Ne çîrok e, ne jî pêkenok e.
Belê Dolek hevalekî li Xelîkanê hebû û em çûnê. Xweş bû cuda bû, belê tiştin balkêş hebûn.
Mala Hevalî li Konyayê bû, ji ber hema mirov dikare bibêje gund vala bûye.
Îca adeteke pir balkêş hebû, ligel ku zava xortekî welatperwer e û dijî wê bû jî, lê xwe li ber fişara kalûpîran negirtibû û neçar mabû ala Tirkiyeyê li şaneşîna xwe hilawistin.
Em:Çima? Çima hûn dadileqînin?
Kal:Adet e!
Em:Adeta kê ye? Ji kû hatiye?
kal:Ya bavûkalan e. Ji serdema Osmaniyan de heye.
Em:Na, ne ala me ye, am em Tirk in?
Kal: Erê em kurd in, lê ev welatê me ye û alaya me ye.
Em: Na Ala kurdî heye.
Kal: kanî? li kû ye?
Ez: Bi rastî jî kanî?
Welhasil ev beşek ji axaftina me û kalên ku hîn kurdiya xwe ji bîr nekirine. Ciwan jî ne xerab kurdî diaxivin, lê baweriya wan bi kurdiya wan pir kêm e.
Çend şîretan li we bikim gava hûn biçin doleke Xelîkanê.
Guhar li xwe nekin eger hûn zelam bin li xwe bikin, belkî guhê we jê kin
Ez bi xwe ji guhjêkirinê xelas bûm, lê riha min ya ku bi erebî jê re tê gotin "seksûk" û bi tirkî "topsakal" di nav lepê pîrekê de ma û hate circirandin.
Loma ha ji xwe hebin û qet riha xwe ya li ser çenê tenê bernedin, dê pîrek bê û dê bikişkişîne.
Eger hûn zava bin nekevin odeyên bi kilîll ji ber dê derî li we bê xilqandin û heta hûn pereyan nedin hûn nikarin derkevin..
Van pend û şîretên min bikin guhar û di guhê xwe xin, lê guhar nexin guhê xwe!
Tiştekî balkêşî din hebû.
Di dolê de qet stranên tirkî nehatin gotin ila gava hineyê, Nizanim bê çima gava hineyê hat gotin lê wisa bû.
Helbet vê jî di vê bibêjim
Ew bi xwe ne dol bû lê şeva hineyê bû, encex nîv-dolek bû jî.
Min qet gotina ku em ji bo dolê dibêjin li herêma me bi kar nehanî, ji ber min xwest ya wir be..
Dilyar
No comments:
Post a Comment