirov vî xeyalî dixe qonaxeke din û dest pê dike li ser dirame û dixwaze çareyekê jê re bibîne, rêçek tenê tê pêşiya mirov ew jî azadiya an jî şoreşa tekkasî, mejiyê bilind dizane ku mirov bi awayekî tekkesî azad bibin dê dawiya rêgez û hukumdariya wî bê, loma ew nahêle, û naxweze Remoyî di wir de şaşiya mezin kiribû û ramiya bû ku pêşî divê xwe azad bike, ji zimanê ku mejiyê bilind li ser ferz kiriye rizgar bike, dizane ku zimanê mejiyê bilind bi xwe re têgihjtinên giştî jî tînin û wan dikin rastî bêyî ku bikevin ber mekîneya gûman û lêpirsîna mirovan, ji ber ew wek gotinên pîroz bi zembîlên pîroz dadikevin ser rûyê xaka Remoyan. Loma wî dizanî axaftina bi zimanê xwe destpêka lêpirsîn Û jinûve nirxandina têgîn û mefhûmên mejiyên bilind ji ber bi zimanekî din in bi zimanekî ne pîroz e li gorî mejiyê bilind û li gorî Remoyê ku li ser destê mejiyê bilind mezin bûye.
Destpêka tawan Rmeoyî bi lêvegerîna bo zimanê xwe yê zikmakî dest pê kir, û dît, ku gellek têgîn di zimanê wî de ne zelal in, wekî azadî, wekhevî, maf ferd, gel, çivak û xak giş bi şêweyeke tarî û tevlihev rûniştiye lê tu delîl û palpişt li ser rastî û şaşiyên ramanên mejiyê bilind tune ne. Loma dest pê kir li xwe û dîroka xwe bavê û kalê xwe dipirse û dixwaze bizane bê ew çawa çê bûye, çawa hatiye vê xakê, çiam di vê rewşê de ye, û baş bi dîroka xwe zanî.
Bi zanînê re hestên cuda, ji bilî ew hestên ji aliyê mijiyê bilind ve hatine çandin, dest pê pê kirin di hinav û dilê  Remoyî de şînd dibin, û êdî zanî ew ne ji vê çivaka çêkiroke ye, zanî ew tiştekî cuda ye, ramanê wî cuda ne, zimanê wÎ cuda ye, xewnên wî cuda ne, heta bi hezkirin û nefreta wî jÎ ji ya mejiyê bilind cuda ye.
Di wir de Remoyî dest bi tawana xwe ya nediyar kir, û bi dengekî bilind got, ez cuda me, ez û ev kesên vî mejiyê amadekirî dipejirînin ne yek in, ez û ew kesê bi tegînên amadekirî diaxivin ne yek in, belkî em herdû mirov in, lê em herdû ne heman mirov in, tawana wî bûye ev; ez û tu mirov in, lê ez û tu ne heman mirov in û ez naxwazim bibi tu.
Min azad bihêlin ji bo ez bibim ez, ez bibim Rmeoyî.
Li wir Remoyê cudaxwaz, mirovneperwer, xwînmij, kevneşop, û bêwijdan hate girtin ji aliyê mejiyê bilind ve.
Remo di zindanê de ji bo van tawanên xwe di bin ezmaneke nîv vekirî, û ez û tu di bin ezmaneke girtî,
Remo di zindanê de bê pirtûkgeh û ez û tu bi pirtûkekê tijî pirtûkên mejiyê bilidn, Remo bi dengê xwe ji xwe re dilorîne, em li ber dengê mejiyê bilind di xew re diçin, Remoyê ku ne çixareyê lê bihna ezmanê xaka xwe dikişîne kezeb ,ceger û dilê xwe, ez û tu bi dûmana çixareyên ku ji bo mezinkirina mejiyê bilind re vêdikevin hinavên xwe dadigirin, Remo tenê çar dîwar li derdora wÎ ne, lê ez û tu tirs, tirsa ji windakirina xeyalên derewîn, tirsa ji windakirina jiyaneke bêrêz, tirsa ji xwe, ji xwe ku em ji rê derkevin û wekî Remoyî dest bi ramînê bikin.
Remo xwediyê çar dîwaran û ez û tu xwediyê 4 hezar tirsî! Gelo kî ji me azad e, gelo kî ji me xwe ye û kî ji me lîstok e! Bersivê ez nizanim lê ez dizanim ku ez û tu nê dilşad in. Belkî di fikira me de em dilşad in lê ew bi xwe derew e, dilşadiyeke ne bi ziman, ne bi dil Û ne bi viyana me çê bûye nabe dilşadî.
Bijî Remo Û bimirin kesên tirsonek, newêrek, tirole û ezpereset.
bijÎ Remo û bimirin mirovên ji ramînê ditirsin.

Sunday, December 18, 2011

Ez li kû me?

Bêje hevalê 


Bêje ez û tu li kû ne? 

Cihê xwe bibêje


Ji xwe ez li wir im.


Bi destê xwe dilê xwe nîşan bide. 


Ez di wir de dijîm. 


Ez li kû me?



Li ser çiyayên xwe binere


Tu şûna tiliyên min bibînî


Destê xwe bixe çemên xwe


Tu dê tovên evîna min bigirî


bihnekê bikşîne


Bihna min ji laşê te tê


Gulyazên te 


Bi ramûsanên hevditînên me sor bûne


bêje hevalê


tu li kû yî


Ji bo ez bizanim 


Ez li kû me?!




Dilyar Amûdî

Sunday, November 20, 2011

Vejîn



îşev û her şev
îroj û her roj
ez dîwarê xwe qul dikim
pencereya jiyaneke nû vedikim
dîwarên min herifîn
lê tava rojê nekete dilê min
...
dîsa darekê diçînim
îsal û her sal
vê demsalê û her demsalê
lê tucarî gulistana min şîn nebû
xunav bi ser rûyê min de neniqutî
hestên min î hişk şil nekir
......
îroj.. îşev
îsal.. û hersal
ez xwe ji nû ve diafirînim
dest û lingên xwe vedijînim
mejiyê xwe dirîsim
lê nikarim dilekî nû biçînim
bi dilîniyeke geş bixemilînim


Dilyar Amûdê