Lê bigere

Friday, March 28, 2014

Cênawî hawbeş

Cênawî hawbeş
Cînavên hevbeş ew cînavên ku di navbera du tiştan an kesan hevbeşî an hevpariyê nîşan dide..
..
Ev form ji "yek + tir" an "yek + dî" an "yek + dû" pêk dihên, ku wateya wan "yekî/a dî/din
Mînak:
Sikalla bo yekdî denêrin
Witarekan bo yektir denûsenewe
...

Cînavên xweyî di soranî de

Cînavên xweyî( cênawî xoyî)
Em dikarin wisa bibêjin: ev cînav di şûna "xwe" ya kurmancî de ye û wek "xo" ye li gel cînavên likaw yê koma yekem, wek:
Yekhejmar:
Xom( kesê yekem)
Xot( kesê duyem
Xoy ( kesê sêyem)
Pirhejmar
Xoman ( kesê yekem)
Xotan (kesê duyem)
Xoyan / kesê sêyem)
..
Mînak:
Xom deçim bo zanko
Xoy deçêt bo zanko

Cînavên nîşaneyê di soranî

Cînavên nîşaneyê ( Cênawî nîşane)
Eme.... ev
Ewe... ew
Emane... ev ( pirjimar)
Ewane...ew(pirimiar)
Mînak:
Eme zîreke..
Ewe ciwane
Emane niwey diwarojin
Ewane nehatûn
..
Hin caran cînavên nîşaneyê bi awayin cuda derdikevin bi taybetî eger pêşbendikekê bigirin:
Le + eme =leme
Be + ewe =bewe
Le + emane= lemane
Le + ewane= lewane

Cînavên kesane di soranî

Cînavên kesane
Dabeşî du beşan dibin..
1. Cînavên serbixwe( cênawî kesî serbexo )
Yekjimar
Min..( Bi kurmancî ez)
To..( Bi kurmancî tu)
Ew..( Bi kurmancî ew)
Pijimar
Ême....( Bi kurmancî em)
Êwe..( Bi kurmancî hûn)
ewan..( Bi kurmancî ew)
..
Çend mînakên lêkerên negerguhêz:
Min deçim bo zanko
Ême deçîn bo zanko
To deçî bo zanko
Êwe deçin bo zanko
Ew deçêt bo zanko
Ewan deçin bo zanko
...
Çend mînakên bi lêkerên gerguhêz:
Min namekem nard
Ême namekeman nard
To nameket nard
Êwe namketan nard
Ew namekey nard
ewan namakeyan nard
....
Cînavên pêvekirî ( cênawî kesî likaw)
Cînavên likaw di kurdî de dabeşî çar koman dibin:
Koma yekem: ev kom di dema borî bi lêkerên gerguêz re te bikarhanîn
M kesên yekem yê yekjimar
Man kesên yekem yê pirjimar
T kesê duyem yê yekjimar
Tan kesê sêyem yê pirjimar
Î sêyem yekjimar
Yan sêyem pirjimar

Mînak:
Birdim..
Birdman
Birdit
Birdtan
Birdî
Birdiyan

Koma duyem: Ev kom di dema borî bi lêkerên ne gerguhêz re dihê bikarhanîn:
M(im kesên yekem yê yekjimar
În kesên yekem yê pirjimar
Î/ît kesê duyem yê yekjimar
N kesê sêyem yê pirjimar
(tune) sêyem yekjimar
N sêyem pirjimar
Mînak:
Hatim
Hatîn
Hatît
Hatin
Hat
Hatin
....
Koma sêyem: Bi dema (Neborî) re bi kar dihê, çi gerguhêz çi negerguhêz
M(im kesên yekem yê yekjimar
În kesên yekem yê pirjimar
Î/ît kesê duyem yê yekjimar
N kesê sêyem yê pirjimar
Êt/AT sêyem yekjimar
N sêyem pirjimar

Mînak bo lêkerên negeruhêz:
Deçim
Deçîn
Deçît/deçî
Deçin
Deçêt
Deçin

Mînak bo lêkerên gerguhêz:
Dexom
Dexoyn
Dexoyt/dexoy
Dexon
Dexwat
Dexon
Nîşe: eger bi "e, o" bi dawî bibe di rewşa kesê sêyem de "at"ê digire û tîpa "e" diçe û ya "o" jî dibe "u/w"
Mînak:
Dexwat
dekat

Koma çaremîn: Ev kom bi raweya fermanî re dihên bikarhanîn
(Tune) kesên yekem yê yekjimar
(Tune) yekem yê pirjimar
E kesê duyem yê yekjimar
N kesê sêyem yê pirjimar
(Tune) sêyem yekjimar
(Tune) sêyem pirjimar

Mînak:
Danîştin..
Danîşe
Danîşin
Nîşe:
Hin caran kesê duyem cînavî nagire bi taybetî bi reha lêkerên ku bi "o, e" bi dawî dibe:
Mînak:
Bişo
Bike





Karî Natawa di soranî de

Karî natewaw di kurdî de bi lêkerê "bûn"ê tê çêkirin.
Wek ku tê dîtin. wek krumancî ne,..
di dema borî de
Mînak: ez ê lêkerên natawaw bi tîpên mezin binivîsim.
Şêrzar zîrek BÛ
Di dema niha de
Mînak:
Qutabiyeke zîrekE
Di bê de
"b" ye
Min...deBim....
To.. deBît,
Ew ..deBêt
Ême...deBîn
Êwe.. deBin
Êwan...deBin
Mînak:
Rizgar DEBÊT be endazyar
..
Lêkerên natawaw lêkerên negerguhêz in. lê ev lêker eger di wateyên jidayikbûn, hebûn an an xwedayetiyê bên ew dibin lêerên tawaw..
Mînak: Jineke mindalî bû.
di mînaka jorê de BÛ lêkerekî Tewaw, kî dizane çima?




Wednesday, March 26, 2014

Navdêr di soranî de

Navdêr di soranî de ji aliyê hejmarê ve ji du beşan pêk dihê..
Navdêrê yekjimar bi va şêweyên li jêrê dibe pirjimar:
1. bi zêdekirina "AN"ê li beşê dawî ji navdêrî-eger bi tîpeke bêdeng bidawî bibe.
mînak:
1.Kur....Kur +an...kuran
2. Kiç...kiç + an...kiçan
3. Piyaw...piaw + an...piyawan
4. Jin... Jjin + an...Jinan
Lê heger bi tîpeke dengdêr bi dawî bibe:
tîpa kelijandinê dikeve navberê..
Mînak:
1.Mamosta... Mamostayan
2.Çeqo... çeqoyan
Lê di hin rewşan de dikare eger bi tîpa "e" bi dawî bibe, "e" tê avêtin û "an" lê zêde dibe
Mînak:
Qutabexane.... qutabxanan...
 2. carine bi van nîşaneyan jî pirjimarî dikare pêk were
(at,hat, cat, gel, wat, eha)
mînak:
1. dê... dêhat
2.sewze...sewzewat
3. mêwe...mêwecat
4.kur...kurgel
5.car....careha
6.bax...baxat


Navdêr ji aliyê diyarî/nasiyê ve:
Nawî nasraw/navdêrên naskirî
1. bi nîşaneya "eke" û carine jî bi nîşaneya "e" dibe naskirî" ku li beşê dawî ji navdêrî zêde dibe:
Mînak:
1. kur....kureke
2. çira.... çirayeke/çirake( tîpa dengdêr dikare bê avêtin)
3.Bira... birayeke/birake ( tîpa dengdêr dikare bê avêtin)
Nawî nenasiraw/navdêrên nenaskirî
Bi sê paşgiran navdêr dibe nenaskirî: ( ê, êk, ek)
Kur...Kurêk/kurek
Kiç...kiçê
Eger dengdêr li dawiyê be wê çaxê tîpa kelijandinê "y"ê dikeve navberê..
Mînak
Çira...çirayek, çirayêk, çirayê
..
Bi qasî min fêm kiriye; "êk, yek" şêweyên pejirandî û "standart" in..





Tuesday, March 25, 2014

Rehê dema ranebirdû di soranî de

Rader di soranî de bi "n" bi dawî dibin li gel van 5 tîpan..
(a,t,d,î, û).. herlbet "n" wek "in" jî di hin cihan de bifikirin
kêlan
sûtan
birdin
firrîn
çûn
...
Derxistina reha dema ranebirdû li gorî van rêbazan e..
1. eger tîpa berî "n"yê "a" be, "an" tê avêtin û tenê yên mayî reha dema ranebirdû di lêkerên gerguhêz derdikeve
mînak:
şêlan...şêl
kêlan...kêl
hênan..hên

.
2. eger tîpa berî "n"yê "a" be, "n" tê avêtin û "a" dibe "ê" demaa ranebirdû di lêkerên negerguhêz derdikeve
şikan...şikê
Birjan...birjê
Xinkan... xinkê..

3. n piştî "î" , bi xistina "în"ê reha dema ranebidû derikeve...
kirrîn..kir
firrîn..fir
...
4.eger bi "ûn" bi dawî bibe di lêkerên negerguhêz de.. hemû "ûn" tê avêtin
mînak
çûn...ç
bûn..b

5.  eger bi "ûn" bi dawî bibe di lêkerên gerguhêz de, "n" tenê tê avêtin:
dirûn...dirû
girûn..girû
...
6. yên bi "tn"/tin" bi du awayayan reha wan derdikeve:
1. tin tê avêtin:
mînak: firoştin..firoş
girtin: gir.
2. tenê "n" tê avêtin
mînak:
 bîstin..bîst
pestin...pest
lê eger berî "tin" tîpeke bêdeng hebe û berî wê tîpê jî  tîpên "a" an "e" bên, piştî avêtina "tin"ê "a,e" dibin "ê"..
qeşartin...qeşêr..
 û li dû vê "lê"yê "lê"yeke dî heye..
ev jî hene.. eger berî "tin"ê "s" an "ş" hebe, "s" dibe "z" û "ş" dibe "j"
kuştin...kuj
xwastin.. xwaz

û van çend mînakên li derveyî rêbazê ji bîr nekin:
1. royiştin..ro
2. şûştin...şo
3. gotin.. bêj, llê
7. eger berî "n" d" hebe, "din" tê avêtin
mînak:
1. xwêndin... xwên
2. mirdin.. mir
lê eger berî "din" tîpeke bêdeng hebe û berî wê tîpê jî  tîpên "a" an "e" bên, piştî avêtina "tin"ê "a,e" dibin "ê"
1. spardin.. spêr
2.çandin..çên
3. nardin.. nêr
..
lê ew jî çend awarteyên wê hene:
xwardin: xo
birdin.. be
kirdin.. ke



Monday, March 3, 2014

Bêwate

Mirov di bêrîkirinê de
Li jibîrkirinê digere
Di lêgerînê de
Li xwejibîrkirinê
Di bêhna te de
Li mirinê
Di çavên te de
Li li valahiyê digere
Ta di wan de
bifetise.
..