To le min behêztir ît
belam dillî min le dillî to gewretir e.
Ewînî ême xoştirîn e
Xwendevanê nojdariyê, helbestnivîs, wergêr, çîroknivîs, mamoste..(kurdî, ingilîzî, Erebî, Tirkî,1/10 latînî)
Sunday, June 2, 2013
Saturday, June 1, 2013
Bêrîkirin
Heger li lêkera bêrîkirinê pirsîn
Dê du wateyên wê hebin
yek ku tu ne tê de bî
Yek ku tu biresera wê bî
...
ya bêyî te dişewitîne
Dihelîne
Difetisîne Digirîne Lê ya bi te Wateya yekem Sor dibe Ji fediya li ber giraniya wateya duyem
Difetisîne Digirîne Lê ya bi te Wateya yekem Sor dibe Ji fediya li ber giraniya wateya duyem
Biratîxwazî an Biraîzm
Wê rojê min navê feslefeiya xwe ya nû gotibû, lê ez hîn di naverok û fikirên wê yên bingehîn de nefikirîbûm: felsefe ji xwe biratîxwazî an Biraîzm:
made 1em. bawermendên vê bîrdozê divê jiyaneke ekoljîk bijîn û biçin darên parkên welatên dûr, ji jêkirinê xelas bikin..
made 1em. bawermendên vê bîrdozê divê jiyaneke ekoljîk bijîn û biçin darên parkên welatên dûr, ji jêkirinê xelas bikin..
Tên
Bi otobûs û tirimbêlan tên..
Siwarên hespên xelkê..
Dê azad bikin
Pelên darên rezê Mistê
..
Dinivîsin
Rewşenbîrên zimanên xelkê
Dê xweş bikin
Romana neyarên devbixwîn
...
Dixwînin
Xwendevanên dersên xelkê
Dîroka biyaniyan
...
Dijîn Ev kesên milkê xelkê
Bi bindestî
Li gel birayên serdest
Bi çîrokên xwebest
Friday, May 31, 2013
Bijmêre
Bijmêre van stêran
Ewqasî pir in, gotinên evîna min
Li tariya şevê binere
tê bibînî jiyana min, bêyî te
Bikene
Bextewariya te bi 6 welatan e.
Bi cehnema welat kirî
Bê deriyayê , çawa tu yê bijî
biyanîstan war te ye
Ger ken niştîcihê riwê te be
Tifika welêt,
Bila porê dayika te yê sipî bişewitîne
Ma yê te çi jê ye..
Bi zimanên Ewrupayî baixive..
Ma ne kurdî dê bi dayika te re dimire
Na! na!
Dîroka te li ser Effelê hate nivîsîn
Çîroka te bi kevirên dîwarê berlînê te
Li welatê te yê nû vejiya
Evîna te bi berfa Stocholmê
re weşiya
Xewnên te rengareng bûn
Bi gulan xemilîn
Bi hemû peyvan axivîn
Ji bilî peyvên li rêwitiyê jiteketî
...
Te li pişta xwe kir navên
xwe yê li birca Amed
Te kir baca sûrên şarên dûr
Te firot hezkirina xwe
Li ser erebeya birincê
Di kolanên xemilî de
Bextewarî bila her para
te be.
..
Bikene
Ma giriyê mayiyan
gunehê te ye
Ma şewata daristanan karê te ye
Ma tola zarokên kuştî
tola te ye.
Bike! bila bextewar bî
Venegere!
Wek te got
Ew der êdî beşek ji te ye
Ew der tu çêkiriyî
Ew der tu kiriyî, xwehez
hişyar be
di vê kortala dabeşbûyî de
wer nebî
Jiyana te li wir xweş e..
bi sed qîr û cehnemekirî
Hemû kesên gêj
Ku xwe li wî welatî ji bîr kirine
Bi cehnema welat kirî
Bê deriyayê , çawa tu yê bijî
biyanîstan war te ye
Ger ken niştîcihê riwê te be
Tifika welêt,
Bila porê dayika te yê sipî bişewitîne
Ma yê te çi jê ye..
Bi zimanên Ewrupayî baixive..
Ma ne kurdî dê bi dayika te re dimire
Na! na!
Dîroka te li ser Effelê hate nivîsîn
Çîroka te bi kevirên dîwarê berlînê te
Li welatê te yê nû vejiya
Evîna te bi berfa Stocholmê
re weşiya
Xewnên te rengareng bûn
Bi gulan xemilîn
Bi hemû peyvan axivîn
Ji bilî peyvên li rêwitiyê jiteketî
...
Te li pişta xwe kir navên
xwe yê li birca Amed
Te kir baca sûrên şarên dûr
Te firot hezkirina xwe
Li ser erebeya birincê
Di kolanên xemilî de
Bextewarî bila her para
te be.
..
Bikene
Ma giriyê mayiyan
gunehê te ye
Ma şewata daristanan karê te ye
Ma tola zarokên kuştî
tola te ye.
Bike! bila bextewar bî
Venegere!
Wek te got
Ew der êdî beşek ji te ye
Ew der tu çêkiriyî
Ew der tu kiriyî, xwehez
hişyar be
di vê kortala dabeşbûyî de
wer nebî
Jiyana te li wir xweş e..
bi sed qîr û cehnemekirî
Hemû kesên gêj
Ku xwe li wî welatî ji bîr kirine
Ez welatek bûm
Welatek bûm
Azad bûm
Çîrok û dîroka min, dilerizand erd
Tevzînok diketin daxwazên te
Dirijiyan stêr ji çavên te
Berî ku tu dagirî
Paytextî welatê min
Tu dest deynî ser dilê min
...
Te kuştin hemû zarokên min
Hestên min
Te zuha kirin kaniyên min
Rondikên min
Te şewitandin kulîlekên min
Armancên min
...
Te çekên nerewa bi kar anîn
Amirên mêrkuj
Te bi stemkarî lêxist
Bi bêhna gulên
Te xapînok bi kar anîn
Tu keniya
Te dehf vedan
Te porê xwe hejand
Te ez bi xwe kuştim
...
Te welatê min tarûmar kir
Te ez ji xwe bêpar kirim
dilê min
Bijmêre van stêran
Ewqasî pir in, gotinên evîna min
Li tariya şevê binere
tê bibînî jiyana min, bêyî te
Wednesday, May 29, 2013
Veke
Deriyê xwe negire
Hîn lehengê çîroka me
Dilê min ji te nestendiye
Hîn ez girtiyê çavên te me
girêdayî porê te me
birîndarê mijangên te me
Papendê dîtina te me
Xwe di piş deriyên pola de veneşêre
Agirê dilê di kefa te de
dê te bişewitîne
Rondikên çavan dê te bixeniqînin
Dilê min bide lehengê çîroka me
Lehengê ku ez
di raboriya wî de bi bêhna te serxweş bûm
Bi meya gulyazên lêvan dilgeş bûm
..
Monday, May 27, 2013
Rojbûna mirinê
Roja min tu dîtî
Rojbûna mirina dilê min bû
Gava min tu himêz kirî
Sînga min bû bexçeyê pûngê
Di şerê ramûsan de
Lêvên min bûn pakrewanê te
Bi axîna te re
Ez êşiyam
Ez giriyam
..
Rondikên te
Ez fetisandim
Subscribe to:
Posts (Atom)