Lê bigere

Monday, September 23, 2013

Dixwazim

Dixwazim biqîrim
Bi hawar kim
Navê te
Ji her kesî re bibêjim
..
Çîroka me
Di romaneke bêdawî de
Binivîsim
..

Bêrîkirin

Bêrîkirin çi ye!
Bêtebûn e
Bêteşiyarbûn e
...
Dizanî
Gava dibêjim
"Bêriya te dikim"
Çi dibêjim!
Dibêjim
Bê te tune me
Bê te najîm
Bê te namirim jî
....
Bêrîkirin
Hebûna te
Di şûşeya badeyê de
Di xewnên şevab
Di şiyariyê de
..

Sunday, September 15, 2013

Saturday, September 14, 2013

Baran

Baran tiştekî nayênî bîra min Ji bilî çûna te Şilbûna min û te Di rêwitiya te de Baran, keştiyê Destmala ku min pê serûçavên te zuha dikir
Tîne bîra min Xuşxuşa baranê Bezîna me Bo balfirgeha bêTebûnê Vedigerîne ber çavên min Baran çixareya bilez Vexwarina şerabê Dansê tîne..
Çipçipa peşkan Himêza te Dengê pisîka birçî Şevê biyaniyê Û te .. Dihîne aşopa min Baran girî Tîne û Tîne bîra min.. Baran bi mirina te
Dikuje, Min. Gelo! di seqem û berfê de Di şevên dirêj de Dengê baranê tê Bîra te Ez têm bîra te Zemawenda têkçûyî Kilîla serê te

Zarokê me Yê te kuşt tê bîra te? Li wê dûriyê Di şevan de Ez têm ber çavê de? De bikeve Ji çavên min wek vê baranê Wek hêstiran..

Monday, September 9, 2013

Girî

Girî.. çîroka min e.. Zilamiyê xwe di çavên min de kuşt Ez bûm ne tişt û her tiş..

Friday, September 6, 2013

Bira!

Birayê hêja!
Birayê biçûk! kenê te ça şêrîn e!
Çend şîret ji birayên te yê mezin
Bijî û guh li min û bavê min neke
Li amûran xîne
vexwe!
Bile qîrewîr!
Guh li ti kesî neke
Rojê bi keçeke ciwan re be!
Çi bixwazî bike!
Agir bi hemû hestên xwe xîne
Hez neke!
Dilê xwe nede ti kesî
Çi dê, çi bav,
Çi xwişk, çi Ez
Çi yar
Bila ciwantirîn jin be
Bila balkêştirîn por be
Bila xweştirîn maç be
Bila bêhempatirîn dil be
Hez neke
Welatê xwe di bin lingê xwe de
biçewisîne
Bila nebe pêşgirê te
Çîroka xwe bi pênûsa xwe
Bi xwestekên xwe binivîse
Ne bi çarenûsa welatekî dîl
Ne bi ramanên xemgîn
Ne jî bi dilekî birîn
Bikene
Bilîze
Bixwazî; Bibe tembûrvan
Bixwazî bibe stranvan
Bixwazî: bibe lîstikvan
Bixwazî bibe çîrokvan
Bixwazî: bibe dîorkzan
Bixwazî: bibe ne tiştek
bisote hemû êşan
Bi şahiya dilê xwe
Bi kenê rûyê xwe
Negirî
Nehêle xem û êş
Te bixapînin
Jiyan kin e
Tu hê biçûk î
Lê wek xwe bijî
Biçûk belê Dilşad
Bikene! Birawo!
Xwe tazî bike
Ji xwe bike hemû cilên kevnar
Biqetîne hemû zincîrên bêwate
Birijîne bi ser xwe de ava hemû deryayên jiyanê
Bijî û ji min re bibêje
Dilo! Birayo!
Ez dilşadtirîn
Kêfxweştirîn
Kes li ser rûyê vê xakê me
Bibêje
Şêro!
Zinaro!
Siyamendo!
Celalê! biçûk
Bijî û bikene
Lê birayê xwe xemgîn neke
Tu dil û rewanê min î
Tu can û giyanê min î
Ji bo hemû pîroziyan
Nebe ez
Nebe dubarekirinek ji min
Nebe beşeke çarenûsa çil milyonî
Nerame di xewnên vala
Nebêje welat!
Nebêje evîn!
Nebêje Yar!
Nebêje malbat!
Nebêje bira!
Nebêje fedakarî!
Nebêje: Nabe!
Bixwaze û dê bibe
Hemû çîrokên tu dixwazî
Hemû xeyalên tu dibînî
Bes tu bibêje rihê birayê xwe!
Bibêje û bixwaze
Hêza di çavên de
dikarin Amûdê
Dikarin Kurdistanê
Dikarin dost û neyaran bişewitîne
Ger tu bixwazî bişewitînî!
Bişewitîne çavên min
Bişewitîne û negirî
Bila ew çavên reş
Nebin kaniyan hêstiran
Bila bes xewnên rengîn bibînin
Bikene dilê diloyî!
Bifire
Wek teyrê bazî
Bikuje her tiştê ji te re bibêje
Na
Bijî birê min
Dilê min
Rihê min..

Dilyar Amûdî

Saturday, August 31, 2013

Em kanser in

Civakeke nexweş, bîrdoz û baweriyên derdzêyan wek her civatên saxlem ji malbat û takekesan pêk dest pê dike.
Kes bingehê hemû civakan de; çi derdzêyan çi saxlem her ji endaman pê dihê, û çi nexweşiya heyî ji yek jêderê dihê; ew jî genetîk e, belam hin rewş hene dikin ku rewşên derdzêyan bibin avanyaj û sûddêr ji xwediyê wê rewşê re. Ew jî li gorî cih, rewş, dema vê rewşê.
Encex eger em biramin û bibêjin ku em giş ji yek jêderê hatine, rola genetîkê dikeve mutasyonên ku piştî pêşiyên me yên ku ji mirovên pêşîn hatine dihê.
Îca eger civat jî ber mutasyonan nexweşî lê derdikevin, hin nexweşî yek endamî yek şanikê digire û wê wêran dike hin nexweşî mîna kanser bi hemû şanik û endamên laşî ve hildiperikin.
Gava em li rewşa civata me dinerin; rewşa derdzêyan dixulxile û  li çavên hemû bijîşkan diêşîne ji roniya şevreşiya xwe.
Em  kanserê in, em li ber mirin û kuştin û xwekuştinê ne.
Lê hûn dizanin ku du kêşe di çareserkirina kanserê de hene:
1. ku ji şanikên laşî bi xwe çêdibin anku eger tu hewl bidî wan bikujî bi ihtîmaleke mezin tê endamên saxlem jî bikuje
2. Metastaz e; ku ji endamekî xwe bera endamê dî dide û wan jî bi xwe re ji hev dixe û dike leşkerên ziyandêriya xwe.
Civata me bi kanserê ye wek min got: lê em endam û şanikên wê ne.
Eger em pêşiya van herdû mekanîzmeyan bi şêweyekî û bi nerîneke cuda ji nerîn bijîşkiyê ku bi pirranî hewl dide kêşeyê hil bike binerin û em hewl bidin ku wê kêşeyê bi rastî çareser bikin. Divê em van her dû astengan çareser bikin.
Ji ber ku em endam û şanikên civakê ne. Divê em li dijî mutasyonên xwe yên derdzêyanî û wêranker xelas bibin. Ew jî em ji kêmasiyên xwe de dest pê bikin, di şûna em gilî û gazincên xwe ji  endamên derdora xwe bikin, eger em wisa bikin em dê rê li ber metastazê jî bigirin ji ber dê mekanzmeya me ya serrastkirina şaşiyên kodên genetîk dê çalak be û dê nehêle mutasyon derkevin.
Anku bi kurtasî eger em xwe ji nexweşiyên xwe rizgar bikin, civata me dê bibe saxlemtirîn civat li ser rûyê xakê ji ber ti cudahiyên bingehîn ji aliyê genetîkê ve di nav me û civatên de tune ne, lê em ji ber mercên cûrbicûr gelek mutasyon di endamên me de derketine lê eger em wan endaman serrast bikin dê hemû civat serrast bibe.
Lewra tiştê rast bike, û bes gilî û gazincên xwe ji derdora xwe bike.
Tu rast be, her kes wek deq e, tu xwar bî, tu nikarî kesî rast bibînî ji ber rawestandina te xwar e.

Tu HÊÇ î

Carekê ...

Du caran
...
Sê caran
....
Hezar caran
..
Ez dixwazim bibêjim
"Ji te hez dikim"
Lê ez dê qet te bi êşa xwe şa nekim
Ji ber tu HÊÇ î


Dilyar

Sunday, August 18, 2013

Tenê

Bavo! Yadê! Xwişkê! Birawo Min ça bêriya we kiriye Dil bê we dikele Digirî Perîşan dibin, Ez û şev Şevreşiya welêt kon li dilê min vedide
...
Ez tazî Pêxwas Li penaberiyê Di nêv êgir de Bê we diqefilim Digirîm Ji tenêtiyê Ji bêWEtiyê ... Werin Min têxin dergûşa min Bilorînin
Bilorînin êşên min bêriya min bila bela xwe ji laşê min rebenê xwedê vekin Bila min di tenêtiya min de bitenê bihêlin

Wednesday, August 14, 2013

Belkî

Belkî
Min ji te hez nekiribe
Belkî...
Belkî ez ne bêriya bêhna te dikim
Kî dizane!
Belkî min tu nedîtibî
Belkî
Tu çîrokek bûyî
Ji min ez lehengê wê me
Belkî ne tu yî
Ew kesa di roniya stêran de
Ne porê te ye
Ku diheje di tartiya şevê de
Ne çavên te ne
Yên ku ez di wan de difetisim
Ma kî dizane belkî
Êş, evîn, daxwaz, xewn, jiyan û
hemû tiştên ku di te de vejiyan
Aşop bin
Dîrok bin
Çîvanok bin
Rew-rewkên pêdiviya sîtavekê bin
Belkî çûna te
Reva te
bêdengiya te
Xewnek e
Ku ez pê sedema mirina xwe diafirînim
...
Belkî ne dengê te ye
Yê ku di çip-çipa baranê de
Ne dilê te ye
yê ku berfê dibarîne bi ser dilê min de
BelKî lêvên min
tî bin
Ne bêriya lêvên te dike
...
Ma dibe buhşt
Li li ser laşê te be
Qey ez ji mirinê vegeriyame
Ji buhiştê
Belkî melek şaş bûn
û ez vegerandim
Dojeha bêtebûnê
..
Belkî..
Lê teqez e
Tu çêjdartirîn
Xweştirîn
kêlîk bû
Di cîhana min de
...